Duşem , 3 Tebax 2020

Surgun – Rojbîn Ozkan

Min di jîyana xwe de peyva “Surgun” ê 5-6 salîya xwe bîhîst. Bes hingê min nedizanî “Surgun” çîye?

Ez çar benç salî bûm. Mala me li gundekê Gimgimê bû. Rojek ez li dayika xwe ya rehmetî guhdarbûm. Bi jinên gundî re dipeyivî digot: “Mixabin Seyda surgun kirine emê herin Wanê”

Min nepirsî em ê herin gund an bajêr. Hema min hizra çûyina bajêr kir û ji şabûnan got:

“Ox! Ox! Emê nanê firûnê bixwin. Lê dema male me çû wanê min dît gundeke ji bajêr herî kêm 4 setan dûr e. Helbet eza ku li benda çûyina bajêr bûm, bi dîtina gund qet kêyfxweş nebibûm. Bes dema niha li salên borî dinêrim dibêjim xwedê kirî ez li gund mezin bûm. Ez qala salên 80 dikim. Di wê demê de li gund ceyran û televizyon nebû. Ji ber wê yekê nav gundîyan de kesên ku tirkî bizanibûyan tune bûn.  jinên gundî bi Kurdîyek xwerû ji me re çîrok vedigotin.

Xencî çîrokên jinan ên ji me re vedigotin; dayika min a rehmetî di radyoya Êrîvanê de her şev guhdarîya çîrokên Kurdî dikir.  Dikarim bejim ku; di biryardayina çîroknîsandin û nivîskarîya min gelek bandora wan çîrokan gelek zêde ye. Di cunta 12 îlonê de mala nû çûbû wî gundî qet ji bîr nakim nivê şevê bavê min çewalek  kitêb û kasetên çîrok û denbêjên kurdî tê de bûn tije kir. Me jî da du em çûn bavê min hewşa mizgeftê de çalek kola çewal tevê pirtûk û kasetan çal kir. Û bi axîn ji me re got vê rojê tu car ji bîr nekin. Me navê wê çalê kiribû “gora pirtûkan”.

Gundî ji eşîra Ertûşî bûn. Mixabin gelek kevneşopîyên kurdan ên nexweş li nav wan de rû dida. Wek minak zewacên berdel gelek zêde bûn. Qet ji bîr nakim keçek bi navê Nimet li gund ji birayê xwe re bu berdêl û bê dile xwe çû ser hêwîyê.

Bavê min weke melayê gund ji ber ku zewac ne bidilê keçikê bû mahra wan nebirî. Bavê min di wî warî de gelek henûn bû. tu car zewacên bi vê rengê de mahr nedibirî. Li gund de hîn keç hebûn ji bavê xwe re dibûn berdêl. Tevê ku ez wê demê zarokek gelek piçûk bûm jî min fêm nedikir bê ka keç çawa ji bavê xwe re dibin berdêl û destur didin daku hêwî were ser dayika wan. Yek  ji edetên wan ê kirêt jî ew bû mixabin şer û pevşûnên di nav eşîran de qet nediqedîyan. Bes li gel wan heysetên xirab helbet wekî hemû gelê Kurd gelek ûrf û edetên wan ên xweş jî hebûn.

Gelê gund gelek rê û rismê dinyayê dizanîn mêvanperwer bûn. Hema  bêje herroj di mala axayê gund de pez şerjê dikirin xwarinên giran amade dikirin. Sê jinên axê tevê du berdestêyê xwe bi zor bin vê barê giran derdiketin. Gundî di heman demê de gelek qedr û qîmeta melayan jî dizanîn. Rojên înê piştî ku cemeata zilaman ji mizgeftê derdiket hingê dayika min a rehmetî û tevên jinên gundî li mizgeftê kom dibûn dayika min ji wan re weîz dida. Ez 11 salî bûn em ji gund derketin. Gundî bi malbarkirina me gelek xembar bûn. bavê got ez bi surgun hatim vê gundî,  lê xwedê kirî min hûn nas kirin. Belê, peyva surgunê ji nûve hat rojevê,  Hingê  hate bîra min, min ji dayika xwe pirsî, wê got surgun ew tişte ku dema kiryarek memûran xweşê dewletê neçe, wan boy kar dişinin welatên dûr. Min got baş e kirayêrên bavê min ên ku xweşê dewletê neçû çibûn? Dîya min got; navên we. Ji ber ku bavê te navên Kurdî li zarokên xwe kirîye ew xweşê wan neçû. Belê ez hingê têgehîştim surgun tê çi watê. Û ger tu Kurd bî nikarî bi azadî nav li zarokên xwe bikî. Bes min ew roj ji bîr nekir. Navê Rojbînê boy min bû Sembol. Şikir ji Xweda re îro navê Rojbînê li pirtûkên min, nivîsên min tê nivîsandin. Dibe kû di nasnameya wan de qedexe ye. Bes di nasnameya dile min bi herfên zêrîn hatiye nivîsandin.  Belê surguna bavê min kir ku ez li gund mezin bibim. Zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkevim û herî zêde bi Kurdperwerîya bavê xwe serbilind û şanaz bim.

23.6. 2020
Rojbîn Ozkan
Muş

Derbar Rojbîn Ozkan

Rojbîn Ozkan

Dikarê vê jî bixwênê

Romanên Derûnî/Psîkolojîk

Romana kurdî hêj nekemiliye, lêbelê ber bi kemilandinê ve diçe. Di nav romanên kurdî de …

Şiroveyek

  1. Avatar
    M Huseyn Êsî

    Ez dixwazim li ser peyva “Surgun”ê rawestim.
    Xwîşka Rojbîn serpêhatiya xwe û malbatê daniye ser kaxezê, mixabin ev rewşa gelek malayên kurd e û gelek balkêş e.
    Surgun, li gor fonetîka tirkî ye. Kurdîya wê “Sergom” e.
    Dema otorîtayên zordar bixwestane ku ji merevekî an malbatekê xilas bibin ew dişandin sergomê.
    Ev ji du peyvan pêk tê; ser+gom e.
    Ser: herwekî hûn dizanin jora cendekê mirovî ye.
    Gom: windakirin e. Ango, deshilatê da ku wî merevî yan malbatê ji ber cavê xelkê wî/wan wenda bikin ew diajotin welatekî dûr. Ha, ji vê re digotin: Sergom. Silav û rêz

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.