Ji bo çêkirin û mezinkirina zarokan û ji bo armanca jiyanek bextewar, peymana ku ji alîyê du mirovan ve hatiye pejirandin.
Texlîdên Zewacê
1- Li Gor hejmara Mirovan Zewac
A- Monogamî: Zewaca bi yek mirovekî/kê re. Yekjinîtî an jî Yekmêrîtî. Zewaca jinekê bi mêrekî re an jî, zewaca mêrekî bi jinekî re.
B- Polîgamî: Zewaca mêr an jî jinekê, ji yekî/kê zêdetir.
Texlîdên Polîgamiyê
1- Polîandrî (Pireşûtî, Piremêrî): Di heman demê de zewaca jinekê, bi mêrekî re zêdetir. Jin, bi zêdetirê mêrekî re dizewice.
2- Polîjînî (Pirejinî): Zewaca mêrekî, bi zêdetirê jinekê re… Mêr, bi gellek jinan re dizewice.
2) Li Gor Cihê Hilbijartinê Zewac
A- Egzogamî (Derezewacî): Ji derve zewicîn, zewicîna ji derve. Di vê cure zewacê de mirov, hevjiyana/nê xwe ji derveyê warê ku lê dijî hildibijêre û zewaca bi pismaman re, qedexe ye.
B- Endogamî (Jevzewac, Zewaca Navxweyî): Zewaca ji hevdu. Mêr an jî jin, ji heman hawirdorê dizewicin. Ev cure zewac, zewaca bi pismaman re ye.
Du Texlîdên Jevzewacê (Endogamiyê) Hene
A- Levîrat: Zewaca jinekê bi bûrayê xwe re, ku dema mêrê wê dimire.
B- Sororat: Zewaca zilamekî bi xwejina xwe re (bi baldûza xwe re) dema ku jina wî dimire.
3) Li Gor Cîwarbûnê Zewac
A- Matrîlokal (Dêlokalî): Cî û warên dê. Piştî zewacê, zilam bi malbata jina xwe re dijî, rûdinê.
B- Patrîlokal (Bavlokal): Cî û warên bav. Jin, piştî zewacê bi malbata mêrê xwe re dijî, rûdinê.
C- Neolokal (Nûlokal): Vekirina xanîyekî (maleka) nû. Jin û mêrên ku dizewicin, ji malbatên xwe cihê dibin û di xanîyekî(maleka) nû de rûdinên.
D- Bilokal (Dumalî, Duwarî): Jin û mêrên ku dizewicin weke jiyana xwe ya berê, jiyana xwe li mala bavên xwe didomînin. Jin li mala bavê xwe û mêr jî, li mala bavê xwe.
ing: marriage / fr: mariage / tr: evlilik
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
11.08.2016
Çavkanî: Ferhenga Civaknasiyê – Ali Gurdilî
Felsefevan.org