Tag Archives: Derket

Cotmeh, 2023

  • 13 Cotmeh

    Pirtûkeke Nû: ‘Serpêhatiyên min ên bi heqîqetê re’ derket!

    “Ji bo mirov bigihîje pakbûna mikemel, divê di zihn, axaftin û kiryaran de xwe bi temamî ji hewesan bişo; divê ji hestên dijber ên mîna evîn û nefret, hezkirin û redkirinê xilas bibe.” “Ji min ve wer xuya ye ku zeftkirina hewes û arezûyan gelekî zehmettir e ji fetihkirina dinyayê ya bi hêza çekan.” Heqîqeta Gandhi nefs bû. Ew kujerê …

  • 6 Cotmeh

    Kovara ‘Folklora me’ Derket

    Hejmara nû ya kovara Folklora Me (hejmara 13an) derket. Di vê hejmara kovarê da cûrbecûr li ser folklorê nivîs hene. Kovara Folklora Me, bi edîtorîya Eşref Keydanî tê weşandin derket. Kovara ku ji nivîs û berhevokên li ser folklorê pêk tê, cih dide nivîsên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî. Di vê hejmara kovarê da li ser her babet mijarê folklorê …

Îlon, 2023

  • 30 Îlon

    Pirtûka ‘Lalezar’ ji Nûbiharê derket!

    Lalezar “Bi Şîret û Hîkmet û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan” Mela Husnî Hezîn Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşîyan şerh kiriye. Ev xebata wî, bes ne berhevkarîyeke folklorik e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşîyan bi berfirehî şerh …

  • 22 Îlon

    Hejmara Nozdemîn a Kovara Şermola Derket

    Hejmara Nozdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket. Dosyaya vê hejmarê (Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê) ye, ji pêşekiya hejmarê: “Nivîsîn û belgekirina dîrokê ji bo gel û neteweyan xwedî girîngiyeke mezin e. Neteweya ku guh nade vê yekê, dê rastiya dîroka wê were çelexwarkirin, piştguhkirin û jibîrkirin û di encamê …

Tebax, 2023

  • 29 Tebax

    Kovara Nûbiharê ya 164an Derket!

    Ji jimara 164an merheba. Jimarek berê, jimara 163yan em bi dosyaya Berxwedana Araratê derketibûn pêşberî we. Bi kêfxweşî bibêjim ku vê dosyaya me eleqeyek baş dît, çapa yekem qediya û me cara duduyan çap kir. Ev cara duduyan e ku jimareke Nûbiharê di­qede û careke din çap dibe. Di sala 2006an de jî jimara 98an qediyabû, paşê me cara duduyan …

  • 29 Tebax

    Pirtûka ‘El û Osê Dingî’ derket

    Li paş berga pirtûkê derheqê pirtûkê de wiha tê nivîsandin Ez di sala 1945an meha avrêlê roja sisiyan li gundê Qaricixê ku girêdayî bajarê Semsûrê ji dayika xwe bûme. Ev demen borî siyaseta Tirkan ya nijadperest li ser Kurdên Semsûrê ji helandin û pişaftinek hovane dimeşand. Gelê semsûre, ku piraniya wan Kurd in, hîn ku bi ziman û nasnameya xwe …

  • 26 Tebax

    Du pirtûk ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd hatine çapkirin

    Du berhemên nû yên helbest û çîrokan ên jinan li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd derket. Berhemên bi navê Çîrokên Jinên Wêjekar û Helbestên Jinên Wêjekar li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd derket. Berhema Çîrokên Jinên Wêjekar ji çîrokên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin pêk tê û amadekariya wê jî ji aliyê rojnamevan û nivîskar Roza Metîna ve hatiye …

  • 21 Tebax

    Pirtûka ‘Çîn û Maçîn’ ê

    Kurdan mêrxasî, egîdî, camêrî, evîn, êş, jan, tecrûbe, şîret, xwestin, xewn û xe¬yalên xwe bi çîrokan anîne zimên û vegotine. Ev çîrok nifş bi nifş ji kal û pîrên me gihîştine me. Çîrokên me weke behrê ne, tenê di heşê mirovan de cemidî ne, ew ava pak û zelal naherike ku bigihîje nifşên nû daku zarokên me jê vexwin. Divê …

  • 12 Tebax

    Romana ‘Kelaha Dûr’ Derket

    Ji Bawer Rûken, romaneke ku li komareke xeyalî derbas dibe û mîna rengvedana Kurdistanê jî dikare bê xwendin. Adarê gênc, hîn di rêwîtîya çûyîna eskerîyê de hest dike ku fikirên wî ên der barê Komara Gel de tên guhertin. Tekane fikira wî ev e, ew jî wê mîna hemû xort û gêncan bi çûyîna eskerîyê re astengîya li pêşberî jîyana …

  • 3 Tebax

    Ji pênûsa Necat Zanyar, pirtûka “Abdurrahîm Rahmî Zapsu – Çîroka Şahidekî Piralî’ DERKET!

    Pirtûka ku ji aliyê lêkolîner-nivîskar Necat Zanyar ve bi navê Abdurrahim Rahmi Zapsu – Çîroka Şahidekî Piralî hatiye amadekirin, di encama lêkolîna wî ya li ser çavkaniyên destan ên arşîva Zapsuyê de derket. Li gor nûçeya Rûdawê, pirtûka ku ji aliyê Weşanxaneya Dogan Solibri ve hatiye çapkirin, biyografiya herî berfireh û helbestên heta niha nediyar ên Abdurrahim Zapsu, ku yek …