Bajarê Mereşa Bakurê Kurdistanê ku bi qeşaşîr ango dondirmeya xwe, nav û dengê xwe li cîhanê belav kiriye, di hinardekirina qeşaşîr de niha derketiye asta herî bilind.
Li bajarê Mereşê 5 kargeh û kompanyayên mezin bi firotina buhayê 100 milyon dolar qeşaşîrê hilberînên xwe rêdikin 15 dewletên cîhanê. Karsazên Mereşê dibêjin ku “Armanca me; xwegihîştandina hemû dewletên cîhanê ye”.
Ev nêzî 60 sal in ku bajarê Mereş a Bakurê Kurdistanê, bi çêkirina qeşaşîra xwe, nav û dengê xwe li cîhanê belav kiriye.
Turgut Pekel Xudan kargeh û kompanyeyke mezin yê qeşaşîrê ye li bajarê Mereşê, ew karê xwe bi ciddiyeteke mezin ev 55 sal in dimeşîne. Berê ji bo ku qeşaşîr çeke, di sitîlên mezin de şîrê xwe dikeland û qeşaşîra xwe çêdikir. Ew îro bi şêwazeke profesyonel vê qeşaşîrê ji 15 dewletên cîhanê re hinarde dike.
Karsaz Turgût Pekel ji Rûdawê re diyar kir ku roja ewil hata roja dawî wan bi tu aweyî ji qalîteya xwe kêmasî nekir û bi xîreta wan îro qeşaşîr bû sembola bajarê Mereşê û wiha domand: “Ez hîn zarok bûm min dest bi vî karî kir. Berê karê me gelek zehmet bû lê niha mekîneyên me yên pêşketî hene. Berê me tenê di sîtilek de dondirmeyê çêdikir, niha em di rojekê de karin bi tonan qeşaşîrê çêkin”
Madeya xav a sereke ji bo çêkirina qeşaşîrê şîr û sahleb e. Sahleb her çend li tevahiya çiyayên Bakurê Kurdistanê şîn dibe jî, sahleba herî bi qalîte li çiyayên bilind yên bajarê Mereşê çêdibe. Di tonek qeşaşîrî de, tenê 8 kîlo sahlep tê bikaranîn û kiloya sahlebê bi xwe 400 lîreyê Tirkan e.
Li gor pisporên qeşaşîrê; qeşaşîra herî baş yê herî hişk e. Hostayê qeşaşîrê Ehmed li navenda bajarê Mereşê ji bo ku qalîteya dondirmeya xwe ango hişkbûna wê bide nîşanê kiryaran qeşaşîra xwe ya 100 kiloyê bi derê dikana xwe ve kiriye û bi bivirê dibire, ew jî hostayekî 20 salan e û dibêje: “Qeşaşîr ji bo Mereşiyan evînek e.”
Hostayê qeşaşîrê Ehmed jî got: “Bila tu kesek nebêje em bi qasî mereşiyan qeşaşîrê baş çêdikin, nexêr, ew ne mumkun e. Formula herî baş di destê me mereşiyan de ye. Ji bilî me , ez ne bawer im ku ti kesek vê formulê dizane. Ttaybetiya qeşaşîra Mereşê, ji xwe ew formul e.”
Qeşaşîra Mereşê her wisa ji bo aboriya vî bajarê jî dahata sereke ye. Mistefa Kervancıoglû ku Endamê Rêvebiriya Yekitiya Qeşaşîrfiroşên Mereşê ye dibêje hemû kargehên Mereşê yên qeşaşîrê rojane di navbera 25-30 tonan de dondirme çêdikin.
Mistefa Kervancıoglû destnîşan kir ku qeşaşîra wan li cîhanê tê naskirin û wiha domand: “Eem ji Mereşê ji bo dewletên Ereb û Ewrûpa re hilberînên xwe hinarde dikin. Armanc û hedefên me hene. Ew jî gihîştina hemû dewletên cîhanê ne”
Li bajarê Mereşê 5 kargeh û markayên mezin ên qeşaşîrê hene. Salewext ji bajarê Mereşê nêzî 20 hezar ton dondirme ango qeşaşîr bi 100 milyon dolarê tê firotin.
Rûdaw