Li Başûrê Kurdistanê Turnûvaya Setrençê

Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê turnûvaya setrençê tê lidarxistin.

Li Hola Sporê Xanzad a Hewlêrê îro pêşbirka setrençê dest pê kir û tê de 54 xwendevan beşdar in.

Organîzatorê turnûvayê Muhsîn Omer ji Rûdawê re derbarî lîstika setrençê de wiha got: “Feydeyên setrençê gelek in, lê niha di serdema teknolîjiyê de pêwîstiya wê hêj zêdetir bûye. Taybetî jî ji bo xort û zarokan pêwîst e.”

Muhsîn Omer diyar kir li dibistanên Başûrê Kurdistanê dersên setrençê hene û ji bo teşwîqê û piştgiriyê wan ew turnûva amade kirine.

Xwendevanî bi navê San Taha jî ji Rûdawê re got: “Setrenç beşek a werzîşe ye û bila wek beşên din ên spore turnûvayên setrençê were lidarxistin.”

Xwendevanekê din a bi navê Derya Mehdî jî wiha got: “Hinek malbatên rê naden zarokên setrençê bilîzin û dê bêjin dê bandorê li dersên wan ên din bike. Ez di pola dawiyê de me lê setrençê ti caran bandorek nebaş li dersên min ên din nekirine.”

Turnûva dê rojan berdewam bike û kesên serbikevin dê bên xelatkirin

Çavkanî:Rudaw

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

Li bajarê Wanê ji Weşanxaneya Sitavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav …

Leave a Reply