Pêşbaziya Xwendinê

Însiyatîfa Ronakê pêşbaziyeke bi navê “Pêşbaziya Xwendinê”* daye dest pê kirin. Serîlêdan temam bûn û 20’ê mehê dê pêşbazî dest pê bike û heta 10’ê reşemiya 2019’an bi gavên cur bi cur dê bidome.
Wekî rêbaz însiyatîfê wisa kiriye: Ji gelek weşanxaneyan li dor 35 pirtûk girtine, li Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî), Şevîn Cafe û li Morî Kîtap Cafeyê ew bi cih kirine. Kesên beşdarî pêşbaziyê bibin ji van deran dê pirtûkan bigiren û bixwînin. Piştî xwendinê dê pirtûkê ligel kesek din biguherînin. Ji bo ka wî/ê kesî/ê ew pirtûk bi rastî xwendiye yan na dê pirs jê bêne kirin û ger bizane dê pirtûkek din bidinê.
Pêşbazî bi xelet e jî; Kesê/a yekemîn bi hezar, kesê/a duyemîn ib 500 û kesê/a sêyemîn jî bi 250 TL’yî dê bê xelatkiri.
Hedef ew e ku di dawiya pêşbaziyê re “Mîhrîcana Edebiyatê” lidar bixin. Di çarçovela mîhrîcanê de dê çalakiyên wekî panel, konser, guftugo, şevbihêrk û konseran li dar bixin û di heman demêde merasima xelatdayîna pêşbaziyê jî çêbikin.
Ji bo kesên bixwazin eleqedar bibin:
komaxwendine@gmail.com

Diayrname

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply