DERBARÊ ROMANAN DE ÇEND GOTINÊN GELEMPERÎ

Bîst salin ku ez derbarê romanên  kurdî de û bi gelemperî derbarê hunera romanê de  dinivîsim. Nivîsên min ên derbarê romanên kurdî de nivîsên danasînê, nirxandinê, analîz û şîrove ne. Digel van nivîsan nivîsên derheqê teorîya hunera zanîstîya romanê de jî dinivîsim. Sê pirtûkên min ên derbarê romanên kurdî de hatine weşandinê.. Pirtûkek min jî li ser zanîstîya hunera romanê ji bo çapê amade ye. Herî dawî min di malpera Çandname de li ser “Di romanê de leheng û karekter“ nivîsî/ Weke berdewama wê nivîsê ez ê vê nivîsa ku hûn xwendevan niha dixwînin, xebata xwe a derbarê hunera romanê, têgihîştiya zanîstîya romanê û cure cure mijarên ku romanê eleqeder dikin binivîsim û xebata xwe bidomînim.

Di romanên kurdî de leheng, fîgur, kes, kesayetî, tîp û karekter hinek xeyalîne, hatine qulqandin/afirandin û hinek jê jî rastîn in. Di romanên biyografîk û otobiyografîk de ev rastî berbiçav e/ Hinek romannivîser jiyana xwe, serpêhatî û serboriyên xwe weke roman dinivîsin. Di ev cure romanan de xeyal tune, yan jî pir hindik e, kêm e.

Di romana kurdî de pêşketineke berbiçav heye. Gelek nivîskarên kurd ku berê helbest yan çîrok dinivîsî, paşê dest pê kirin roman nivîsîn. Lewre jî hejmara romanên kurdî her diçe zêde dibe. (Di sala 2019an de nivîskarekî  kurd î berhemkar di saleke de sê roman nivîsî û weşand, ev jî şanazî û hêjayiyeke ji bo pêşveçûna romana kurdî.) Di hêla naverok û cure mijarên ku têne rave kirin de jî pêşketinek heye, dewlemediyek heye.

Di hinek romanên kurdî de, diyalog, guftugo, bi hevûdu re axaftin pirt hindike û di hinekan de gelek e, weke hevpeyvîneke dirêj e, mirov dibêje qey du kes bi hevûdu re hevpeyvîn dikin. Loma jî hinek roman di nav hevpeyvîn û ceribandinê de dimînin.

Hinek romannivîser ji deh kesan dikarin kesekî biafirînin. Nivîskar dikare deh kesayetiyan di yek kesayetiyek de, yek lehengeke romanê de biafrîne. Ji karekterên çend kesên cuda dikare karektereke hevbeş bê afirandin.

Min di nivîsa xwe a sernavê wê “Di romanê de leheng û karekter“ bû de nivîsîbû, loma jî ez naxwazim mijarê li vir dubare bikim. Lêbelê ez ê van çend gotinan lê zêde bikim. Karektera lehengan bi gotin û kirinên wan bi taswîr û ravekirina vebêj tê zanîn. Başî û xirabiya kesên di romanan de ne, bi helwestgirtina wan, bi dîtin, raman û pratîka wan dîyar dibe. Xwedî karekterên curbecur dikare baş be, nebaş be, qenc be, çikût be, zana be, mêrxas be. Li gor çîroka romanê, naveroka wê, cure cure karekter têne afirandin.

Di romanan de şêweya bikaranîna zimanê romanan ji hevûdu cuda ye. Ziman li gor naverokê were afirandin hîn baştir e. Zimanê romanek fantastîk, honaka zanîst û zimanê romaneke ku di gund de gundîtiyê rave bike, di bajaran de fabrîqa û têkoşîna sendîqayan qal bike ne wekhev e. Ziman û zanîna lehengekî rewşenbîrê romanê û lehengekî xêfik, yan dînekî bêeqil, gotinên wan, lênêrîna wan wek hev nabe.

Di hinek romanên kurdî de taswîr hindikin. Li gor naveroka romanê, li gor mijarê, hebûna taswîrê payandiyeke girîng e û pêwîst e û divê hebe. Di cîhana çêker a romanê de, di jiyan, serpêhatî û bûyerên ku di romanê de derbas dibin taswîr pêwîstiye.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply