Pirsname – Doç. Dr. Abdullah Kıran

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Doç. Dr. Abdullah Kıran  –

(Bi alikarî ya M.Samî Çinar)

 

Çandname: 1.Peyva ku herî jê hez dikî?

Abdullah Kıran: Hêvî

Çandname: 2.Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Abdullah Kıran: Şev çû de tu nayî..

Çandname: 3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Abdullah Kıran: Azadî

Çandname: 4.Tu ji bo çi dijî?

Abdullah Kıran: Nizanim. Ha ku min dît ez heme.

Çandname: 5. Ji kurdan re ya ewil çi lazim e?

Abdullah Kıran: Ji bo veşartina miriyên xwe goristanek.

Çandname: 6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?

Abdullah Kıran: Xeratê peyvan, dîsa jî ziman.

Çandname: 7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Abdullah Kıran: Zanîn azad dike.

Çandname: 8.Egîdê te kî ye?

Abdullah Kıran: Tekoşîna jiyaneke çêtir e.

Çandname: 9. Tu dixwazî li ku derê bijî?

Abdullah Kıran: Li Wanê

Çandname: 10.Tu kîjan pirtûkê dixwînî?

Abdullah Kıran: Rojhilateke Navîn û Kurd

Çandname: 11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Abdullah Kıran: Qesabî.

Çandname: 12-Çi te kelecan dike?

Abdullah Kıran: Hêvî

Çandname: 13. Çi kelecana te dişikestîne?

Abdullah Kıran: Bêhêvîtî.

Çandname: 14.Kêmasiya kurdan a herî mezin çî ye?

Abdullah Kıran: Nezanî û yekîtî.

Çandname: 15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Abdullah Kıran: Kurdî.

Çandname: 16. Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?

Abdullah Kıran: De were, hê ku roj li evînê neçûye ava!

Çandname: 17.Xewna bextewariya te çi ye?

Abdullah Kıran: Serketin

Çandname: 18.Kîjan stran halê te yî rûhî te dîne ziman?

Abdullah Kıran: Lawo rabe em herin welatê xwe.

Çandname: 19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Abdullah Kıran: Windakirina fersendan

Çandname: 20.Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Abdullah Kıran: Şivantiyeke baş

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply