Bingeha Nûjeniyê: Humanîzm

Ji roja ku jiyan ji awayê devkî veguheziye qada nivîskî ve mirov tim li rê û dirbên nû yên xwevegotinê geriyaye

Sîdar Jîr

Ji roja ku jiyan ji awayê devkî veguheziye qada nivîskî ve mirov tim li rê û dirbên nû yên xwevegotinê geriyaye. Ev lêgerîn hinekî jî bi armanca xwegihandina nifşê piştî xwe ye. Bi berhemên xwe, bi kiryar û jiyana xwe, mirovan xwestine xwe bigihînin nifşên piştî xwe. Ji ber vê yekê jî qad û rêbaza herî bi bandor di vê xwevegotinê de, bêguman e ku wêje ye. Di vê lêgerîna xwevegotinê ku rê û dirbên nû hatine ceribandin de, ji ber guherîna fikr û ramanên kesan ên bi demê re, ji ber guherîna feraset û hestpêkirin an jî têgihîştina wan a li hemberî rûdanan fikr û ramanên cuda derketine holê. Bi vê ve girêdayî jî pêlên cuda yên wêjeyî derketine holê û bandor li wê civakê kirine. Jixwe di derketina holê ya pêlên wêjeyî de, gelek faktor hene. Wekî mînak rûdanên civakî, siyasî, aborî çandî û her wisa bi van re eleqedar û di warê felsefî, çandî û estekîkê de rênîşandêrî heye… Ji ber vê yekê jî derketina holê ya pêlên wêjeyî rasterast bandor li jiyana civakê kiriye. Wekî çavkaniya pêlên wêjeyî humanîzm (mirovhezî /mirovparêzî) û Ronesans tê nîşandan. Ji lew re heta roja îro hemû pêlên hemdem li ser bingeha felsefîk û ramyarî ya van her duyan ava bûne.

Her wisa ji pêlên bingehîn ên wekî klasîsîzm, romantîzm û realîzmê jî bi tesîra ronesans û humanîzmê derketine holê. Huımanîzm wekî pêleke felsefîk û wêjeyî di nîveka duyem a qirnê 14’an de li Îtalyayê rû daye û wekî hêmaneke girîng a çandî li hemû Ewropayê belav bûye. Di humanîzmê de bingeha her tiştî mirov e. mirov hêja ye û pîvana her tiştî ye û her tişt li dora mirov teşe digire. Ev felsefe dide xuyakirin ku humanîzm anku bi gotineke dîtir evîna mirovî derkeve pêş. Jixwe di qirnê ku ev felsefe derketiye holê û bi pêş ketiye de, ramyar û hunermendên wê demê yê Ewropayê hewl dane ku xwe ji qeyd û bendên despotîzma dêrê û xirîstiyaniyê rizgar bikin û bêhna wan were ber wan. Ji ber vê yekê jî ketine nava lêgerînên nûtir. Humanîzm ku di heman demê de pêleke ramyarî ye, bi pêşîlêvekirina hezkirina ji her mirovî, bêyî ku li bawerî û nijada wan were nihêrîn, her kes wekî hev dîtiye û hesibandiye rê li ber “Ronesans”ê jî vekiriye.

Pêla Klasîsîzmê ku ji humanîzmê zaye, bi awayekî aşkera diyar e ku rê û derî li ber serdema renaqiyê/rewşenderiyê vekiriye. Di warê wêjeyê de jî pêla ku zêde berdewam kiriye û bingeha wêjeya modern û pergaleke ramanî daniye jî klasîzm e. Her çiqas zêmka ku humanîzm jê belav bûbe wekî Îtalya were nîşandan jî û klasîsizm jî ji humanîzmê derketibe jî em dibînin ku yên bandor li pêla Klasîsîzmê kirine Arîsto û Descartes e ku yek li Fransayê û yê din jî li Yewnanistanê ye. Ev yek jî dide xuyakirin ku pergalên felsefîk, ramyarî û wêjeyî li cihê ku jê zane namînin û her belav dibin. Ji bilî wan Rebelais, Montaigne, Diderot, Montesquieu, Voltaire û Jean Jacques Rousseau bi şîrove û pênaseyên xwe yên nû yên felsefîk bûne pêşengên vê pêlê. Di vê pêlê de hest û xeyal di nava aqil û mantiqê de hatiye hêran. Yanî aliyê lîrîk ê berhemê ji holê hatiye rakirin. Heta ku ji hunermendên wê demê hatiye zimanê dayikê bi awayekî gelekî sade bi kar anîne. Ligel vê jî berhemên klasîk tim gerdûnî ne. Li gorî vê rewşê em têdigihîjin ku rûdanên li Ewropaya wê serdemê ku dêr serdest û despot e, kiriye ku pêleke mirovhez derkeve holê û bibe bingeha wêjeya modern. Yanî wekî gotina dawîn em dikarin bibêjin ku humanîzm zayîna wêje û pergaleke ramyarî ya nû ye.

Azadiya Welat

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply