Duşem , 3 Tebax 2020

Rêwî – “Romana zimanê bê xwedî!?”

 

  1. Min bi sedan pirtûkên zaniest(î) bi zimanê biyanî li ser mijarên cewaz xwendin e. Bi dehan pirtûk û romanên di derbarên dîroka (=mejû) gel û kêmîna de guftûgo kirin e. Sîyaset ya dewletên rojhilat, zagon û bi taybetî jî ya Komara Tirkiyê û pê re jî ya navdewletî beşekî pêzanînên min in. Dîsan jî kêm pirtûk û romanên naskirî ji min re bûne serincrakêş û ciyê sersamiyê!

 

Ya rast ji wan jî tenê hinek romanên girîng, “fêrker” û tijî trajêdî her di bîra min de mane. Ew jî ev in: Cengiz Aitmatov: Rêya pale; Lêo Tolstoyî: Şer û Aştî; Franz Werfel: Çil rojî şerê li Çiyayê Musa; Yaşar Kemal: Mihemedê Bejinzirav; Bernhard Schlink: Xwîner.

 

  1. Lê herçend bo min ciyê daxê be jî min kêm berhemên bi zimanê dayikê (kurdî) wek roman xwendin e! Û romanên min bi kurdî xwendine jî wek “Şivanê Kurd” û “Kela Dimdim” ne wek dilê min in.

 

Bes li gor hemû ezmûn û pêzanînên min pirtûka birêz Îkram Oğuz ya bi nave “rêwî” bi babet û zimanê xwe, bi mînak û şîkariya (analîza) xwe, hîç ne kêmî romanên nivîskarên biyanî ye! Ew nîşana dîrok, hebûn û belgename ya azarkêşî û trajêdiya Kurd e; berhema zimanê netewê “bê xwedî, bê dewlet û bê şivan e”.

 

Heger mirov destên xwe deyne ser wijdanê xwe û berhevkirineke (=berawirdkirineke) bê layen (=bê alîgirtin) di derbarê wê de bike, wê derê hole ku keda birêz Îkram ya di romana bi nave “rêwî” de hêjayî xwendin, belavkirin, nirxandin û pesindanê ye!  Ew hem bi kurdiyeke zelal, dewlemend û balkêş (kurmancî) û hem jî bi mijar û mînakên ronkirina xwîneran hatiye amadekirin.

 

Ev pirtûk ji rûpela pêşî heta ya dawîyê (288 rp.) bi zimanekî bedew û kedeka xurt hatiye nexşekirin. Loma di her rûpelî de hem pisporî û hem pêzanînên romannivîs dertên ber çavên xwîner.

 

Xwîner dibe şadê siyaseta dewleta zordest ya Tirk! Wê, Tirkiyê, hêj di despêka damezrandinê ve hem bi dek û dolaban hem bi zorî û destdirêjiyê û bi taybetî jî bi rêya perwerdekirinê siyaseteke tund û navbirdinê (=asîmîlasyonkirinê) li dijî Kurd, çand û zimanê wî, bikaraniye û tîne. Loma “rêwî”, zîrek û lehengê berhemê, dibe şadê desthilatdariyeke despot, bê sînor tijî nijadperestî! Xwînerên romanê jî bi pirtûka “rêwî” dibin şadên tekoşîn, şer û pevçûna nava çep û rastgiran.

 

Di mînaka şer û pevçûna nava xwendevanên çepgir yên Kurd û rasgir yên Tirk de hem refgiriya “dewleta despot” û hem jî perîşaniya Kurd bi giştî tên ber çavên xwîner û xwîneran. Xwîner dibîne, ku Kurdên Bakur ji aliyê Tirkiyê ve ji mêj ve hatine tevzandin; “xesandin”, ketine nava baznekî betal! Di dawiyê de lehengê romanê Tajdîn jî dibîn e, ku dewlet di dijberiya xwe de ti cewaziyê naxwe nava şêx û mela, gundî û xwendevanan, şivan û gavanan: Her û tenê neyarê wê Kurd e!

 

  • Bi rêya xwendina „rêwî“ hem malwêranî û hem şikestina Kurdên Bakur di mînaka hinek gundiyên belengaz û hinek jî xwendevanên zankonyan de tên ber çavên xwîneran. Dewlet bi rêya „mamost yên bi eslên xwe Kurd“ zimanê kurdî û çanda wî li ber Kurd reş û qedexwe dike. Siyaseta ku mamoste yên bi eslên xwe Tirk hîç nakin û nikarin bikin jî, mamoste yên bi eslên xwe Kurd li dijî Kurd rijd û tund bi kartîn in. Bi ya min ev mezintirîn (=gewretirîn) sedema serketina dewleta Tirk û navbirdina Kurdên Bakur e! Loma di romanê de jî tê gotin, ku „kurmê darê ne ji darê be, dar na rize“!

 

  1. Ev romaneke hêja ye!

 

Balkêşe ku nivîskarê pirtûkê bi kedeke dûr û dirêj û bi dilovanî ew amade kiriye. Ez bi xwendina wê sersam mam! Min hîç nizanibû ku romanên Kurdî yên wiha nirxdar jî hene! Ma çima ev romana wiha girîng heta roja me ji aliyê Kurdan ve bi giştî ne hatiye xwendin!? Wextê mirov li bîra xwe tîne ku di roja me de bi milyonan Kurdên Bakur dev ji zimanê bav û kalan berdane û ew herroj kêmtir zimanê dayikê bi kartînin, girîngiya wê hêj bêtir dîyar dibe. Loma bi ya min romana “rêwî” bo têgihiştina pirsgirêkên Kurd baştirîn berhem e! Heger ev roman ne bi Kurmancî, anî Kurdiya Bakur bûya, bê guman ewê ji aliyê milyonan ve bi hata xwendin. Dîsan renge nivîskarê romanê bi xelateke bejeyî jî bi hata pîrozkirin!

 

Bo min tiştê gotinê ne maye. Bila destên nivîskar birêz Îkram sax be. Bila serkeftin para wî be û ew her berhemder û xwediyê temenekî dirêj be!

 

                İkram Oğuz, Weşanên Dozê, Çapa yekê, Îlon 2017

 

 

Dr. Celalettin Kartal

Pisporê kêmina û kurdnas, zanistê yasaya navdewletî, mamostê lewepêş yê zankoyên Hannover û Hildesheim, beşê ayîn û siyasî.

 

 

Summary:

 

Der Verfasser bespricht in kritischer Würdigung den kurdischen Roman „rêwî“ und stellt fest, dass dieses literarische Werk des Autors Îkram Oğuz wegen seiner klaren Sprache, thematischen Kozeption und der historischen Darstellung nachvollziehbar und anschaulich die bis in die Gegenwart fortdauerende Unterdrückungs- und Assimilationspolitik der Türkei gegenüber den Nordkruden beschreibt.

 

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Pirtûka Dehemîn a Konê Reş Derket

Di dawiya heyva Gulana /2020an de, dehemîn dîwana Konê Reş bi navê (Qamişlo-Pol: Helbest û …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.