
Alê Kurdan di nav rok.
Çi bedew û biheybet.
Bi Çar reng î, rengên te,
Çi delal û çi xweşkok.
Xêzek kesk û xêzek sor,
Nav sipî û nîvek zer.
Keskesor e, bi roj e,
Ev li jêr û ew li jor.
Semyana keç û lawan,
Rûmeta jin û mêran.
Neyarên te pir jî bin,
Tu dê bidî bera wan.
Ko çirisî roja te,
Dê belav bin mij û dû.
Rabe ser xwe ser bilind,
Nîzing bûye rûj a te
Herekol Azîzan*
* Navek ji navên Celadet Bedirxan e (Amadekar)
Hawar 5 / 1932
Amadekar : Keko Osman
keko3osman@gmail.com
Gotara berê: Çi Qas Xweş e Welatê Me
Gotara piştî: Fenomenê Vine ya Kurdî Abdullah Koçal roj bi roj navdartir dibe
Gotarên Têkildar
Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

