Şekirê Zêde Dijminê Hinavan e

Şekir ku wekî tiştê li Herêma Kurdistanê herî zêde tê bikaranîn e, dema kêm be di aliyê derûniyê de ne baş e, lê dema zêde be jî dijminê hinavan e.

Li Herêma Kurdistanê, li gorî parçeyên din şekir zêdetir tê bikaranîn. Pisporên tenduristiyê dibêjin ev ne baş e. Li gorî lêkolînan, şekir herî zêde ji bo hêstewariyê baş e. Giyana mirov baş dike, mirov pozîtîf dibe û kêm be jî tengasiyan dide jibîrkirin. Tê zanîn ku şekirê toz li maskeyên ji bo cildê mirov tên amadekirin bê zêdekirin, noqteyên reş ên li sûretê mirov jê dibin. Şekir her wiha hêrsa mirovên kîndar datîne, tazebûn û bêhna qehweyê diparêze, di fêkiyan de jî heman rolê dilîze.

Gelek nexweşîn jê peyda dibin

Lê pispor dibêjin şekirê zêde jî ne baş e. Herî zêde ji aliyê zêdebûna şekirê di nav xwînê de, zirar dide. Ev dibe sedem ku mirov zû birçî bibe û xwarinê zêde bixwe. Ev jî hemû dibe sedema qelewbûnê. Diran kurmî dike, obezite, diyabet, nexweşiyên dil, kevirê di gurçikê de, penceşêr, tansiyona zêde, felc, ulser, bêhnçikandin, êşa bayê ya di canê mirov de, bêtaqetî û helandina hestî jî tenê ji çend encamên neyînî yên xwarina şekirê zêde ne. Şekirê zêde her wiha taqeta canê mirov li hemberî germ û serma û mîkroban jî kêm dike.

Kurdî: Rûdaw.net

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply