Siyaset qûmar bû
Dinya maseyek qûmarê bû
Dinya alem ji xwe re bi vê qûmarê dileyîstin
Li ser maseya qûmarê hemû cûre millet rûniştibûn.
Tirk, Ereb, Fars, Ûris, û hwd..
Li ser her tiştê min dileyîstin.
Nirx, ax, gund û bajar.
Hema her tiştên min yên li sererd û binerd..
Ew bi kelecan ji xwe re dileyîstin,
Û ya herî bijan, dema ew dileyistin,
kurdekî jî çay li ber wan digerand…
Peyvên SerekeHelbest Ronî Aram Wêje
Check Also
Vladimir Propp – Folklor/ Teorî Û Dîrok (Kurtasî)
Jiyana Vladimir Propp (1895-1970) Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an …