VAN DEVLET TIYATROSU, KURT EDEBIYATCI VE TARIHCI AHMEDI HANI'NIN MEM U ZIN ADLI ESERI ILE PERDELERINI ACTI. (FOTO: MURAT CAGLAR / VAN-DHA)

Pêşeroja Şanoya Kurd Ronî ye

 

Kemal Orgun, ji salên 90’an heta niha di şono û şanogeriya kurdî de dixebite. Şanoya modern a kurdî di destê Orgun de gihiştiye astek nû û her pêşve diçe. Kemal Orgun, ta niha gelek şano nivîsîne û her viha dı gelek şanoyan de jî wek lîstîkvan cih girtiye. Ji bilî şanoyê jî Orgun, hem nivîskar e û hem jî derhêner e.  Kemal Orgun vê heftê jî ’21’ê Mijdar’ê’ şanoya bi navê ‘’Dizê bi Tizbî’’ li pêşberê hunerezên kurd yên Enqere bû. Kemal Orgun, derbarê şanoya kurdî û li ser şanoya xwe a dawî ‘Dizê bi Tizbî’ pirsên BasNûçe’yê bersivand.

– ‘Dizê bi Tizbî’ çiye, tîp û karekterên lîstikê kîne û armanca vê lîstikê çiye?

Lîstika Dizê Bi Tizbî komediyeke polîtîk e. Karakterê vê lîstikê dizek e, dizekî xwedî tizbiye. Ew, di nav jiyanê de vê tizbiyê wek perdeyekê bikar tîne. Bi vê perdeyê xwe wek kesekî baş nişan dide û di nav civakê de rûyê xwe yê rastî vedişêre. Metafora tizbiyê perdeye, perdeya li ser rûyê Dizo ye. Bi vê perdeye yên ku sextekaariyê dikin berbiçav dike. Ev di heman deme de lixwe anîneke / îtirafek e. Ji xwe di prologa lîstikê de em vê yeke dibinin. Lîstik, bi hesab û kitêba salane dest pê dike. Salek çiqas dikişine, her mehê çiqas diziye û salalekî dike çi vanan hemûyan hesab dike. Dibîne ku sed milyarên wî kême. Dipirse, “çima?” paşê ji bîr tîne ku wî mehekî rojî girtiye. Dizo nîşanî me dide ku ne tenê bi serê xwe, wek komekî vî karî dikin û mîna rêxistinekî tev diğerin. Ji qalikê dizo derdikeve, dikeve qalikê zanayekî û li ser nivîsê şemaya vê komê xêz dike.

Te di hevpeyvinek xwe de diyar kiriye ku şanoya kurdî de pirsgireka avakirina tîp/karekteran heye, ev pirsgirek ta niha jî heye an na, Her wiha tîpa Sarya çawa derket holê,  çi bondor li ser te çêkiriye, tîpa Sarya ji bo te, tê çi wateyê û Sarya kî bû?

Rast e, di şanoya kurd de pirsgirêka avakirna qarakter heye û ev pirsgirêk hêjî didome. Gelek sedemên vê hene. Neafirandina wêjeya şanoya kurd, sedema vê pirsgirêkê ya herî girîng e. Elbet her şano di nav jiyana xwe ya civakî de tîp û qarektêrên xwe yên netewî diafirîne û hemû rengên jiyana xwe ya civakî lê bar dike. Ew jî ji wêje û çavkaniya şanoyê xwe diafirîne. Mînak; ji saziya dengbêjî, destan, çîrok û hunera vebêjê.

 

Li NÇM’ê me karê şanoyê dikir, Nursen İnce jî di nav xebatên govendê de bû. Em du kes hatibûn Kayy-Der’ê, – Ez û Hüseyin Kaytan. Nursen jî çûbû rojnameyê. Li Kayy-der’ê, li çaviyekî jêrzemîn de -ku şeş, heft metre û bê şibak û bê tav bû- me ji nûh ve xebatên şanoyê da destpêkirin û li ser mijara lîstika Govenda Hilo/Sarya, lê hûr bûn. Piştî gelek niqaşan, zincîra bûyaran û qarakter hatin zelalkirin. Huseyîn dest bi nivîsandina tekstê kir û di demeke kin de tekst qedî. Di lîstikê de qaraktereke jin hebû û navê wê Sarya bû. Sarya jineke ciwan, delal û lal bû. Rûyê wê her tim li çiyan bû. Wê bi reqsa xwe dipirsiya û bersiv dida. Reqs zimanê wê bû, laşe wê jî reqs.

Piştî kuştina zilamê wê, reqsa wê tê qedexekirin. Sarya şînê giredide. Lê, piştî tolhildanê careke din reqsa wê destpêdike. Her ku diçe bilind dibe û Sarya wek minminikekê di nav evîna reqsê ku ji êgir e dihele û diçe. Piştî nivîsandina lîstikê wexta ku me rol belav kirin, di nav lîstikvanên me de kesa ku bikaribe qaraktera Sarya’yê bileyîze tunebû. Li ser rêya têlê ez li Nursen’ê gerim. Piştî pêşkeşkirina lîstikê, di sala 1995 de qaraktera Sarya’yê hilda mile xwe û bere xwe da çiyan û tev li refên gerilla bû. Di şanoya cîhanê de tu mînakek weha nîne ku, lîstikvanek rola ku dileyîze hilde mile xwe û di nav jiyana rastî de bileyîze. Taybetmediyeke din a karaktera  Sarya’yê heye ku, di şanoya kurd de çare yekem reqs hate bikaranîn.
Sarya, hîna ku neçûbû çiyê bûbû Sarya. Paşê me bihîst ku bi çem û çiyan re jî reqisiye û çemûçiyan jî pir jê hezkirine.

Hûn ji bo pêşeroja şanoya kurdî çi difikirin, kemasiyên çawa hene?

Pêşeroja şanoya kurd, ne li derveyî pêşeroja gele kurd e. Elbet huner ne tenê jiyana rojane, pêşerojê jî dijî û saz dibe. Pêşeroj ya dûr e lê ew vê dûriyê nêz dike. Huner û hunermend her çiqas çend gav li pêşbe jî, nanê ji hevîrê civakê ne. Erd û ard rewşa hêvîr, hevîr jî rewşa nên diyar dike. Li ser vê rasteqîniyê, em dikarin bibêjin pêşeroja şanoya kurd roniye. Ev pirsgirêkên wê yên di derbarê rêxistiniyê, yên di derbarê wêje û felsefeyê de, îro her çiqas wek tengasiyekî pêşketina wê giran bike jî ewê sibehê werin çareser bibin. Di aliyê pirsgirêkên wê yên teknîkî de ne hevce ye ku ez li ser rawestim. Pirsgirêkên wê yên teknîkî, pirsgirêkên herî sivik in. Wexta ku pirsgirêkin wê yên wêjeyî, felsefî û dîrokî hate çareserkirin, yên din ewê bi xwe werin çareserkirin. Mesele ew e ku şanoya kurd, hîna ji bo pêşketina civakê û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet giranbuhayiya xwe rast nedaye famkirin. pirsgirêka herî mezin jî ev e.

Rexne li ser sazî û dezgeyên kurdî hene, tê gotin ku ji bo çand, huner û zimên, şanoyê derfet nayên pêkanîn, li ser vê yêkê hûn çi dibêjin?

Di salên dawîn de gelek sazîyên çand û hunere hatin damezirandin. Bi awayekî, xebat jî tên kirin. Damezirandina saziyan elbet girînge lê, ji wê jî girîngtir di van saziyan de rê û rêbazên ku bikar tînin çine, bi kîjan hişmendiyê xwe xwedî dikin û li ser çi esasî dimeşin. Em dikarin bibêjin di vî alî de pirsgirêkên giran hene. Wexta ku di vî alî de pirsgirêkên giran hebin, elbet di aliyê ne çareserkirina derfetan de jî dê neçariyek hebe. Mirov dikare ji bo pirsgirêkên derfetan bibêje, di nav hebûnê de tunebûnî heye. Ne ku derfet tunin. Derfet hene û ji serê heft bavê kes û kûsan jî zêdene. Li ev derfet li cihek, du cih hatiye navendkirin. Rast nayê bikaranîn. Ev yek jî, ruhê şanoyê perçe perçe dike. Lewma di şanoya kurd de ruhek, dilek û fikreke komînalî nayê afirandin. An jî ji bo ku were afirandin ev pirsgirêk sêrî li digerînin û her ku diçe rêya pêşketin û serkeftinê dirêj dike. Lê ev ne qedera şanoya kurd e. Dikare astengiyên ku rê li digire ji holê rake.

Şanoya kurdî divê xwe li kîjan paşxanê avabike, gelek tekstên biyanî tên tercume kirinji bo kurdî, giyanê van tekstan li kurdî diçe an na?

Paşxaneya şanoya kurd çavkaniya wê ye. Çavkaniya wê jî stran, destan, çîrok, dîrok û têkoşîna li her çar perçeyê welatê wê ye. Şehîdên şanoya kurd hene. Wek heval Hêvî Şanoger, Yekta, Hêlîn Başak Kanat, Sarya û Sarya Baran. Berî her tiştî divê xwe li vê çavkaniyê bigire. Bi vê çavkaniyê xwe xwedî bike û vê çavkaniyê mezintir, delaltir, şêrîntir û watedartir bike. Reng, deng û tama jiyana gelê kurd, di nav vê çavkaniyê deye.  Di navbera çemên Dîjle û Feradê de zaye. Ferat xortekî çeleng, Dîjle jî keçikeke delal û bedew e. Bi hezar salane ku bi herikandineke reqsî diherikin û jiyanê diafirînin. Ev jiyana reqsî dilê şanoya kurd e. Loma, şanoya kurd divê berê li vî dilî xwedî derkev e.  Bi pêşxistinê wê biparêze da ku gel bikarê be pê şa bibe. Elbet em ne li derveyî dinyayê ne, divê ji çemên der dorê jî sûd wergirin û bidinê. Lê divê em kilasîkên xelkê ji xwe re nekin qible. Di vî alî de jî, ji bo şanoya kurd çana pirsgirêkê di binve lê dide. Ger em vê pirsgirêkê çareser nekin ne zede, di nav çend salan de şanoya kurd ewê bibe şanoya wergerê.

Di nava vê heftêyê de li Amedê Mihrîcana Şanoya Kurdî bi rêve diçe. Nêzîkbûna kurdan a hemberê şanoyê hûn çawa şîrove dikin, şano çawa dikare têkeve jiyana kurdan?

Di nava vê heftê li Amedê mîhrîcana şanoya kurd dest pê kir lê, qasî ku dizanim, lîstikên ku ji Bakur tevlê bûne, hemû werger in. Lewma bersiva vê pirsa te, îsal li ba min nîne. Ya din, jiyan hunera herî mezin e lê îro bê teşeye. Wek rûnê zeytûnê ya li ser avê ye û herkes ber bi xwe ve dikişine. Ne tenê şano, armanca hemû huneran ev e ku ev jiyana heyî bi nûve xwe heyî bike. Huner di vî alî de hemû deriyên ku li ser jiyanê hatiye girtin vedike. Lê şikl û şemalê nadêde jiyanê, jiyanê bi nûve nafirîne;  ji bo ku jiyan şikl û şemalê bide xwe û xwe bi nûve biafirîne alîkariya wê dike. Di nav jiyana gele kurd de jî, ji bo ku ev herikîn bi kûrahî destpêbike, divê em dev ji nêzikbûnên rojane berdin. Destgirtineke dîrokî divê ya esasî be.

Çavkanî: Mîr Geverî-BasNews 

 

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply