Agirî

Çi gava çavên xwe digirim û berê ramanên xwe ber ve welêt digûhêzim, bêhemd nav çavên Çiyayê Agirî ên bilind û pir berf tên ber çavên min.

Ew Çiyayê ko bi destê şîna xwe dê di bakurê welatê min da wek pandîgehekê hatiye daçikandin û ji ba û bager berf û bi lêk û mij û dûmanê vala namîn e.

Ew çiyayê ko, dem bi dem ji gelên doraliyê xwe ra, her carê bi awakî bûye qiblegah; îro jî di dilê welat parêzên kurd da cihekî bilind û zirav ji xwe ra girtiye. Eger di babilîskên kevin da bûbû argûna agirê zerdeştiyan û qada dêlindêzên wan, îro jî dîdegaha gelê kurd e. Jiber ko di nav kuç û zinar, best û şikêr, pal û kûntarên xweda; bi hezaran hestiyên şerkerên kurd vedişêre. Ji lewra rûmeta wî ya îro ji ya dih ne kêmtir e.

Eger zerdeştî ji bo parastina canê xwe Bazgûrî bilindî û guraniya agirê navçavên wî dibûn; şerkerên kurd, ji bo serbestî û azadiya welatekî binpê û miletekî bindest xwîna xwe di bilind cihên wî da rijandin; û bi vê yeka han, rûmeta wî mezin û navê wî bilind kirin.

Car caran tê bîra min ko bi zaravayekî Lavekar bi landika şerên welêt Çiyayê Agirî ra bipeyivim, bipeyivim da ko daxwaza xwe jê fêr bibim.

Ev çiya ne wek çiyayên mayî ji kevirên pir bihevketiye! Wî zeman zeman lavelavên pir mirovên wekî min ên derdimend bihîstine. Çiqas ko cihaba wî ne bi dev û zimanbe jî, teqez dilê bazgûrbûyan ji ronahiya rastiyê bê par nahêle.

***

Çiyayê bilind! Ji çend salan, te birek hevalên canê can û mêrxas hebûn. Ma gelo, haya te ji wan heye ?

Ew hevalên ko, li nik wan parastina te,.serbestî û azahiya welêt bû. Heyîn û rûmeta xwe û welatê xwe di navçavên te ên biberf da didîtin. Ji bo parastina axa te, bi comerdî xwîna xwe dirijandin . . . Bêşik pirê wan ji te veneqetîn; axa te a çak bixwîna xwe a paqij avdan, îro jî hestiyên wan mêrxasan di best û şikêrên te da bayên hênik li xwe dixin.

Yek jê Birho, tevî xurtî û piraniya neyar û rûbadana bext, nikarîbû dev ji te ber de. Her wekî ji te ra sond xwaribû, diviya bû gotina xwe bîne cih û dest ji te neke.

Te jî bi comerdî di navderza pişta xwe da (1) gorek dayê, Çiqas ji Birho ra ew ax bi qasî bihuştekê hêja ye; ji te ra jî, di pişta te Da razana şêrekî weke Birho hêja ye. Çi cihekî baş û pandiyekî mêrxas . . .

***

Ma gelo tu zanî ko çi li Ferzende qewimî ? Na, belkî jî tu nizanî. Çima ko qederê ew şêr bê daxwaza wî ji best û şikêrên te bi dûr xist. Ew mêrxasê ko herdem para neyaran di dest wî da mirin bû; bi bêbextiya hin destên gunehkar, bê teq û req, şîn û şîwan çû! Çûyîneke welê ecêb ko, di dema mirina xwe da ne li pişt xwe yar û ne jî lixwe neyar ne dîtin.

Roja ko şer giha kûntarên te û neyar Qelaçeya wî bi cih kir, hingê tu bi xwe hêrekerê mêraniya Ferzende bûyî. Wê rojê neyar sed û sî guleyên topan li kozika torinê Hesenan da bûn û şeş birînên xedar di ran Û parsûyên wî da vekiribûn. Roj nîzikî êvarê bû ko bi hikmê topan qûça ko qelaçê li Ser bi carekê ser û bin bû toz û dûman di Qelaçeya Ferzende da wek ewrekî gewr radibûn û li kûntarên te belav bibûn. Mirov bawer ne dibûn ko di nav wê birkana êgir û dûmanê da tinawir bimîne. Lê Ferzende, wekî şêrê ko di hewîngê da bi birîn dibe; hîn nih dest bi halan û zirtan dikir.

Wê gavê hevalan digotê : “Ferzende 1 Neyar cihê te nasiye û birînên te xedar in, rabe em hinekî te bişûn da bibin.” Ewî bi dengê xwe ê box li wan vedigerand :  “Mala we ne ava, ma hon çawan qaîl dibin ko neyar bêje:Ferzende rû bada ! . Ma hon nizanin ko mêrxasên mala Emer ji me torinên malbatê ra riya revê venekirine. Şerên Ava – heftreng (2) û Mêrgekulavê hîn di bîra min da ne. Lêdin û neyar serwextî halê xwe nekin. Mirin jî bi camêrî xweş e.”

Ev pandiyê te ê mêrxas, di keleha Xoyê da berî du salan hate jehirandin.

***

Di hevalên te ên xweya da bi tinê serdarê şerkerên kurd sergevazê bilind cihên te fermandarê me ê bi ronî maye. Ewjî ji yanzde salan û vir da di nav lepên eceman da nikaribû tev bigere. Lê bêhneke bi tinê wî tu ji bîr ne kirî û nake. Wî hergav, çav li kêsekebi havil e, da ko weke berê mêrxasên kurd li serê xwe bi civîne û di nav çavên te ên bilind da ala kurdî a rengîn daçikîne…

Teqez vêcarê, bi tinê bi wê jî nasekine; û wê pişta xwe bide te û dirêjî neyarên welêt bike.

Çiyao! bizan, şerê xelasa miletekî heye ko Bisekine lê ew beriya xelasiya wî miletî naqede, domdike . . . Pêş de diçe….

OSMAN SEBRÎ

[1] Ji goreyi ko min, ji devê şerkerên Agiryê bihîstiye,

Gora Birho di nava herdu Araratan di palekê da ye,

I2| şerên Ava-heftreng û Mêrgekulavê di Serhedê

Da bi navûdeng in, Di van şeran da torinên Hesenan

Mêraniyên ecêb kirine.

Amadekar : Keko Osman

keko3osman@gmail.com

Çavkanî: Hejmar 36-Hawar, 1941

ÇANDNAME

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply