Seydoyê Silo û Klama Dayîka Erol Mîntaş

Ji fîlmkêşên Fransî Biraderên Lumière pêve sînematografiya cîhanê her ku çû rengek cûda girt. Wextê van zilaman fîlm dikişandin, Kurdan li gelî, newal, û şevbêrkên Kurdistanê dengbêjî  dikirin û teqez jî haya wan ji kamerayê tunebû.

Sal ji salan derbas bûn, her ku agirê sînema û fîlmçêkeriyê geş bû li cîhanê û xurttir bû, agirê li ser pişta Kurdistanê jî gurtir bû û  bindestiya kurdan xurttir bû. Cîhanê fîlmên derbarê asîman û fezayê çêkir û koçî heyvê kirin, Kurd jî mejbûr man ku ji Kurdistanê koçî metropolên dagirkerên xwe bikin. Gelê cîhanê ji bo sînemayê çîrok diafirandin û dikirin senaryo, Kurd jî bi xwe dibûn çîrok û li serê rêyan diketin.

Ji dayîkbûna sînemayê heya niha xelkê, sedsala sînemaya xwe temam kir, lê belê ya kurdan hêj çalepîka diçe. Îja ev çend deh sal in ku êdî kurd jî ji sînemayê haydar in û lepa lepa ketin nav fîlmotografyayê.  Carinan raste rast carinan jî qulopanî fîlmên kurdan derketin û cîhanê peyder pey qala rewşa vî gelê paşvemayî kir. Dîsa jî em baş dizanin ku wextê cîhanê fîlm çêdikirin, kurdan jî dengbêjî dikir û saya wê jî li rûyê erdê man.annem

Piştî salên 90î, him sînemaya kurdan him jî dengbêjiya kurdan qalikê xwe guherand, Zarokên kurdan yên wê hingê ji sînemayê hisiyan lê belê vê carê jî hay ji dengbêjiya kal û bavan tunebûn. Dengbêjî tenê wek klamên dayîk û bavên wan man. Wek klamên kal û pîran yên kevn bi nav dikirin. Baş e ku xortekî wek Erol Mîntaş rabû, zend û bendên xwe hilda bi sînemayê ve klama dayîka xwe ji me re got. Ez naxwazim behsa serketina zimanê fîlmê, lîstikvaniya Zubeyde Ronahî, Azîz Çapkurt û Feyyaz Duman bikim. Îşekî şareza derxistine û bila dilên wan her sax be. Jixwe ew xelatên qezenckirine jî wê yekê nîşan dide.

Erol ne tenê çîroka dayîk û kurekî wê da pêş çavan, heman demê dîrok û bîra me ya ku di nav kasetên dengbêjan de mane anî bîra me. Seydoyê Silo her kî be jî heye, û hatiye jibîr kirin. Seydoyê Silo, ne tenê dengbêjek e, zimanê me ye, dîroka me ye, çand û hunera me ye. Nirx û kelepora me ye. Derhênerê genc ev tiştan bi zimanê sînemayê carek din dîsa li bîra me xistiye. Bi min Seydoyê Siloyê nûjen, Erol bi xwe ye. Dengê Seydoyê Silo îro bûye kameraya Erol. Di her sahneyê de motîfek kurd heye. Heta ku ew sahneya Dayîka Nîgar û Elî lê dikenin nîşanî me dide ku Charlie Chaplin jî kurd e. Tevî ku mijarên me ji êş, elem û dramayê pêk tên, hin dîalogên vê fîlmê yên pêkenok berçav dike ku komediya bi kurdî jî mumkun e.

Diyalektîka Tawis û Qirikê jî gelek wateyan dertîne. Ne ji wê pozbilindiya tawisê ne jî ji bextreşiya qirikê. Divê em kurd ne ji qijikiya qirikê razî bin, ne jî tawisê kurdewar jibîrkin. Ya baş ew e ku em kurd her çi bikin jî bi zimanê dayîka xwe bikin. Ez bi wê hêviyê me ku gelek Seydoyê Silo yên wek Erol derkevin û miletê xwe têxin ber kameraya pîroz. Min bi xwe  ev klama dayîka Erol Mîntaş gelekî eciband. Destên kedkaran sax be. Teqez biçin sînemayê û temaşekin!!

Salîh Suleymanî

Derbar Çand Name

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply