Mizgefta Hezretî Silêman

Mizgefta Hezretî Silêman yek ji mizgeftên dîrokî yên li Kela Hundirîn a Amedê ye. Ji aliyê ola Îslamê ve mizgefteke girîng e.

 

Ji aliyê mîrên Kurdan ve bo xatirê lawê serfermandarê artêşa Îslamê yê Amed fetih kiriye Xalid bin Welîd, di nava salên 1155 – 1169’î de hatiye çêkirin. Lawê Xalid Bîn Welîd, Silêman di fetha Amedê de jiyana xwe jidest dida. Gorî hin qeydan mîrê Kurd Ebûl Qasim Nîşanî camî ne çêkiriye lê ji nû ve temîr kiriye.

 

Ji aliyê dewleta Mervanî ve mizgeft hatiye nûkirin. Li nêzîkî mizgeftê goristanên mezinên artêşa Îslamî ya bo fetha Amedê hatibûn, hene. Ev goristan e ji aliyê bawermendên Îslamê ve wekî ziyaretgeh tên dîtin û ji gelek deveran bawermend bo serîlêdana wan tên. Herwiha mizgeft jî di dilê wan bawermendan de xwedî cihekê taybet e.

(Ev nivîs ji wîkîpedîaya Kurdî hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply