Ez nebawer im ku herêm di Kurdistanê de, wek herêma Cizîra me, bi her sê deştên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Deşta Xelef Axa û Deşta Hesina bi zargotin û wêjeya kurdî a devikî dewlemend heye.. Ew jî egerên xwe heye; yek ji wan, nêzîkbûna wê ji bajarê Cizîra Botan ve, ev bajarê ku ji kevin ve navenda şaristaniya mirovahiyê ye …
Gulan, 2019
-
15 Gulan
Kurdiya tîpên latînî ne bi Hawarê destpê kiriye
Têmûrê Xelîl radigihîne ku weke tê zanîn kurdiya tîpên latînî ne bi govara Hawarê destpê kiriye û beriya hêj Hawar derneketî sala 1928’an ji aliyê nîvîskarên kurd Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê ve li Ermenîstanê tîpên latînî hatine bikar anîn û ev ji aliyê Ermenîstan û her wiha Yekitiya Sovyetan ve jî hatiye tesdîqkirin. Elfabeya kurdî-latînî a ji alîyê dewleta …
-
15 Gulan
Zimanê Kovara HAWARê Zimanê Axaftina Xelkên Amûdê bû
Di destpêka çerxê bîstan de, bajarê Amûdê tekane bajar bû di Beriya Mêrdînê û Cizîrê de. Ne Qamişlo hebû, ne Hesekê, ne Dêrikê, ne Tirbespiyê û ne Derbasiyê hebûn, bi tenê bajarê Amûdê bû. Nisêbîn jî wek gundekî bû. Amûd bajarekî xurû kurdî bû, di bin hêza Seîd Axa serokê eşîra Deqoriyan de bû. Bajarê Amûdê wek dergehekî bû derbasbûna …
-
15 Gulan
Belavkirina “Hawarê” çawa dihat kirin?
Dema mirov bixwaze kovarek derbixe gelek xal hene ku divê mirov li serê bifikire û hêj dest bi weşana kovarê bike. Gelek tişt hene ku zahmete ku tenê yek mirovek bike. Ger ti kes tinebe, mirov dikare di nava demê de, ji bo xwe re gelek kesan perwerde bike da di rojên pêş de mirov hinek rihet bibe. Dema Mîr …
-
15 Gulan
Di 84 Saliya Kovara Hawarê de(“Niha Bûye 87” -15.05.2019)
Celadet Elî Bedirxan û Hawar - Rûken SARILI
Gulan, 2018
-
15 Gulan
Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923) salvegera Kovara Hawarê
Mexseda vê xebatê; bi awayeke giştî bîrxistina rola Emîn Alî Bedirxan û zarokên wî di nav tevgera sîyasî û civakî ya Kurdistanê de, bi taybetî jî xebata Celadet û Kamiran Bedirxan a di navbera salên 1913-1923yan de ye. Emîn Alî Bedirxan, kurê Mîr Bedirxan e. Mîr Bedirxan, mîrê dawîn ê Mîrnişîniya Botan bû û piştî têkçûna serhildana 1846an ji alîyê …
Nîsan, 2016
-
16 Nîsan
Dibistan
Hejmar / 3 / HAWAR / 1932 / DIBISTAN Dibistan ew dere ko em tê de dixwînin. Wek dibistana gundê me.Di dibistanê de mamhoste û zarowên gundî hene.Ji zarowên dibistanê re şagirt dibêjin. Ez jî şagirtek im . Lewra ko diçim dibistanê û dixwînim.Her rûj subehî şagirtan kitêb, defter û qelemên xwe didin hev û diçin dibistanê.Mamhoste dersa şagirtan dibêjit,şagirt guhdar dibin, …
Adar, 2016
-
19 Adar
Alê Kurdan
Alê Kurdan di nav rok. Çi bedew û biheybet. Bi Çar reng î, rengên te, Çi delal û çi xweşkok. Xêzek kesk û xêzek sor, Nav sipî û nîvek zer. Keskesor e, bi roj e, Ev li jêr û ew li jor. Semyana keç û lawan, Rûmeta jin û mêran. Neyarên te pir jî bin, Tu dê bidî bera …
-
16 Adar
Agirî
Çi gava çavên xwe digirim û berê ramanên xwe ber ve welêt digûhêzim, bêhemd nav çavên Çiyayê Agirî ên bilind û pir berf tên ber çavên min. Ew Çiyayê ko bi destê şîna xwe dê di bakurê welatê min da wek pandîgehekê hatiye daçikandin û ji ba û bager berf û bi lêk û mij û dûmanê vala namîn e. …
-
12 Adar
Gazinda Xencera Min
Ji ustadi min ê xweşewîst û hêja Tewfîq Wehbî Beg re Ji zû ve ye min lê nenihêrtibû. Di ser banê kitêbxana min re; di quncikeke tarî û toz, taniştkî û xwêl hilavistî bû. Kî zane ji kengê ve min ew nekiriye destê xwe. pîrhevokèn mezela min di ser wè re tevnên xwe ristine. Ji jor ve lê fedikrin, carinan datînin, di ser qevda wê re …