Cara ewil min çawa Erebê Şamo dît?

Îsal temam dibe 45 sal /1897-1978/ ji wefata nivîskarê kurdî eyan, hîmdarekî edebyeta kurdên welatê Sovyêtê yê ewlin, bavê romana kurdî, yek ji demezirandarê elfeba Kurdî ya ewlin bi tîpê latînî Erebê Şemo /Ereb Samîlov.

Despêka salên şêstî bû. Ez ji gund hatibûm û min bajarê Yêrêvanê di xwendina bilind da dixwend. Êvarê, ez sehetekê-duda derdiketim nava bajêr, bo jipey xwendinê ra hevkî rehet bibim. Dewiya havînê bû. Ji pey rojên germ ra hewa êvarên Yêrêvanê pirr xweş e. Bayekî hênik dilîze û dewsa hulma germ a rojê, hênkaya xwşîk laşê mirov hemêz dike. Rêya min li kûça ser navê Xaçatûr Abovyan ra derbaz dibû. Wan sala, êvara, ew kûçe timê tije mirov dibû. Rewşenbirên ermeniyan yê here navdar êvara di wê kûçê da digeriyan. Ew kûçe teyê bigota dibû dilê bajêr. Nivîskar, hunermend, sîyasetmendarên eyan, karmendên dewletê yen bilind, rewşenbirên naskirî, hîmlî li dor wê kûçê dijîtin.
Wê demê Yêrêvan pir xweș bû.

Di nav geleka da rîspîkî maqûl, bi bejna nîvçe bala min dikşand. Qaz qudreta Xwedê dema ez derdiketim gerê ew jî wê demê derdikete seyrangê. Porê sipî, dêmê delalî rehm, cil- bergê qibraxe bêqisûr, kewazê dêstî bedew hewasa mirov tanîn.

Min tê derdixist, ku ew evdên êvara, wê kûçê da derdiketine seyrangehê payê pirrê hev nas dikirin, silavê didine hev.
Çavê min timê li wî evdê extyar bû. Di nav gişta da xanê bû. Payê xelqê, pirrê li ber wî disekinîn, kumê xwe derdixistin, silav didanê, derbaz dibûn.

Kêfa min jî ji rîspî, maqûltiya wî, rêvaçûyna wî ra dihat û her êvar min dixwest kalê xwe bidîta û bizanbim çika ew kê ye?

Rojekê jî, di kûçê da min ji merivekî pirsî:
-Biborîne, ew rîspî kê ye?
-Çiye, tu ji Yêrêvanê nînî? – cwamêr ecêbmayî li min nihêrî, – ew nivîskarê Kurd Ereb Şamîlov e.
Min nav û dengê Erebê Şemo bihîstibû. Lê ew nû didît.
Nû ji sirgûniyê vegerya bû.
Wê êvarê ez pirr kubar û kêfxweş bûm, ku ew rîspiyê maqûl nivîskarê gelê min Erebê Şemo ye.

Paşê me nêzîk va hev nas kir û weke 15-16 sala, di rêya wejêya (edebiyeta) kurdî da, ez wî mirovê mezin ra meşiyam…

Eskerê Boyik

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply