Fistiqê Siirtê Ji Her Derdî Re Şîfa Ye

Feydeyên ku dide laşê însanan gelek in. Her ku diçe hilberîna wê zêde dibe û di aboriya bajêr de jî cîhekî giring digre. 

Ku hilberîn wisa dewam bike fisteka sêrtê wê di pêşerojê de bi fisteka Îran û amerîkayê re reqabet bike.

Fisteqa Sêrtê ji Sêrtiyan re deriyekî debarê ye.

Li giştiyê welêt 18 milyon û 250 hezar darên fistiqê hene. Nêzî 7 hezar hilberînerê fistiqê hene û 25 hezar welatî di vê sektorê de dişixulin.

Fisteqa Sêrtê bi çend taybetmendiyên xwe ve ji yên din vediqete.

Em dikarin van wisa bijmêrin;

Fisteqên Sêrtê ya ewil ji yên din mezintir e. Rûnê ku di nav xwe de dihewîne li gor yên din hindiktir e. Kaloriya wê kêm e, kollesterolê dadixe, mirovan lewaz dike. Proteîna ku tê de û rêjeyên rûnê ve, ji bo tenduristiyê rolekî giring dilîze.

Ger rojê 10-12 heb werin xwarin rûnê ku ji bo laşê mirov hewceye tê peydakirin. Tê de vîtamîna B1, E, B, C fosfor hene.

Rekolteya fisteka Sêrtê her ku diçe zêde dibe. Her roj bexçeyekî nû tê avakirin û bi sedan darên fistekê tên danîn.

Li dinyayê Îran û Amerîka di hilberîna fisteqan de di pêş de ne.

Hindekarê Fakûlteya Ziraatê ya Zanîngeha Harranê Doçent Doktor Îzzet Yaşar dibêje fistiqa Sêrtê di pêşerojê de wê di bazarê de li ba yên Îranê û Amerîkayê cîhê xwe bigre.

Ger hilberîn wisa dewam bike fistiqa Sêrtê wê di pêşerojê de bi van taybetmendiyên xwe ve bi fisteqên Îran û Amerîkayê re di bazara dinyayê de cîhê xwe bigre û wê bi wan re reqabet bike.

Çavkanî: trtnuce

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply