Kurdiya tîpên latînî ne bi Hawarê destpê kiriye

Têmûrê Xelîl radigihîne ku weke tê zanîn kurdiya tîpên latînî ne bi govara Hawarê destpê kiriye û beriya hêj Hawar derneketî sala 1928’an ji aliyê nîvîskarên kurd Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê ve li Ermenîstanê tîpên latînî hatine bikar anîn û ev ji aliyê Ermenîstan û her wiha Yekitiya Sovyetan ve jî hatiye tesdîqkirin.

Elfabeya kurdî-latînî a ji alîyê dewleta Sovyet da testîqkirî

Em dizanin ku nivîsên gelek malperên kurdan hema bêje bê kontrol çap dibin. Dema ji berpirsîyarên malperan re bê gotin ku di malpera wan da şaşîyên fikirî, sîyasî, agahdarîyên bêbingeh hene, bi her awayî xwe jê dişon û dibêjin ku “Ew gotara filankesî ye, ew bi xwe ji gotara xwe berpirsîyar e”. Lê herkes  bêyî ku navê xwedîyê gotarê bide dikare bibêje ku min filan rojê di filan malperê da gotarek xwend ku bi şaşîtîyan ve dagirtî bû. Ango, tê wê wateyê ku şaşî ji xwedîyê nivîsê zêdetir ya malperê ye. Heta carekê min ji malperekê re got ku di gotareke we da bi şaşîtî hatiye nivîsîn ku strana “Hekîmo“ Karapêtê Xaço distirê, lê di rastîyê de yê ku wê stranê distirê Şeroyê Biro ye. Xwedîyê malperê bersiveke wiha da min: “Li ba me demokrasî heye, ew fikra wî ye“. 

Heyf e ku şaşîtî li hin malperên kurdî yên wisa de jî çap dibin ku bi qalîteya xwe ya rojnamegeriyê ve ser pileyê bilind in, ji alîyê xwendevanan ve têne hezkirin û li ber dilên wan biqîmet in. 

Hawar û elfabeya latînî

Van rojan min di malperekê de bi sernivîsa “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e!“ gotarek xwend ku di wê da çewtiyê wisa hene: Hawar yekemîn govara kurdî bi tîpên latînî bû. Di govara Hawarê de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê govarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara govara Hawarê di 15 Gulan 1932’an de derket û heta 15 Gelawêj 1943’an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina govarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket û govareke polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Mîr Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Govara Hawar ku di dîroka weşanvaniya kurdî de xwedî cîhekî grîng e, alîkariya wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. 

Ya rast ew e ku elfabeya kurdî ya latînî cara pêşin sala 1928’an li Ermenistanê, ji alîyê nivîskarên kurd Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê bi esilê xwe ve aşûrî hate çêkirin û ji alîyê hikûmeta Ermenistanê, her wiha hikûmeta Yekîtîya Sovyet ve hate tesdîqkirin.

Pîrtûka yekem bi tîpên latînî

Piştî salekê, sala 1929’an bi wê elfabeyê pîrtûka perwerdekirina zimanê kurdî ya Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo bi sernavê “Xo-xo hînbûna xwendina nivîsara kurmancî” li Yêrêvanê hat weşandin. Bila herkes bizanibe ku ev pirtûka kurdî pirtûka bi latînî ya pêşin e li cihanê. Kî dixwaze wê bibîne, min ew diyarî daye pirtûkxaneya Enstîtûta Kurdî ya Parîsê. 

Sala 1930’î meha Adarê li Yêrêvanê hejmara rojnameya kurdî ya ”Rya teze” ya yekemîn hat weşandin ku pişt re bû rojnameya kurdî ya herî temendirêj li cihanê û ji bo zimanê kurdî yê edebî û her wiha edebîyata kurdî li Ermenistanê bingehek danî. Heta sala 1937’an 613 hejmarên wê rojnameyê bi wê elfabeyê derketin.

Sala 19302’an, li paytexta Ermenistanê xwendinxaneya kurdî ya pêdagojîyê ya Piştkafkasyayê ji bo amadekirina dersdarên dibistanên kurdî hat vekirin.

Di heman wextê de hemû dibistanên gundên kurdan yên li Ermenistanê bûn dibistanên xwerû kurdî û ji bo van dibistanan pîrtûkên dersan yên perwerdekirinê bi wê elfabeyê û bi zimanê kurdî hatin weşandin.

Vê elfabeya nû hilperîna edebîyeta kurdî jî çêkir, çimkî di wan deman da desteyeke nivîskarên kurd jî li Yêrêvanê saz bû. Ewana komeleya xwe di nava Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê de ava kir. 

Berhemên nivîskaran

Pîrtûka berhemên şair û nivîskarên kurd ya yekemîn bi sernavê “Efrandina ewlin” di sala 1932’an de li Yêrêvanê hat weşandin. Di wê da berhemên çend şairên kurd yên mîna Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Etarê Şero û yên dinê ku bi wê elfabeyê nivîsî bûn, cih girtin. Her wiha berhemên hin ermenîyên ku bi kurdî dinivîsand jî tê de hene.

Wek em dibînin, bi elfabeya Celadet Bedirxan di salên pêşin de her tenê govarek derketîye, lê bi ya kurdên Ermenîstanê rojnameyeke dehrojkî û bi dehan pirtûkên edebî û yên dersan.

Tu kes nikare van karan biçûk bibîne. Ev pirtûk û rojname ji alîyê kurdên xwende, zana û welatparêz ve derdiketin û di ser de jî kontrola dewletê li ser wan hebû ku bi qalîteya bilind û dagirtî bin.

Îro hemû kurd roja 15’ê gulanê  roja derketina yekemîn hejmara govara“Hawar“ê (sala 1932’an) wekî cejna zimanê kurdî pîroz dikin. Çima ne roja derketina hejmara pêşin ya rojnameya “Rya teze“ (hejmara wê ya pêşin 1 Adar 1930’an çap bûye)? Çima em ji alîyê kurdan ve bikaranîna elfabeya kurdî bi kêmanî 2 salan paş dixin? 

Hevsenga elfabe û dengên ziman

Piştî ewqas salan û ewqas karan, Celadet Bedirxan, bêyî ku haya wî ji elfabeya kurdî ya latînî ya kurdên Ermenistanê hebe, elfabeyeke nû çêkir. Ew du elfabeyên kurdî yên ji hev cuda bûn û ferqa mezin di nav wan da ew bû ku di elfabeya kurdên Ermenistanê da hemû deng hebûn, lê di ya Celadet Bedirxan da tune ne. Em dizanin ku kurdên Ermenistanê û yên Sovyeta berê bi tevayî bi sebebên cuda cuda dest ji wê elfabeyê kişandin û niha elfabeya Celadet Bedirxan bi kar tînin. Lê tu kesî jî heta niha îsbat nekiriye, ka ji wan elfabeyan kîjan bêtir li gor qaîde û dengên zimanê kurdî ye.

Merivê pêşin ku qîmetekî mezin daye elfabeya latînî ya kurdên Ermenistanê û destnîşan kiriye ku ew elfabe ji ya “Hawar“ê kevintir e. Celadet Bedirxan di hejmara “Hawar“ê ya 8’an de (sal 1932) bi nasnavê Herekol Azîzan behsa rojnameya “Rya teze“ û çend pirtûkên kurdî yên ji Rewanê sitendî dike (li wir nehatîye gotin, ku ew pirtûk û rojname Hecîyê Cindîyê nemir ji wan ra şandibû) û weha dinivîse:

“Rojnameyeke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve. Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû. Kurdmancên Rewanê ji rojnamê pê ve çend kitêb jî derêxistine. Me sê – çar roj mijûlahîya xwe bi wan kirin. Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal û şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin. Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye”. Bi tenê merivên wek Celadet Bedirxanê Mezin dikarin weha mezin bifikirin û weha binivîsînin.

Lê tevî vê jî eger derfêta min a pirskirinê hebûya, min ê ev her du pirs ji Celadet Bedirxan bipirsîyana: Çima navê govara we “Hawar” e, lê ne “Hewar” e û çima navê we Alî ye, lê ne Elî ye? Ez bawer dikim ku wî dê bersiveke li gor mezinahîya xwe bidaya min û ez ê pê razî bibûma. 

Têmûrê Xelîl kî ye?

Têmûrê Xelîl, sala 1949’an li paytexta Ermenistanê Rewanê (Yêrêvanê) ji dayik bû. Piştî heyamek mamostetiya matematîkê, di navbera salên 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksiyona rojnameya kurdî ya “Rya teze” da xebitîye. Di rojnameya “Rya teze” de ewilî weke nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çandê kar kiriye. Gelek gotarên wî di rojnameyên ermanî, rûsî û rojnameyên bi nav û deng yên kurdî de derketine û di nava hevpeyvînên Têmûrê Xelîl de yên bi Cegerxwîn, Qanatê Kurdo û Ebdulrehman Qasimlo jî hene. (M.Ö)

BasNûçe
26/02/2016

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply