Tag Archives: erebê şemo

Gulan, 2023

  • 22 Gulan

    Cara ewil min çawa Erebê Şamo dît?

    Îsal temam dibe 45 sal /1897-1978/ ji wefata nivîskarê kurdî eyan, hîmdarekî edebyeta kurdên welatê Sovyêtê yê ewlin, bavê romana kurdî, yek ji demezirandarê elfeba Kurdî ya ewlin bi tîpê latînî Erebê Şemo /Ereb Samîlov. Despêka salên şêstî bû. Ez ji gund hatibûm û min bajarê Yêrêvanê di xwendina bilind da dixwend. Êvarê, ez sehetekê-duda derdiketim nava bajêr, bo jipey …

Nîsan, 2022

  • 27 Nîsan

    Hevdîtina Du Qersiyan: Yêxîşê Çarênts û Erebê Şemo

    Di jiyanê de heval û dostên wek Çarênts pir caran ji mirov re dibin alîkarên gelek mezin. Ger Çarênts ew nas nekira belkî jî Erebê Şemo nedibû nivîskar yan jî wek “bavê romana kurdî” nedihate nasîn. Rojnama Rêya Teze di sala 1957an de du rûpelên xwe ji bo 60 saliya bûyîna helbestvanê navdar Yêxîşê Çarênts veqandiye.[1] Di vê hejmarê de …

Tebax, 2021

  • 26 Tebax

    Pirtûkên Kurdî, ku di salên 1929-1953an da li Ermenîstanê çap bûne

    Xwendevanên delal, ji sala 1929an heta sala 1953an, bi navbirîya çend salan, gelek pirtûkên kurdî yên bi tîpên latînî, bi alfebaya kurdên Sovyet, ku Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov amade kiribûn, çap bûne. Îro ji wana pir hindik mane. Lê baş e, ku hinek ji wana li kitêbxaneyan têne parastinê, kê bixweze, dikare wana deyn bike û bixwîne. Yek ji …

Rêbendan, 2016

  • 19 Rêbendan

    Erebê Şemo(1897-1978)

    Di 23.10.1897 de li gundê Susuzê li qeza Qersê, ku di wê heyamê de di bin destelatiya Rusyayê de bû, ji bav û diyeke rencber ji dayîk bû. Wî ji deh saliya xwe de dest bi şivantî û xulamtiya axayê gundê xwe û dewlemendên cîran kir. Erebê Şemo bi serkevtin xwendina xwe ya ewil diqedîne. Di sala 1913, dema ku …