Dînê Şipya û Zindî

Ne ku Dînê me kêrî me nayê, em nahêlin ku Îslam kêrî me were. Kanî kengî me aboriya mîrasê xistiye jiyana xwe? Di kîjan serdemê de me parkirina ku Xwedê di Qur’anê de li me par kiriye daye hev? An em para mîrasê li gorî tore, orf û edetan nadin yên qels û jinan an jî em li ser mîrasê pev diçin û nadin hev. Ku aboriya mîrasê zindîba ne jin bêqîmet dibûn ne jinên misilman heqê xwe li bal kesên Xwedê nenas nedigeriyan! Ku parkirina Xwedê di civakê de li ser xwe ba û jiyaba baweriya Îslamê ji rojevê nederdiket. Ku me hiştiba ku Qur’an pirsgirêka mîrasê çareser bike, ewleyî ji misilmanan kêm nedibû. Navê me Misilman e, warê me gorîstan e. Nasname navek e, esil tevger in. Me xerabî dît heta tu bêjî bes. Lê heta mirov xerabiyê nebîne, çêyî bi bîra mirov nakeve. Heta mirov li ser destan negere, mirov qedrê piyan nizane. Êdî dema ku em rabin ser xwe û bi Qur’anê bimeşin hatiye. Ku me Qur’an meşand, emê jî  li ser xwe bin, emê jî zindî bin.

Di qisasê de jiyan heye; lê me xwe ker kir. Hinek ji ber ku belengaz in nikarin ne tola xwe bistînin ne heqê xwîna xwe. Yên di bin toreya derdora xwe de ji dêvla ku kujer bikûjin diçin an birayê kûjer an jî ku wî nebînin pismamê kûjer dikûjin. Êdî neheqiyeke din peyda dibe. Li hin dewletan jî ku Misilman bixwazin jî nikarin hikmê Xwedê bînin cih; lewra cezaya daliqandinê li hin welatan tineye. Êdî kî karibe bi kê, ew qanûn e. Ku Misilman herekê ji xwe re li gorî orf, edet û toreya xwe tevdigerin; Dînê wan nebedî dibe. Berberî, neheqî, zilm û qetla ku dibe, li ser navê Misilmantiyê dibe. Tevgerên Misilmanan çiqasî ji Kitêba Xwedê dûr bin,  Misilman ewqasî di nav rewşeke nebaş de ne. Ku biryara Xwedê ne di nav tevgeran de be, ew civak miriye. Ev umet, ji zû de di nav cîha de ye. Heta ku em bêhal neketin me nezantiya xwenî mezin fêm nekir; lê heta mirov nexweş nebe, mirov nizane şev çiqasî dirêj e. Ji zû ve me derb xwariye. Hê nû em bi xwe dihesin. Lewra heta birîn necemide, mirov nizane çawa ye. Êşa me ji dereng fêmkirina me ye; heta birîn sar nebe, jan nade.

Heta mirov xwe nas dike, temenê xwe xelas dike. Me fêm kir ku bêaqiliya me ji nefikiriya me û ne rexnekiriya me ye. Kitêbên zanistên berê, ji ber ku ji aliyê nifşên gelek serdeman nehatine rexnekirin; weke çavkaniyên baweriyê hatine qebûlkirin. Ji xwe ku bi Erebî jî hatibine nivîsandin ti kesî dengê xwe nederxistiye. Riwayet û çîrokên li dijî Qur’anê, zerar dane îmaja Resulullah jî. Ji dêvla ku em li hemberî derewên ku di derheqê zewac û beşeriyata wî de hatine kirin re têkoşînê bikin; em wan çavkaniyên zanistî weke çavkaniyên baweriyê dibînin û li wan xwedî derdikevin. Êdî Dînê me dibe henekpêkirina kafiran; lewra ew rexne dikin û dibînin. Em ketine xefika nezaniya xwe. Kengî em pêrgî mirovên rexnekar û ne ji me bûn, kengî me bi tora înternet û alavên ragihandinê xwe bi dinyayê ve girê da me fêm kir ku heta tor dernekeve ji avê, masî nizane ketiye torê.

Derdora hest û ramanên ciwan, ji aliyê mezinên civakê ve bi tevna pîrê tê dorpêçkirin. Niviştên parastinê, girtîgeha Qur’anê ne. Terîşên dara mirada, şirîkên Xwedê ne. Ne dihêlin ku Qur’an di jiyanê de bije ne dihêlin ku daxwazî bigihên Xwedê. Ji ber ku şirîkê wî nînin, şirîk hemû sixte ne. Heta aqlê me ev be wê tevgerên me jî yên miriyan bin. Heta genim firîk e, mela şirîk e.

Serokên ku xwe kirine şirîkê biryara Xwedê, nahêlin ku biryara Xwedê ser bixwe têkeve jiyana mirov û civakê. Hêza mirovan ji xwe re bi kar tînin. Pêşengên me ji  xwe re ne; weke ku ji me re ne, dipeyivin. Em ji rêberê ku em ji heman nasnamê ne hez dikin. Tevgerên baweriya ku Xwedê daye ber me ji me re negiring e. Bi vî hawî ti kes hij me nake. Ti kes ne xwe dike weke miriyan û ti kes ji sixtekaran hez nake. Heta ku dîk mîr û tajî kizîr be, tu mêvanan li derê malê nabînî.

Burokrasiya şirkîstanê, dest daniye ser baweriya ku tenê ji Xwedê re be. Êdî Dîn ne ji wî tenê re ye, pareke dewletê jî tê de heye, pareke nejatperestiyê jî tê de heye, pareke ahlên Xwedê jî heye, pareke dostên Xwedê jî heye, pareke mezheban jî heye, pareke riwayetan jî…

Em tevde li ser fitrata Îslamê hatine xuliqandin. Ji ber vê sedemê ev dîn bi hemû tiştên xwe gerdûnî ye. Ma dema ku em qenciyê dikin kêfa me nayê? Dema ku em xêrekê didin wijdanê me rehet nabe? Resûlullah, ku nimêja xwe bidawî tanî û silav dida, berê xwe dida cimeta xwe û dipirsî: “Kesî ji we ku bi rê de mane hene? Kesî ji we birçî hene? Alîkarî ji kê ji we lazim e?” ha ew pirsên piştî îbadetê Dîn şipya dihişt. Lê mixabin îro bi milyonan Misilman zikê nadin,  sedeqeyan nadin û bi nasnameya Misilmantiyê dijin. Yên ku dixwazin bidin hene; lê ji ber ku qanûnên dewleta wan ne Îslamî ne baca ku ji wan tên stendin pişta wan dişkîne. Azadiya baweriyê ne tenê serbestberdana ku Misilman karibin nimêj bikin û rojî bigrin. Divê dewletên wan baca ku ji wan distînin weke sedeqê û zikê ji wan bigirin û li hewcedaran belav bikin. Ku ne wisa be Îslama me ji mizgeftê dernakeve û nakeve jiyanê. Misilman divê ji desthilatdarên xwe bixwazin, lewra heta tu deriyan nekutî, derî li ber te venabin.

Yên ku li hemberî fitrata Xwedê tevdigerin, mirî ne. Kor in, ker in, lal in. Dengê Xwedê naçe wan, dengê weswesê diçe wan. Tewanbar in, koleyê qebhetên xwe ne. Divê her Misilman karibe gunehê xwe bi rêve bibe û di jiyana xwe tevde nebe êsîrê gunehekî xwe. Her Misilman bila kefaretên xwe bide da ku peyase zindî bibe. Yan bila koleyan azad bikin an bila feqîr û birçiyan têr bikin. Bila li ser xwe be civaka Misilmanan. Ku qanûn bêne bikaranîn zindî ne yana mirî ne.

Ew Qur’an, di koşeyekê de jibîrkirî, bêxwendevanê wateyê û tenê. Hatiye terkirin ew barana ku mirovan zindî dike. Ma em çibikin? Heta ku ‘etar tiştekî genî nekin naxwin.

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply