Şemî , Sermawez 17 2018
Home / Danasîn / Pirtûknasîn / Rihekî Perdekirî: Romana ‘Perde’

Rihekî Perdekirî: Romana ‘Perde’

“Di rihê her mirovî de perdeyek heye, hinek perdeya rihê xwe çîrçîrî dikin, hinek jî di nav perdeya xwe de digevize û dinale…’’
Perdeyeke rihî ye a ku li bedena Gultenê hatiye fesilandin û pêçandin. Roman berê berê di mekanekî dest pê dike, paşê jî mekan tê guherandin. Roman di navbera du mekanan û du bajaran de dibore. Bajarê ewilî Amed e, yê diduyan jî Stenbol e, paşê bûyer û mijar diguhere. Di romanê de karaktera me ya sereke Gultenê ye. Hemû mijar û bûyer li derdora wê dizivire. Gulten dema ku diçe Stenbolê wextekê li wir dijî, di wê demê de gelekî mejiyê wê tevlî hev dibe… carinan di navbera canda xwe û canda jiyana Stenbolê de tê eciqandin. Di navbera hestên xwe, dostên xwe û hevalê bavê xwe de asê dimîne, timî perdeyek li dijberî ruhê wê xwe xuya dike, ev perdeya nahêle Gultênê hertiştî zelal bibîne, perdeyek li ser hestên wê hatiye raxistin, perdeya ku li hestên wê hatiye fesilandin, nahêle Gultenê azad bijî. Gulten dike û nake nikare xwe, ruhê xwe azad bike. Dixwaze wê perdeyê çîrçîrî bike feqet timî dudilî dimîne. Ruhê Gultenê ne azad e, li azadiyê digere feqet nizane ku azadî di mista wê de ye. Halbûkî azadî ne li derve ye, azadî tiştekî hundîrînî ye, azadî bi hiş ve girêdayî ye. Loma jî Gultenê timî di ger û gêrekê de ye. Feqet di vê ger û gêrê de gêj bûye û dibe….

Gulten ji bo ku hevalê bavê xwe Baqî bivîne tê heta Stenbolê, gava Gulten tê stenbolê li cem pismamê xwe û hevala wî dimîne, her çiqas hevala pismamê wî ne bi dil be jî, Gultenê ji xwe ra nake xem. Di vê navberê de Gultenê bi sazbendekî re dikeve têkiliyên hevaltiyê û zayendiyê, feqet Gulten ji vê rewşa xwe hinekî aciziyê û diltengiyê dike, paşê bi xwe re dikeve şikekê, ji ber ku rihê wê ji terefê orf û edet û canda wê ve hatiye perdekirin. Welhasil Gulten li dû şopa hevalê bavê xwe ketiye, bi saya msn û înternetê xwe digihijîne hevalê bavê xwe Baqî… Gulten wektekê bi Baqî re dikeve sohbet û têkiliyan, herhal bavê Gultenê pirr pesnê Baqî daye li hemberî wê loma jî Gultenê bi eşqekê û bi kelecanekê bi Baqî danûstendinê dike. Bavê Gultenê heyrana Baqî bû, loma jî di binhişiya Gultenê de Baqî mirovekî mezin, jîr, jêhatî û qedirbilind xuya dibe. Yanê Gultenê di bin bandora gotinên bavê xwe de mabû, ji ber van sedeman Gultenê di binhişiya xwe de aşiqî hevalê bavê xwe bûbû û li dû şopa wî ketibû. Baqî di binhişiya Gultenê de qehremanekî mîtolojîk bû, lehengekî efsûnî bû. Gultenê ji bo Baqî hatibû heta Stenbolê, feqet Baqî jî li Germaniyê dijîya. Taliya talî  Baqî ji Germaniyê dide rê û tê heta Stenbolê ji bo ku Gultenê bibîne. Feqet li ser msn’ê Gultenê qet qala bavê xwe jê re nake, Gulten Baqî ji binî de digire, wekî du biyaniyan tên hevdu nas dikin bi saya sanalê. Piştî Baqî bi Gultenê re dikeve têkiliyeke zayendî şûnde, Gultenê rastiyê ji hevalê bavê xwe re dibêje, wê çaxê rih ji Baqî dikêşe… di çavên Gultenê û bavê wê de Baqî lehengek bû. Feqet Gultenê dît ku Baqî jî yekî ji rêzê rêzetirîn e. Gultenê rastiya Baqî derxistibû holê. Ev çîrok bi serê xwe trajediyeke-bû, feqet gava ku şerrê Trûwayê çêdibe, sedem tenê jinek e, tenê jinek dibe sedemên ew qas kuştin û pevçûnan, loma jî esil tiştê ku Baqî jî kiriye li gorî çîroka Trûwayê tiştekî gelekî asayî ye. Karekterê Dostoyewskî yê romana Birayên Karamazov û bavê xwe jî ji bo heman jinê şerekî dijwar kiribûn mirov dikare mînakên wiha gelekî bidin loma jî tiştekî asayî ye. Feqet yê ku bavê Gultenê xistibû nav ramyariyê û rêxistinê, Baqî bi xwe bû, lê niha rewşa Baqî ne tu rewş bû, trajediya heqîqî herhal ev e. Esil di vir de binhişiya mirovî derdikeve holê, lawazbûna mirovî derdikeve holê, kirêtbûna mirov derdikeve holê, mirov esil di bingeha xwe de nebaş in, di rastiyê de esil mirov paşê nebaş dibin. Mirov rûberekî xetere ye, mirov ew qas ne tekûz in, Nietzsche bêsebeb negotibû “mirov kêm in…” Îcar Baqî ji bo jinekê ji Germaniyê heta Stenbolê hatibû, Gultenê binhiş û derhişiya Baqî li ser sifrê raxistibû. Divê a ku di vir de bê nirxandin ramyarî û rêxistina ramyariyê bixwe ye. Divê hemû sazî bêne nirxandin, îcar pirseke din tê hişê mirov, gelo ên ku bi saziyê, siyasetê û bi rêxistinê ve têkildar in qey mafê wan tune ne bi jinan re têkevin têkiliyan? Esil divê rihê gelên bindest bên nirxandin û rexnekirin, bi saya vê çîrokê mirov dikare li ser gelên bindest û siyaseta wan hîn zêdetirîn hûr û kûr bifikire, rexne bike û binirxîne. Gelên bindest her tiştên wan ne wekî yên serdest in, şerdên wan û hwd.. loma jî jiyana gelên nexweser tim bi êş, elem û bi kul in, tiştekî wan ne normal e, her tiştên wan hema hema ne normal in. Helbet sedemên wan tiştan hene. Gultenê ji wan karakteran jê yek e. Di rihê Gultenê de pirsgirêk heye, di mejiyê wê de tevlihevî heye, li xwe digere feqet di xwe de winda dibe. Pirsgirêkên wê yên zayendî hene. Gulten di romanê de bi sê kesan re dikeve têkiliyan, bi sazbend, Baqî û Maqûl re dikeve têkiliyên zayendî, feqet Gulten ji terefê têkîldarekî xwe tê tecawizkirin ango ji terefê Maqûl ve tê tecawizkirin, welew gumanek wilo bi Gultenê re çêdibe. Di civaka bindest de welew di gelên bindest de zayendî her tim bûye pirsgirêkek mezin û hîna jî pirsgirêkeke mezin e. Halbûkî divê tu zayendiyê jî mîna xwarin, vexwarin û jiyana rojane bibînî, esil zayendî tiştekî pir normal e, hewce nake mirov di serê xwe de ew qas jî mezin bike. Îcar ji ber ku gelên bindest piraniya wan zayendiyê di serê xwe de mezin dikin, loma jî tiştên wisa tewşomewşo dertê holê. Gelên bindest welew civaka bindest her tiştên xwe timî kêm jiyane, loma jî tiştên ku tu tim kêm jiyane li ber çavên wan tim û tim mezin tê, zayendî jê yek e. Helbet sedemên van tiştan hene, piranî jî şerdê ku mirov têde dijî û mezin dibe bandorek mezin di xwe de xwedî dike. Zarokatî di warê zayendiyê de cihekî girîng digire. Mirov dikare bêje bi saya Perdeyê, binhişiya gelên bindest ji binê perdeyê derketiye holê, bi saya Perdeyê jiyana jinên ku di bin tesîra orf û edetên berê de maye derketiye holê ango perde hinekî hebûn û an jî tunebûn derxistiye holê, feqet piranî jî rastiya binhişiya gelekî, kesekî û çand, orf û edetên gelekî raxistiye li ber çavên me…

Di romanê de Gultenê û Virgînia Woolf şibandine hev, yanê li gorî romanûs, karekterê Virginia Woolf ên femînîst û karekterê Perdeyê ango Gultenê heman mafî digerin, li xwe digerin, li mafê xwe digerin, li azadiya xwe digerin, li xwserîbûna xwe digerin. Feqet nivîskar çiqas bi ser ketiye ev jî tiştekî gengeşiyê ye. Ji ber ku di romanên Woolfê de ew qas ramyariya gelekî, orf û edetên gelekî tune ne. Karekterên Woolfê piranî li xwe digerin û li dû şopa heyînê ne, heta mirinê jî didin dû heyînwariyê, hewce bike jî dawiyê xwe dikujin. Gulten jî li dû hebûn û tûnebûna xwe ketiye, feqet Gulten karektereke ne bi xwe bawer e û qels e, karekterê Woolfê berovajî bi xwe bawer e, û ne qels e. Gulten bê kontrol tevdigere, li çi digere baş nizane, timî têk diçe, feqet a ku lê digere ew ê bibîne an jî nebîne ne diyar e… Feqet Gulten mîna nivîskareke hemû tiştê ku jiyaye di deftera xwe de nivîsiye û ew bi xwe hem karekterê romana xwe ye, hem jî xwediyê romana xwe ye, ji vê hêlê hinekî dişibe karekterên Virginia Woolfê… di hundirê romanê de bi devê karakteran û bi nivîsandina Gultenê û bi xwendina Gultenê em romanê hem guhdar dikin û hem jî em dixwînin, helbet ev sehneyeke serkeftî ye.

Her çiqas “Perde” ya Cîhan Roj û “Gerîneka Guernîcayê” ya Yildiz Çakar şibiyabin hev jî feqet  ew qas naşibin hev jî, belê hin dîmen bişibin hev jî taliya talî her du roman jî  xwser in. Tenê bandor li hev kirine. Îcar Yildiz Çakar “Perde” xwendiye welew nexwendiye ew tiştekî din e. Heke xwendibe îhtîmal e ku di bin bandora Perdeyê de mabe, ger nexwendibe jî taliya talî hin dîmenên wan şibiyane hev, ev tiştekî normal e. Dibe ku du romanûs qet romanên hev nexwendibin û dîmenên wan jî bişibin hev ev ne tiştekî pirr awarte ye, tiştekî asayî ye. Jixwe her tişt ji teqlîdan pêk tê. Feqet her roman ji hev cuda ne, tenê hin sahneyan wan dişibin hev, sedî sed her du roman naşibin hev, xweseriya her romana jî cuda ye…

Çorê ARDA-Diyarname

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir