Tag Archives: Civaknasî

Nîsan, 2023

  • 19 Nîsan

    Bajar û roman hevdu ava dikin – باژار و رۆمان ھەڤدو ئاڤا دکن

    Mirov ti carî neçûbe bajarê Dublînê jî tenê pirtûkên nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) bixwîne dê kolane, avahî, dikan û sîmayên xelkê wekî wêneyekî xwezayî bêt ber çavên mirovî, wekî ko mirov jiyana xwe hemiyê li wî bajarî bihurandibe. Joyce bajarê xwe baş nas dike, ew dikare bi çavên girtî li kolaneyên wî bigere bêyî ko qet rêya xwe jî …

Tebax, 2021

  • 7 Tebax

    Bingeha Nûjeniyê: Humanîzm

    Ji roja ku jiyan ji awayê devkî veguheziye qada nivîskî ve mirov tim li rê û dirbên nû yên xwevegotinê geriyaye Sîdar Jîr Ji roja ku jiyan ji awayê devkî veguheziye qada nivîskî ve mirov tim li rê û dirbên nû yên xwevegotinê geriyaye. Ev lêgerîn hinekî jî bi armanca xwegihandina nifşê piştî xwe ye. Bi berhemên xwe, bi kiryar …

Cotmeh, 2018

  • 31 Cotmeh

    Nameyek ji Xêrxwazekê

    Dema em ji serboriyan sûde wernegrin têkçûyîn û windakirin ne dereng e, lewra em li xwe varneqilin û neponijin vebal, bedel û gunehan berpirsiyar em kurdên îro ne. -Ger destkeftî û firsetan winda bikin zûbizû dê em ê negihîjin ti meqsedan, helwesta min û ya miletekî yekgirtin û yekrêzî ye. Bi vê minasebetê  divê ku êdî milet vé daxwaza xwe ya pîroz û di cî de li hêviya siyasetmedaran nehêle. -Milet, xwediyê mafê xwe ye ku hesaban bipirse, …

Nîsan, 2017

  • 1 Nîsan

    Êlên Bakurê Rojhilatê Kurdistanê

    Li wê sêkoşeya balkêş, ku di ortê de seriyê rûmetdar ê Ararat bi ser sê memleketan de dinêre û kumê wî di sê golan de dixuye; Gök li herêmên Urisî, Şahî li ên Farisî û zireyê Vanê (Behra Wanê) li ên Turkî, pêşxaneyên sê neteweyan dikevin di nav hev de, ewên girêdayê sê baweriyên olî yên, ku li hember hev …

Rêbendan, 2017

  • 1 Rêbendan

    BÛKÊN SÛRÎ[1] – Jiyana Kurdên Sûrî

    Destpêk[1] Welatê kurdan cara yekem bi peymana Qesrî Şîrîn bi awayekî fermî bû du parçe. Duvre bi peymana Lozanê bû pênç parçe. Piştî ku sînor li nav axa kurdan ketin ê dî kurd ji hevdû re bûne bîyanî. Sînor wek xencera ku li dil ketibê kurd ji hev qutkirin. Li ser axa kurdan ji bo ku mirov bigerê dibê li …

Sermawêz, 2016

  • 7 Sermawêz

    Îttifaq Di Nav Kurdan De

    “Tarîx, dagirtîye bi nimûneyên enqazê milletên ku ji ber bê îtîfaqîyê mirine.” (Celadet Bedirxan) Meseleya îttifaqa di nav kurdan de, ji berê ve hetanî roja îro bi berdewamî hatîye gengeşekirin. Dûr û nêzîk, dema em bala xwe bidin dîroka kurdan, çi dema ku di nav civata kurd de bûyerên girîng pêk hatine û dewreyên nû hatine derbaskirin, meseleya yekgirtin û …

Tebax, 2016

  • 13 Tebax

    Ferhenga Civaknasiyê / Zewac

    Ji bo çêkirin û mezinkirina zarokan û ji bo armanca jiyanek bextewar, peymana ku ji alîyê du mirovan ve hatiye pejirandin. Texlîdên Zewacê 1- Li Gor hejmara Mirovan Zewac A- Monogamî: Zewaca bi yek mirovekî/kê re. Yekjinîtî an jî Yekmêrîtî. Zewaca jinekê bi mêrekî re an jî, zewaca mêrekî bi jinekî re. B- Polîgamî: Zewaca mêr an jî jinekê, ji …

Gulan, 2016

  • 10 Gulan

    Dewlet Çawa Derketiye Holê?

    Di warê derketina holê ya dewletê de gelek teorî hene, lê mirov dikare bibêje ku ên sereke ev in: Dewlet saziyeka xwazî ye û wiha derketiye holê. Dewlet saziyeka çêkirî ye û wiha derketiye holê. 1- Dewlet Saziyeka Xwezayî ye. Ji aliyê Platon ve tê parastin. Platon dewletê wek organîzmeyek makro “herî mezin” dibîne. Platon, bingeha dewletê di xwezayê de …