Qencî û Neqencî

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Du hevalên hev hebûn. Rojekê di rêyekî de dimeşiyan. Yek ji wan hevalan dibêje qencî baş e, ê dî dibêje na neqencî baş e. Li ser vê babetê demeke direj diaxivin. Ji bo ku bihev nakin şert didin berhev. Dibejin; emê herin bal melayekî ku ji bo me heqiye bibêje. Kî ji me mafdar derkevê bila çavê ê dî derxine. Her du heval li ser vî şertî biryara xwe didin û diçin gundê ku li ser rêye derdikeve pêşiya wan. Mala melaye gund dipirsin û diçin mala melaye gund. Dema ev herdû heval dikevine şert şeytan jî li ba wa ye. Bi wan re dimeşê te mala mela. Şeytan ji bo ku şeytaniyên xwe bikê vê keliyê de dikevê şeklê mela de. Li derî dixin. Şeytan derî ji wan re vedike.

Şeytan dibêje: Kerem bikin, derdê we çiyê?

Yek ji wana dibêje: Seyda, ez benî, ez û hevalê xwe li ser meseleyeke ketin şert de. Ez dibejim qencî baş e, hevalê min dibêje na neqencî baş e. Em hatin bi te bişêwirin qencî baş e an neqencî?

Şeytanê di şikle mela de ji wan re dibêje: Xwarzîno neqencî baş e.

Piştî gotina şeytanê di şiklê mela de herdû heval xatir ji wî dixwazin û ji mala mela derdikevin. Ê ku gotibû neqencî baş e hevalê xwe dibe devê şikeftekê û çavê hevalê xwe derdixe. Hevalê ku gotibû neqencî baş e ji wir tê mala xwe. Ê ku gotibû qencî baş e, kor dibê û bi korîbûnê xwe tavêjê anîşka şikeftê. Ji ber ku çavên wî korbûne nikare tiştekî bike. Di dawiya şikeftê de di devera herî tarî de rudine.

Piştî demekê şeytan têne nava şikeftê. Heya şeytanan ji xortê kor nebû. Şeytana ji hev re neqenciye ku di wê rojê de kiribûn digotin.

Şeytanê pêşî got: Îro min hişt ku heft kes verin kuştin.

Şeytanê diduyan jî got: Îro min hişt ku hevalekî çavên hevalê xwe derxe.

Şeytanek ji wana jî got: Dermanê wî kesê ku çavên wî korbûne heye. Dermanê wî ev xweliya li ber me ye. Ku vê xweliye şil bike û li çavên xwe bide vê deme çavên wî ji berê baştir wê bibînin.

Duvre şeytan diçine neçîra mirovan ji bo ku wan bixapînin. Piştî ku şeytan ji şikeftê derketin xortê kor diçê destê xwe şil dike û dixê nav xweliye û li çavê xwe dide. Çavê wî ji berê baştir dibînin. Piştî ku çavên wî baş dibe tê malê. Hevalê wî pê haydar dibê. Tê balê û jê re dibêjê:

– Hevalo! Ma min çavên te dernexistibûn? Ev çawa çedibe? Çi hate serête? Tu çawa rehet bûyî?

Hevalê wî dibêje:

– Here ew şikefta ku te çavên min derxistin, tê hînî hemû tiştî bibî.

Hevalê ku neqencî baş didît diçe ber wê şikeftê. Xwe di hundurê şikeftê de vedişêre Dîsa civîna şeytanan çêdibê. Şeytanê ku xwe xistibû şiklê mela dibêje:

– Îro ew mirovê ku ez bûbûme sedema korbûna wî min saxlem dît. Dibê ku hin bi şikefta me haydarbûbin. Ka em li hundurê şikeftê bigerin.

Şeytan li hundurê şikeftê digerin. Di devera herî tarî a şikefte de wî mirovî dibînin. Herdû ling û destê wî jêdikin û wî li wir dihêlin.

Ê ku qencî kir qencî dît, ê ku neqencî kir neqencî dît.
Çîroka me li diyaran,
Rahmet li dê û bavên guhdaran,
Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Herem: Nisêbin
  • Sal: 2005
  • Berhevkar: Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • Nîşe: [10+] Ji bo zarokên 10 salî û berjortir de.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply