Çarşem , Berfanbar 19 2018
Home / Ziman / Nivîsandina cînavka pirsyarîyê: ”Kî û kê”
Fountain pen on an antique handwritten letter

Nivîsandina cînavka pirsyarîyê: ”Kî û kê”

Komxebatê cînavka pirsyarîyê ”kî, kê” waha pêşnîyar kirîye.

”Grûpa xweser             Grûpa tewandî

kî                                   kê

kîjan                              kîjanî (di cihê navdêrên nêr de)

kîjan                              kîjanê (di cihê navdêrên mê de)

kîjan                              kîjanan (di cihê navdêrên pirhejmar de)

“Pirsên ku bi cihnavên pirsîyarî yên grûpa xweser dest pê dikin, bersivên wan ji cihnavên kesî yên grûpa xweser dihên wergirtin û weha dihên nivîsîn:”

Nimûne:

Kî dibêje?                      Ez dibêjim.

“Pirsên ku bi cihnavên pirsîyarî yên grûpa tewandî dest pê dikin, bersivên wan ji cihnavên kesî yên grûpa tewandî dihên wergirtin û weha dihên nivîsîn” (rûpel 151)

Nimûne:

Kê got?                         Min got.”

Ez pêşnîyara komxebatê kêm dibînim. Pêşnîyara Komxebatê ne ilmî ye. Lazim e ku bê îzahkirin. 

Di vê mijarê de ezê fikrên xwe pêşkêş bikim.

Kî hat?   Bersiv  (Ew hat.)

Tu bi kê re çûyî?  Bersiv  (Ez bi wî re çûm.)

Tu ji kê re dibêjî? Bersiv  (Ez ji wê/wî  re dibêjim.)

Tu bi kê ve çûyî? Bersiv  (Ez bi wî/wê  ve çûm.)

Tu bi kîjanî ve çûyî? Bersiv (Ez bi wî  ve çûm.)

Tu ji kîjanî re dikirî? Bersiv (Ez ji wî re dikirim.)

Tu ji kîjanê re dikirî? Bersiv (Ez ji wê re dikirim.)

Tu  kîjanê  dibî? Bersiv (Ez wê dibim.)

Tu çûyî kîjan bajarî? Bersiv  (Ez çûm wî bajarî.)

Tu li dara kîjan sêvê dinêrî ? Bersiv  (Ez li dara wê sêvê dinêrim.)

Tu ji kîjan sêvan  dixwazî ? Bersiv  (Ez ji wan sêvan dixwazim.)

Balkêşî: Peyva “kîjan” bi peywira cînavka pirsyarîyê, ku bireser be, gruba cînavka “ez” ê nabe kirdeyê wê hevokê.

Mînak:Te kîjan bir? Bersiv  (Min ew bir.)

Balkêşî:: Peyva “kîjan” bi peywira rengdêrê, hem bi gruba cînavka “ez” ê re hem jî bi gruba cinavka “min” ê re tê  bi kar anîn.

Kê got? Bersiv  (wê/wî  got.)

Te kijan bir? Bersiv  (min Ew bir.)

Te bi kê re nan xwar?  Bersiv  (min bi wî /wê re nan xwar.)

Te ji kê re got? Bersiv  (Min ji wê/wî  re got.)

Te bi kê ve kir? Bersiv  (Min bi wî/wê ve kir.)

Te bi kîjanî ve kir? Bersiv  (Min bi wî  ve kir.)

Te ji kîjanî re got? Bersiv  (Min ji wî  re got.)

Te ji kîjanê re got? Bersiv  (Min ji wê  re got.)

Te li kîjan bajarî nan xwar? Bersiv  (Min li wî  bajarî nan xwar.)

Te li dara kîjan sêvê nêrî ? Bersiv  (Min li dara wê sêvê nêrî.)

Te ji kîjan sêvan  dixwest ? Bersiv  (Min ji  wan sêvan dixwest.)

Balkêşî: Peyva “kîjan” bi peywira cînavka pirsyarîyê, ku bireser be, gruba cînavka “min” ê dibe kirdeyê wê hevokê.

Mînak:Te kijan bir? Bersiv  (Min ew bir.)

Balkêşî:: Peyva “kîjan” bi peywira rengdêrê, hem bi gruba cînavka “ez” ê re hem jî bi gruba cinavka “min” ê re tê  bi kar anîn.

 Cinavka  pirsyarîyê “kî, kê”

Berî her tiştî, divê em cînavka “kî, kê”yê serast bikin.

Cinavka  pirsyarîyê “kî”:

Cinavka “”bi lêkerên  negerguhêz re tê bi kar anîn. Bersiv bi gruba cînavka “ez”ê tê dayin.

Mînak:  çû? Bersiv (Ez çûm.)

Balkêşî: Ku lêker negerguhêz  be jî,  cînavka “kî” di nava qalibê daçekê de bê bikaranin, Wê demê “kî” tê tewandin dibe “kê”

Mînak: Tu bi kê re çûyî?  Bersiv  (Ez bi wî re çûm.)

Di vê  hevokê de lêkera “çûyin” negerguhêz e. Divîbû  cînavka “kî” bê bikaranîn lê  cînavka “kî”

di nav qalibê  daçeka  “ bi……re ”yê de hatîye bikaranîn. Bûye “kê”.

Cinavka  pirsyarîyê “kê”:

Cinavka  “”bi lêkerên  gerguhêz re tê bi kar anîn.

Mînak:  got? Bersiv (Min got.)

Cinavka pirsyarîyê  “kîjan”

Ku “kîjan” cinavka pirsyarîyê be, sadece gruba cinavka “min”ê dibe kirdeyê wê hevokê.

Mînak: Te kîjan anî? Bersiv (Min ew anî.)

Kirdeyê vê hevokê  cînavka “min”ê ye. Di şûna  “kîjan”ê  de jî “ew” hatîye bi kar anîn.

Balkêşî: Peyva “kîjan” bi peywira cînavka pirsyarîyê, ku bireser be, sadece gruba cînavka “min” ê dibe kirdeyê wê  hevokê.

Rengdêra  pirsyarîyê  “kîjan”

Ku “kîjan” rengdêr be, bi herdu grubên cînavkan  re jî tê bi kar anîn.

Mînak: Tu çûyî kîjan bajarî?             Bersiv  (Ez çûm wî bajarî.)

Te li kîjan bajarî nan xwar?                Bersiv  (Min li wî  bajarî nan xwar.)

Balkêşî:: Peyva “kîjan” bi peywira rengdêrê, hem bi gruba cînavka “ez” ê re hem jî bi gruba cinavka “min” ê re tê  bi kar anîn.

Cinavka pirsyarîyê  “kîjanî  û kîjanê”

Cînavkên “kîjanî  û kîjanê”  bi herdu celebên cînavkan re jî tên bi kar anîn.

Tu bi kîjanî ve çûyî?               Bersiv (Ez bi wî  ve çûm.)

Tu ji kîjanî re dikirî?               Bersiv (Ez ji wî re dikirim.)

Tu ji kîjanê re dikirî?              Bersiv (Ez ji wê re dikirim.)

Tu  kîjanê  dibî?                      Bersiv (Ez wê  dibim.)

Te bi kîjanî ve kir?                  Bersiv  (min bi wî  ve kir.)

Te ji kîjanî re got?                   Bersiv  (min ji wî  re got.)

Te ji kîjanê re got?                  Bersiv  (min ji wê  re got.)

Qertafa li dawîya “kîjanî  û kîjanê”qertafên zayendê ne. Eslê van hevokan waha ye.

Te ji kîjan zilamî re got? Tu  kîjan  keçikê  dibî? Peyva “zilamî û keçikê” ketîye.“î” û “ê”ya li dawîya “zilamî û keçikê” hatîye dawîya rengdêra “kîjan”ê. Rengdêra “kijan”ê ji rengdêrî ketîye. Bûye “kîjanî  û kîjanê” êdî di peywira cînavka pirsyarîyê de ne.

Balkêşî: Kirdeyê her du gruban jî bi gruba “min”ê tê dayin. Di şûna “kîjanî  û kîjanê” de cinavka  “wî û wê” tê bi kar anîn.

Em dikarin vê bêjin: Cînavka “kîjanî” ji bo zayenda nêrîtîyê ye. Cînavka “kîjanê” ji bo zayenda mêyîtîyê ye.

Di hevokên navdêrî de bi gelemperi cinavka pirsyarîyê  “ki”  tê bi kar anîn. Bersiva cinavka pirsyarîyê  “” yê  bi gruba cinavka “ez” ê  tê dayin.

Mînak: Kî zava ye?      Bersiv:   (Ew zava ye.)

Kî bûk e?         Bersiv:   (Ew bûk e.)

Kî şivan e?       Bersiv:   (Ew şivan e.)

Kî kebanî ye?  Bersiv:   (Ew kebanî ye.)

Halit Aktuğ-Kovara bir

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir