Qertafên tewandina lêkeran wek li jêrin tên nimandin, meriv dikare bi du beşan bibeşîne. Bi gorî tewandina lêkeran him li peş rayên ( kokên ) lêkeran him jî li paş wan tên. Ji wan re jî « peşqertaf » û « paşqertaf » tên gotin.
- Paşqertafên ( xurdeyên ) Tewandinê
- Qertafên Zemanê Borî yê Dûr
( Min, te, wê/wî, me, we, wan ) :
Xwend-î-y-e Cût-î-y-e Firot-î-y-e
( Ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
Mir-im-e, mir-î-y-î, mir-î-y-e, mir-in-e, mir-in-e, mir-in-e
Hat-im-e, hat-î-y-î, hat-î-y-e, hat-in-e, hat-in-e, hat-in-e
Ket-im-e, ket-î-y-î, ket-î-y-e, ket-in-e, ket-in-e, ket-in-e
- Qertafên Zemanê Borî yê Nêz
( Min, te, wê/wî, me, we, wan ) :
Xwend, Cût, Firot
( Ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
Mir-im-, mir-î, mir, mir-in, mir-in, mir-in
Hat-im, hat-î, hat, hat-in, hat-in, hat-in
Ket-im, ket-î, ket, ket-in, ket-in, ket-in
- Qertafên zemanê niha :
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
di-xwîn-im, di-xwîn-î, di-xwîn-e, di-xwîn-in, di-xwîn-in, di-xwîn-in
( ez, tu, ew, em, hûn, ew) :
di-mir-im, di-mir-î, di-mir-e, di-mir-in, di-mir-in, di-mir-in
- Qertafên zemanê wêbê :
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
-ê bi-xwîn-im, -ê bi-xwîn-î, -ê bi-xwîn-e, -ê bi-xwîn-in, -ê bi-xwîn-in, -ê bi-xwîn-in
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
-ê bi-mir-im-, -ê bi-mir-î, -ê bi-mir-e, -ê bi-mir-in, -ê bi-mir-in, -ê bi-mir-in
- Qertafên raweya xwestinê û raweya fermanî :
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
bi-xwîn-im, bi-xwîn-î, bi-xwîn-e, bi-xwîn-in, bi-xwîn-in, bi-xwîn-in
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
bi-mir-im, bi-mir-î, bi-mir-e, bi-mir-in, bi-mir-in, bi-mir-in
( tu, hûn ) :
bi-xwîn-e, bi-xwîn-in
( tu, hûn) :
bi-mir-e, bi-mir-in
- Qertafên Zeman û Raweyên Hevedudanî :
Çîroka Zemanê Niha :
Ez di-ket-im, tu di-ket-î, ew di-ket, em di-ket-in…
Çîroka Zemanê Wêbe :
Ezê bi-ket-a-m-a, tuyê bi-ket-a-y-î, ewê bi-ket-a, emê bi-ket-a-n-a…
Çîroka Raweya Xwestinê :
Ez bi-ket-a-m-a, tu bi-ket-a-y-î, ew bi-ket-a, em bi-ket-a-n-a…
Bihîstîya Zemanê Niha :
Ez di-ket-im-e, tu di-ket-i-y-î, ew di-ket-i-y-e, em di-ket-in-e…
Çîroka Zemanê Borî :
Ez ket-i-bû-m, tu ket-i-bû-y-î, ew ket-i-bû-y-e, em ket-i-bû-n-e…
Çîroka Raweya Mercî :
Ez ket-i-ba-m-a, tu ket-i-ba-y-î, ew ket-i-ba-y-a, em ket-i-ba-n-a…
Bihîstîya Zemanê Borî :
Ez ket-i-bû-m-e, tu ket-i-bû-y-î, ew ket-i-bû-y-e, em ket-i-bû-n-e…
Bihîstîya Zemanê Wêbê :
Ezê ket-i-bû-m-a, tuyê ket-i-bû-y-a-y-î, ewê ket-i-bû-y-a, emê ket-i-bû-n-a…
Bihîstîya Raweya Mercî :
Ez ket-i-bû-m-a, tu ket-i-bû-y-a-y-î, ew ket-i-bû-y-a, em ket-i-bû-n-a…
Mercîya Zemanê Borî :
Ez ket-i-bi-m, tu ket-i-b-î, ew ket-i-b-e, em ket-i-bi-n…
Mercîya Zemanê Wêbê :
Ezê ket-i-bi-m, tuyê ket-i-b-î, ewê ket-i-b-e, emê ket-i-bi-n…
- Pêşqertafên ( xurdeyên ) Tewandinê
- Pêşqertafên Tewandinê yên Erênîyê
- Qertafên zemanê niha
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
di-xwîn-im, di-xwîn-î, di-xwîn-e, di-xwîn-in, di-xwîn-in, di-xwîn-im
( ez, tu, ew, em, hûn, ew) :
di-mir-im, di-mir-î, di-mir-e, di-mir-in, di-mir-in, di-mir-in
- Qertafên zemanê wêbê
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
–ê bi-xwîn-im, –ê bi-xwîn-î, –ê bi-xwîn-e, –ê bi-xwîn-in, -ê bi-xwîn-in, –ê bi-xwîn-in
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
–ê bi-mir-im–, -ê bi-mir-î, -ê bi-mir-e, -ê bi-mir-in, -ê bi-mir-in, –ê bi-mir-in
- Qertafên raweya xwestinê
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
bi-xwîn-im, bi-xwîn-î, bi-xwîn-e, bi-xwîn-in, bi-xwîn-in, bi-xwîn-in
( ez, tu, ew, em, hûn, ew ) :
bi-mir-im, bi-mir-î, bi-mir-e, bi-mir-in, bi-mir-in, bi-mir-in
- Qertafên raweya fermanî
( tu, hûn ) :
bi-xwîn-e, bi-xwîn-in
( tu, hûn) :
bi-mir-e, bi-mir-in
- Qertafên Zeman û Raweyên Hevedudanî
Çîroka Zemanê Niha :
Ez di-ket-im, tu di-ket-î, ew di-ket, em di-ket-in…
Çîroka Zemanê Wêbe :
Ezê bi-ket-a-m-a, tuyê bi-ket–a-y-î, ewê bi-ket–a, emê bi-ket-a-n-a…
Çîroka Raweya Xwestinê :
Ez bi-ket–a-m-a, tu bi-ket–a-y-î, ew bi-ket–a, em bi-ket-a-n-a…
Bihîstîya Zemanê Niha :
Ez di-ket-im-e, tu di-ket–i-y-î, ew di-ket–i-y-e, em di-ket–in-e…
- Di kişandina zemanê niha, zemanê wêbê, raweyên xwestinê û fermanî û di zeman û raweyên hevedudanî yên hatine nimandin him pêşqertaf him jî paşqertaf tên bikaranîn. Hinek qertafên kişandinên rawe û zemanan wek hevin. Lê belê ji ber ku baş werin nîşandan û şîrovekirin qertafên hemû rawe û zemanan li jorîn hatine nimandin.
- Pêşqertafên ( xurdeyên ) Tewandinê yên Neyinîyê
- Neyînîya dema niha ( na-neyînîya di-)
Ez îro na-xebitim.
Hûn na-çin qereqolê!
- Neyînîya dema wêbê, demên borî û tewandinên hevedudanî ( ne-neyînîya bi-)
Ez ê ne-xebitim.
Ma hûn ê ne-çin qereqolê!
Ez ne-xebitîm.
Hûn ne-çûn qereqolê!
Ez ne-xebitîbûm.
Hûn ne-çûbûn qereqolê!
Ez ne-xebitîyama.
Hûn ne-çûbûyana qereqolê!
- Neyînîya raweya fermanî ( ne- û me-neyînîya bi-)
Ne-xwîne, ne-xwînin
Ne-mire, ne-mirin
Ne-re, ne-xwe, ne-çe, lê ne-xe
Me-xwîne, me-xwînin
Me-mire, me-mirin
Me-çe, me-çe Gulê me-çe.
Me-ke Mekke mala Xwedêye
Ger ez şehîd bim dayê tu me-g ( i ) rî
- Pêşqertafa « me- » di gotinê de tê bikaranînê. Lê di nivîsê de rastîya wî « ne- »
- Neyînîya Awarte ( ni- neyînîya di- ) : Ev neyînîya hanê bi tenê ji bo lêkerên « zanîn û karîn » tê bikaranîn.
Ez ni-zan-im her-im wê derê.
Kuro tu kişya-y–î , ni-kar-î pê.
Nasır Kemaloğlu