Çarşem , 12 Tebax 2020

Nexweşînên Derûnnasî

  1. Hişleqî (Depression)
  2. Berpêyên Panîkî
  3. Nexweşîna Anksiyete (Lihevketin) yê
  4. Nexweşîna Obsesîf-Kompulsîf ê(Wasewasî)
  5. Fobiya Civakî (Nexweşîneka tirsê a civakî)
  6. Nexweşîna Bîpolar

1)Hişleqî :

     Sedemeki kifş û tenê yek sedemekî hişleqiyê tuneye. Tiba modern, bi vê dîtine yê ;bi hatina çend mercên ku tên cem hev, rê li hişleqiyê vedikin, ra mutabike. Li ba bûyerên ku jiyana mirov diguherînin herweha pêkerên kesayetiyê û hawirdorê jî dikevin nava van merca.

     Hişleqî, ne ku ji êvarê dest pê dike heta sibê tê, berevajî bi awayekî xinisî dertê holê, bi hefteyan û bi mehan pêşvadiçe. Bê ku bê tîmar kirin, bi meha hetanî bi sala jî didome. Bi piranî gazin û giliyê laşî jî, bi xwe ra tîne. Bi taybetî jî hin nexeşînê ku van gazin û gili ji wan çêdibin ê li jêr zêde tên ber çav, dibe ku ev hişlqiyên nepenî bin jî:

Nexweşînên xewê( bêxewiya bênavber, nehatina xewê, di fecera sibê da hişyarbûn û nîşandana meyla xeman, pêdiviya xewê ya zêde)

Hest pê kirina tengasiya di qirikê û di singê da.

Nexweşînên mehd û îştahê.

Winda kirina kîloyan.

Serêş.

Êşa mazmazka stû û marîpişt ê.

Nerehetiya hûr û rodîya.

Nerehetiya dil.

 

2) Berpêyên Panîkî:

     Berpêyên panîkî, pêşî wekî ‘Nexweşînê Panîkî’ di pirî nexweşînê psikiyatrî û di hinek nexweşînên laşî da (wekî: xebata zêde a toşpiya tîroîdê, daketina glîkozê, nexweşînê enfeksiyonê, bêxwînî) tê dîtin, di demekî ku meriv nedipa da, hema di derekî da dertê holê; nobeta lihevketina fikarên giran û tirsê ye. Ev nobet, bi wî/ê kesî/ê hesteka tirs û nerehetiyeka giran  dide kirin û ew kes, hest pê dike ku wê tiştekî nebaş bibe, yan dawiya wî/ê hatiye yan jî ewê bimire. Ev kesê ku bi vê bahoza tirsê dijî, bi awayekî xwezayî, helwesta dûrkketina der û dora xwe û rewşa xwe nîşan dide. Divê hindê ku zû dike bila serî li bingeheka bijûndariyê ya ku wê alîkarî li wir bibîne bide. Pirî cara, gava ku ew kes nexweşxaneyê û bijîşkan dibîne pê da, ew nobeta wî/ê derbas dibe û behna wî/ê dertê.

     Ku berpêyên panîkî kediyan û pê da, ew kes hest pê dike ku wekî qemyon di ser ra derbas bûye, pê ra westîneyeka tirsnak, nexwestin, bêtehemuliya deng, teqereq, geremol û roniyê dertê holê. Razan û behnveden hilbijartina herî başin. Nexweş dixwaze ku yekî baweriya wî/ê pê heye û pir neaxife û pir pirsa jê nepirse  li balê be. Van tişta, jixwe yekî/a ku ji ‘cengê derketiye’  pir zêde diwestîne.

     3)Nexweşîna Anksiyete(lihevketin) yê:  

     Anksiyete, xem, tengijîner, pirsgirêkên daîmî û rewşa di bin stresê da ye, ku bandor li tevî laş û mêjî bike dêmekî ew pir belav bûye û pêşva çûye. Ku kesafeta wê zêde bibe, dibe ku bibe berpêyên panîkî jî. Fikr û hest û şêl û tevger bi temamî di bin xem û stresê da ne. Meriv di sayîşa fikara ku wê tiştên nebaş biqewimin da ye. Herî kêm şeş meh herroj vê xemê xwe nîşan dide. Di derheqê pirî bûyer û çalakiyan da, bedgumanî û waswase yê zêde têne ber çav.

     Kesê ku vê nexweşînê pê ra ye:

  • Dilnerehete,tim cîh diguherîne, bêsebr û tirsokî ye.
  • Lemlete(masûlke) yê wî/ê tim şidandî ne û diêşin.
  • Ew kes zû diweste û bala wî/ê belav dibe.
  • Di derheqê hertiştî da, tiştê herî nebaş difikire.
  • Li hember deng, teqereq û roniyê zêde hesas e.
  • Pir zêde diqilqile wan û bi kelecaniye. Dibêjî qey li ser dirûka rûniştiye.
  • Di hûr û rodî yê wî/ê da, zêde gastrît û ulser heye.

4)Nexweşîna Obsesîf-Kompulsîf (wasewasî) :

     Di mirovê ku xwediyê kesayetiyeke nijdî û terwende ne da zêdetir tê dîtin. Wekî ku tê zanîn, çikas tevgerên tewşiktî bin jî dîsa têne dubarekirin.

Mînak: her çikas derî radayî be jî, çend cara kontrol dikin, hetanî carna jî bi vegerîna kar ra ji bo ku dilê wan bê cîh, bi der û cîranê xwe jî didin kontrol kirinê.

  • Hinek jî ji wan ditirsin ku dirm bigihêjin wan û nexweş bikevin. Xwe û destê xwe bi ti cîhê nakin. Destê xwe tim û tim paqij dikin û carna jî lepik bikartînin. Bi desmalê deriya vedikin.  Bi seeta li serşok û daşîrê dimînin.
  • Ji ber ku dilê wan nayê cîh û dibêjin min çewtî kî kir, çend cara perestî(îbadet) yê xwe dubare dikin. Bi seeta dikarin destnimêj bigirin.
  • Di van nexweşa da bi zêdebûna ast a xem û stresê ra berpêyên panîkî dertên holê.

5)Fobiya Civakî(Nexweşîneke Tirsê a Civakî):

     Xerabûna Anksiyete ya civakî û Fobiya Civakî, du têgînê di heman wateyê da tên bikaranîn in û van herdû têgîna bi veguherînerî jî tên bikaranîn. Gava çavê mirovên dinê li ser meriv bin, rewşa tatêleka giran dertê holê. Ast a nexweşînê çikas zêde be, li gor wê pîvanê da bûyerên ku ji bo mirovên dinê asayî ne jî li ber çavê nexweş dibe ku wekî kanên nerehetiyê xuya dibin.

     Kesên ku ev nexweşîn bi wan ra ye:

  • Li gor mirovên dinê, hindik diaxifin, demekî dirêj bêdeng dimînin. Ji bo bersiv danê dereng dimînin. Di pîvana wek hev da daxilê axaftinê nabin.
  • Carna ji ber pîşe yê xwe divê ku li hember mirovan yan jî civakê biaxifin. Ji bo ku têr û tije bên xuya kirin û xwe rehet his bikin, zêde hewl didin.
  • Bala wan li ser wan e.
  • Bi fikrê mirovên din êdi derheqê wan da ra, zêde mijûl dibin.
  • Vê berpêbûyina wan wekî dîalogekî didome.

     Bi gelemperî, şan û elametê vê nexweşînê yê laşî jî ev in: sorbûna serçav, diltepîn, xwê dan, ziwabûna dev, zehmetiya di behn dan û stendinê da, hesta jixweveçûnê, çûna hiş(sergêjayî) û zingîna guh.

 6)Nexweşîna Bîpolarê(Rewşehiş a du serî)

     Nexweşîneke psikîyatrîke ku di rewşehiş, wîze û kargînî ya mirov da, dibe sedemê pêldaneka asteka nehînbûyî. Elametê  bîpolarê giranin û ne wekî guherînê hestyarî yên ku di hemû kesî da dertên holê ne. Bandoreke neyînî dike li ser têkiliya, performansa kar û dibistanê dixîne û hetanî dibe ku bibe sedema xwê kuştinê jî. Lê tiştê ku başe, ku nexweşîna bîpolarê tê tîmar kirin, tê kontrol kirin û mirovên ku vê nexweşînê bi wan ra ye jî wekî herkesî dikarin jiyaneka berhemdar bidomînin.

     Evê ku ev nexweşîn bi wan ra heye:

  • Ji ber tevgera zêde, nexweş di rewşeka bêhal û jievketî da ye.
  • Bi dengekî zêde û zû diaxife. Daxîlbûna axaftina wî/ê û birîna axaftina wî/ê pir zehmete.
  • Bi mirovan re têkiliyeka hêsan datîne. Lê van têkiliyên wî/ê rûxarkî û kurt in.
  • Bi mîmîka, bi dengekî bilin û pir diaxife.
  • Di axaftinê da, bi canbaziyên peyva û bi heneka, ji vê mijarê kebaz dide mijarek din ê.
  • Herikandina fikrê(bibîrxistin) lezgîn dibe.

                                                                                                                                    

Wergerîner: Emre MÛHARGÎNÎ

        www.candname.com

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Demar

Demar, (bi îngilîzî:nerve) beşa demarekoendamê ye, demax û dirkepetikê bi hemû beşên laş ve girê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.