Qanekirina Zarokên Ku Sipartekên Xwe Nakin

Gava dema çêkirina spartekê tê, li malan şer dest pê dike. Diyalog, bi hevokên weke ‘zû be, sipartekên xwe bike’ dest pê dike. Lê dîsa jî sipartek zû bi zû nayên kirin û îtîraza vê hevokê jî hazir in li cem zarokan. Liberxwedana zarok û dê û bavan 15-20 deqeyan dewam dike. Siparteka ku di 20 deqeyan de wê biqede carna 3 saetan dewam dike. Lê ti caran di vî şerî de ne xalîp hene ne jî mexlûp.

Wan rojan di înternetê de dîmenek hebû. Keçek, naxwaze ku sipartekên xwe çêke. Loma jî îsyan dike û dibêje “Bila sipartekên dayîkan jî hebin. Min ji hemî pirtûkan nefret kir. Ez dixwazim wan perçe perçe bikim.” Bê guman di gelek malan de tablo eynî ye.

Şêwirmendê Psîkolojîk Hanîfe Okutan jî destnîşan dike ku demên çêkirina sipartekan her wisa ne. Lewra zarok sebebên çêkirina sipartekan tam fêhm nakin. Li gorî Okutan lazim e malbat pêşî sebebên çêkirina sipartekan ji zarokên xwe re baş îzah bikin û wan qane bikin. Heke na, ev şerê di navbera zarok û ebeveynan de wê her berdewam bike.

Malbat dikarin sebebên sipartekan wisa îzah bikin, “Ji bo tesbîtkirina dereceya hînbûnê spartek lazim in. Her wiha sipartek, rê li ber jibîrkirinê digre, berdewamiya serkeftinê temîn dike, şuûra berpirsiyariyê zêde dike, plankirina wextê hînî mirov dike.”

Heke zarok qane bibin ku, sipartek ji bo serkeftineke daîmî tiştekî pir elzem e wê çaxê zarok wê bi xweşî sipartekên xwe bikin.

Çavkanî: zamankurdi

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Sûda Kenînê/Beşişînê Çi Ye ?

-Sîstema jibexşînê xurt dike -Beşişîn gerdûnî ye -Dema ku em dibeşişin 53 masûlkê rûyan dişuxilin …

Leave a Reply