Îttifaq Di Nav Kurdan De

“Tarîx, dagirtîye bi nimûneyên enqazê milletên ku ji ber bê îtîfaqîyê mirine.” (Celadet Bedirxan)

Meseleya îttifaqa di nav kurdan de, ji berê ve hetanî roja îro bi berdewamî hatîye gengeşekirin. Dûr û nêzîk, dema em bala xwe bidin dîroka kurdan, çi dema ku di nav civata kurd de bûyerên girîng pêk hatine û dewreyên nû hatine derbaskirin, meseleya yekgirtin û îttîfaqa kurdan jî hatîye rojevê û pirrî caran jî ji ber bê îttifaqîyê kurd têk çûne. Ji ber vê yekê meseleya îttifaq û bêîttifaqîyê, ji berê ve di nav kurdan de tê gengeşekirin û zeafîyeteke girîng a mileta kurd teşkîl dike. Dîyarkirina sebebên sosyolojîk, psîkolojîk û sîyasî yên vê zeafîyetê pirr girîng e. Celadet Bedirxan jî, di destpêka pêvajoya dubendîya nav Komela Pêşxistina Kurdistanê de, dixwaze bi hinek nimûneyên dîrokî careke din bala kurdan bikşîne li ser girîngî û pêdivîya vê meseleyê û dibêje:

“Em ji her demî bêtir mihtacê îttîfaqê ne.

Di berdewamkirin û dahatûya civakan de, bi taybetî jî di dema pêkhatin û geşbûnê de, ciyê îttifaq û hevkarîyê mewqîyeke bilind û bijarte digire. Girîngîya vê heqîqeta berçav, bi awayeke berfireh ji alîyê ûlemaya rojava û şerqê ve jî hatîye îzehetkirin û dubarekirin.

Li ser vê xusûsê, di dînên qedîm û yên piştî wan de jî, gelek hikum û dogma hene.

Bîlhese di dînê îslamê de ku îftixara me ye, li ser vê xusûsê di gelek ayetên kelîme û hedîsên şerîf de îzehet hatîye kirin.

Dema em behsa lazimayî û dereca pêdivîya piştgirî û îttifaqa kurdan dikin, îro û bi taybetî jî ev dema dîrokî ya ku em ji nav derbas dibin, ji her demî bêtir pêdivîya wê bi îttîfaqê heye. Lê mixabin divê em bidin zanîn ku di demên bihûrî de li ser vê xusûsiyetê hinek xeletî jî hatine kirin.

Di encama sûîstimalbûna nefsa bilind a kurdan de, di xwîyê wan de guhartin çê bûne ku em vê guhartinê wek ezezî û xudbînîyê tarîf dikin. Naye înkarkirin ku vê jî di nav kurdan de ji belavbûna fehma “menem dîger nîst” re gelek xizmet kirîye.

Kurd; ji ber ku ne weqfê bingehên îlmî yên îttîfaqê ye, asabîyeta di ruhê wî de û hêrs û dijwarîyên ji ber tengasîyên warê jîyana wî, bûne sebebê jîyanek berfireh, serbest û hûrîyetek mutlaq ku hîç qeyd û astengek qebûl nake. Ji ber vê, yekîtî û îttîfaqek bextewar, tercîhê temînkirina refah û seadeta şexs û civaka xwe kirîye.

Lazim e li ser vê xalê hinek îzehet bête kirin. Lewra mimkun e ji ber agahdarîyên ku di derheqê dilêrî û mêrxasîya kurdan de hatine dayin, hinek encamên nerdirust ji wê bêne derxistin; ku ev di çarçoveyek takekesî de bêne tetbîqkirin, mimkun e ji wê zanên wisa peyda bibin ku kurd îteatê heq û neheqê, baş û nebaşîyê nake û nizane.

Lêbelê di rastiyê de bîlekisê wê, kêm ferdên civakên xusûsî û bijarte wekî yê kurdan bi nîyeteke baş dijîyin, adeten wek histuxwarkirina dîndarekî îteatê reîsê malbat û qebîleyê dikin.

Hemû îxtilaf; ji ber hinek serokên qebîle û eşîretan e ku bi desthilatdarîya li ser qebîleya xwe ya piçûk kêfxweş dibe. Me sebebên vê îxtilafê arz kiribûn, heqîqeten jî di pişt vana de nîyeteke xerab nîn e, lêbelê di netîceyê de pratîka dîrokê nîşan dide ku ev yek li hemberê bidestxistin û pêkanîna armancê bûye asteng.

Ji ber ku sebebên îlmî yên vê rewşa mewcûd a hanê bi temamî nehatine têgehîştin, îro hema hema ber bi wendabûnê ve ye. Feqet bi tevî temînkirina dewamîya vê wendabûnê, divê di derbarê vê xalê de asoya kurdayetî û serokeşîrên kurdan bihête îrşadkirin û ronahîkirin.

Me behs kiribû ku îxtilafê di dîrokê de çi problem derxistine meydanê. Em mînakek bidin: Her kes dizane ku Yawiz Sultan Selîm piştî vegera sefera Çildêranê, bi wasîteya Şerafeddînê Bîtlîsî (Bi îhtimaleke mezin li vê derê xeletîyek piçûk çêbûye, li şûna navê Şerafeddînê Bîtlîsî, divîya Îdrisê Bîtlîsî bihata nivîsîn. S. V.) çawa Kurdistan bêşer bi xwe ve girêdaye. Li vê derê îzehetkirina wê nehewceye. Em tenê krîtîka rewşa dîrokî ya wê demê ya Kurdistanê bikin.

Piştê ku ji ber hinek tesîrên malûm hikumdarîya Merwanîyan têkçû ku wê demê navenda wan Diyarbekir bû, Kurdistan ji alîyê çend mîrnişînîyan ve dihate îdarekirin û her yekê wan ji komên eşîretên piçûk pêk hatibûn. Wê demê bi mîqdarê nifûsa xwe û firehîya herêma di bin desthilatdarîya wan de konfederasyonek teşkîl kiribûn û mimkun bû ku bi têkilî û qeweteke hîn xurt dewletek damezirînin. Lêbelê ji ber terz û tevgera nexweş, mîrnişînên navborî peyderpey parçe bûne û hejmara mîrnişînên ku ketine bin nîrê Yawiz Sultan Selîm, bûye bîstûyek (21).

Ev mîrnişînên misilman bê şerkirinê radestî Hezretî Yawiz Sultan Selîm bûn û ketin bin nîrê wî. Wî jî hesabê berjewendîyên xwe kir; bi dayina baceke hindik hemû mîrnişînan tevlî nav sînorên Memalîkî Osmanî kir, statuya musteqîlî û xudmuxtarî ya di kar û barê hundirîn de neda hemû mîrnişînan.

Ev mînaka bijarte ya xudmuxtarîya îdarî, mixabin di Kurdistanê de demeke dirêj dewam nekirîye û mîrnişînên navborî ji ber îhmalkirina du tesîrên bingehîn; nifûs û sazûmana îdareya navxweyî, sebebên pêkhatin û pêşveçûnê wan, peyderpey esas û şiklê muxtarîyetîyê wenda kirine.

Du tesîrên girîng hene ku bûne sebebê vê jihevbûnê: Ê yekem û herî bi bandor; rêvebirîya xerab a walîyên wîlayetên dorûberê ye, ku dixwazin bi fitneyan yê din mecburê îstifayê bikin. Ewa dinê jî, îxtilafa di navbera mîrên kurdan de ye ku carina tezahur dike. Ev îxtilaf hîç wextekî ji ber meseleyên bingehîn û heyatî peyda nebûye. Her wekî ku me li jorê jî got, ji xeynî îhtirasa ezezî û xwebînîyê, tu sebebekî din ê vê îxtilafê nîn e. Ev îxtiras û ezezîya fecî, di çêbûna kultura mîllî ya kurdan de xwedî roleke girîng e. Ku mîrnişînên navborî, statuya xwe ji dema Yawiz Sultan Selîm û xelefên wî ve hetanî îro berdewam bikira, dê ji çêbûn û pêşketina zimanê neteweyî yê milleta kurd re firseteke hîn musaîd peyda bibûya, heta vê gavê dê bi awayekî hîn sererast rêz û qeydeyên ziman bihatana destnîşankirin. Dîyar e ku ev sernekevtin, ji ber kêmanîya piştgirî û îttifaqeke zexm e.

Ji ber vê yekê, ji vir şûn ve, divê em vî xala girîng û heyatî baş îdraq bikin û her dem li hemberî îxtilafên tewr piçûk jî îtiraz bikin û bizanin ku qedera me di destê Awrupayê de ye û ew jî me bi ehemmîyet û balkêşîyê krîtîze dikin.

Tarîx, dagirtîye bi nimûneyên enqazê milletên ku ji ber bê îtîfaqîyê mirine.

Dostekî min ê îngiliz di axaftineke me de gotibû: Hun bala xwe bidinê, em pêncî hezar îngiliz karin di nav du seetan de li dorûberê fikrekî berhev bibin û ku du seetên din jî derbas bibin, ew pêncî hezar dibin sed hezar.

Belkî hemû naverok û esasê teşkîlata mezin a îngiliz, muvaffaqîyeta vê sirrê ye. Qe nebe ji vir û pê ve, em vê mînaka hanê, di çûyina vî guzergaha kortal û asê de ji xwe re wek ronahîyek bi kar bînin. Û bila dilê hemû welatîyan bibe wek ro û ronahî bide.”[1]

Seîd Veroj

[1] Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kurdistan: Kürdlerde İttifak [Îttifaq di nav kurdan de], Serbestî, no: 498, 8 Mayıs 1919

Seîd Veroj-Kovara Bîr

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply