Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî (ŞANO)

Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî

AMADEKAR:   Zeynelabidin Zinar

DEMA NIVÎSANDINê:  01 01 2010

CIHÊ ŞANOYê:  Hundir yan kartorfilm

ZEMANÊ LEYZTIKÊ: 90 deqîqe

 

Qiyafetê Melayê Cizîrî: 

Çarmêrkî rûniştiye û kursiyek li pêşiya wî ye, Quraneke mezin li ser kurdsî ye û dixwîne. Neh-deh kesên bi şaş, rih û cube li pêşiya Melê li ser çokan rûniştine û lê guhdarî dikin.

Bejna Melê bilind e, gir e û dagirtî ye, şalwarekî diyarbekirî lê ye, şaşeke mezin li serî ye, rihê wî dirêj e û dahfên sipî tê de hene. Çavên wî gir in, birûyên wî reş in, heybeta wî bi tirs e.

 

Qiyafetê Feqiyê Teyran: 

Bejna Feqî kurt e, zeîf e, şaşikek li gor pêçana kurdî li serî ye, rihê wî kurt e û şînboz e. Qapûtekî klasîk  ê kevn lê ye. Tûrekî bi çembil, li milê wî yê  rastê ye û tije kitêb e, gopal bi destê çepê ye. Ber bi Melayê Cizîrî ve diçe.

FEQÎ:   Selamu eleykim ya Melayê Cizîrî.

MELA: Eleykim selam.

Di rastiyê de seydayê mezin tu yî.

Tu hem bi emrê xwe ji min mezintir î, hem jî bi zanîna xwe…

Ji ber ku Quran li ber Melê ye, Mela ji ber Feqî ve ranabe piyan, lê ew kesên li pêşiya Melê rûniştî ne, tev ji ber Feqî ve radibin ser piyan.

FEQÎ:   Seyda, li Cizîrê çi heye, çi tune ye?

MELA: Wê çi li Cizîrê hebe! Çi heye,li Miksê ye, Miksêêêê…

FEQÎ:   Ez îro hatime Cizîrê ku tu nihêniya Selma û Selwayê ji min re bêjî

(Ev herdu keç evîndarên Melê bûne).

MELA: Mele Mihemed, ma tiştekî ku tu nizanibî maye?

Di wênavê re du keçên bedew bi kincên kurdî xwe nîşanê Mela û Feqî didin. Feqî û Mela digel wan melayên rûniştî tev li wan keçan dinihêrin û şaqiz dibin.

Melayê Cizîrî li herdu keçan dinihêre û xwe bi xwe dibêje:

Ez mam di hikmeta Xwedê da

Ev keçên hinde bedew di dinê da

Aya bi çi rengî hatine Cizîrê

Bo çi wan ez kirim bend û binnîrê?

FEQÎ li MELÊ dinihêre û dibêje: Seyda ev ne SELMA Û SELWA bin?

Ha dibînin, ew keç ji ber çavan wenda dibin. Tev dikevin heyretê û dibe ax û oxa wan…

FEQÎ:   Hohûûûû… (Feqî destekî xwe liba dike û dibêje:)

Seyda, meriv 40 sal dixwîne, hêj nû meriv pê dihise ku meriv nezan e.

MELA: Feqe tu merivekî pir zana yî, lê navê te ji ber du tiştan wek Feqiyê Teyran derketiye.

FEQÎ:   Ew du tişt çi ne, Seyda?

MELA: Yek tu yî, yê din jî Evîndarê Belqîzayê ye.

FEQÎ:   Seyda çewa ez û çima Hezretî Silêman?

MELA: Li dinyayê heta niha tenê kesek hebû ku bi zimanê teyr û tirûdan zanibûye, ew jî Hezretê Silêmanê evîndarê Belqîz Xatûnê bûye. Yê din jî cenabê te ye, yanî Mele Mihemedê Miksî ye. Ma berredayî ji te re gotine Feqiyê Teyran?

FEQÎ:   Seyda te ez serxweş û sewda kirim. Lê ew çi kitêb e li ber te?

MELA: Ev Quran e, Qurana pîroz e.

FEQÎ:    Tu kijan sûretê Quranê dixwînî?

MELA:  Sûretê bapîrê me Nûh Pêxember.

FEQÎ:   Tu çi behsê dixwînî?

MELA: Behsa Çiyayê Cûdî dixwînim ku Xwedê çiqas delal xweşiktiya Cûdî gotiye. Behsa gundê Heştiyan li quntara Cûdî û behsa bajarê Şirnexê ku çewa  ji aliyê Nûh Pêxemberî ve hatine avakirin dikim.

FEQÎ:   Seyda, Quran dibêje Cûdî û Incîl jî dibêje Agirî?

MELA:  Xem nexwe. Herdu çiya jî yên welatê te ne.

FEQÎ:   Mesela behiştê jî eynî wisan e, Seyda.

MELA:  Çewa?

FEQÎ:   Lê, pa Îsa Pêxember gotiye Şûna Behiştê Wan e, Mihemed Pêxember jî gotiye:  Şûna behiştê Şam e.

MELA: Wan û Şam jî, eynî wek çiyayê Agirî û yê Cûdî di herêma me de ne. Jixwe bapîrê me Silhedînê Kurdî Şam, Quds û Qahireyê yekere kiribûn. Îcar te çi divê?

FEQÎ:   Maxwe ne, ka bêje:  Mesela Selma û Selwayê çi ye? Ji gotina:  Tu diçî kurê, tu dil bera zeriyekê didî.

MELA: Aaaax ax Feqiyê Teyran! Te dîsa birînên dilê min kul kirin.

(Û Melê ev helbest dixwîne: )

Selwa sehê qed xemilî lew kemilî mestane reqs

Wer subhetê ger qabilî, dê bêt û ret şahane reqs

FEQÎ: (Feqî jî dewama vê helbesta Melê dixwîne: )

Îro şeker xendê birîn, destê sipî zendê birîn

Dîsa bi govendê birin, derdê Melê derman e reqs.

MELA: Feqiyê Teyran, bes ke behsa van derd û kulan. Ka bêje, tu hatî Cizîrê çi?

FEQÎ:   Seyda Min helbestekê li ser te honaye, lewra ez hatime Cizîrê.

MELA: Mîna ku hatina te bi xêr e. Ka bêje helbesta xwe!

FEQÎ:   Selama min heqîrî Sedefek tevî ku tê kin

Îro ke  li Cizîrê Heq e ku li Melê kin

Hîlak ji derba tîrê Çi derman heye ku lê kin?

(Melayê Cizîrî ji ber Quranê radibe û diçe li ser sekuyekê rûdine.

Feqiyê Teyran jî diçe li pêşber Melê li ser kursiyekî rûdine.

Ew melayên bi şaş tev li dora wan kom dibin û li herduyan temaşe dikin.)

MELA:  Selama min heqîrî Bêhed û bêhisêb in

Şubhetên avê şetan Ji mela li min û “H”ê bin

Hîlakên ji zehmetan Derman ji “L”am û “B”ê bin

FEQÎ:   Şerbeta “L”am û “B”êyan Nadim ez wê bi heyatê Me´dena “D”al û “R”êyan Dibarînin nebatê Zahir dikin me´neyan Ji husna but û latê

MELA:  Ji neqşê but û latan Me sîne butxane ye Te´eyyuna sîfatan Tecella di qelbê me ye Di ´îd û şevê Beratan Ji wan ra me secde ye

FEQÎ:   Secdeya şukrê carek Me ferz e di wîsalê Ne perdebê ne sitarek Li ber wechê hîlalê Ehsenellahu tebarek Ji sira wê cemalê

MELA:  Cemala nûrîn saf e Di wechê tecellayê Bi herfên xwe keşşaf e Zemîr didin me´nayê “Hamîm”, “´Eyn”, “Sîn”, “Qaf” e Di remza wê mu´emmayê

FEQÎ:   “H”êyên di heft “Hamîm”an Nuqteyan lê peyda kin Bavêne cem du “c”îman ´Işqê ji wê peyda kin Îsmê di du “Tasîm”an Du “M”îman jê cuda kin

MELA:  Heft xum tejî ne bade Di meykeda qîdemê Xuma ku min mûrad e ´Işq e rêt cama Cemê Lewhê du “n”ûn lê sade Lew feyzê da qelemê

FEQÎ:   Saqî ji xemra ezel “N”ûn û qelem jê afirand Darête lewha ewel Rizq û nesîb pê qedirand Ew bû mûrada mustehel Neqşê mecaz pê sewirand

MELA:  Neqşê mecaz tilism e Mezher ji reng mîr`atê Sûret li bal me îsm e Me´na bi tecella tê Herfên di nûrîn cîsm e “K”af, “H”a ye di ayatê

FEQÎ:   “K”af, “H”a îsmê kûr e Tuxra ye di Tenzîlê Cismê wê kûhê Tûr e Îcmal e di tefsîlê Cemala ´eynê nûr e Kewkeb  me di qendîlê

MELA:  Kewkeb dibêm beşer e Nûreke munezzeh tê Çi husnek mûsewwer e Resmek ji mîn-ellah tê Yeqîn bi xwe mezher re Çerxek e sed xergeh tê

FEQÎ:   Xergeh bi min hîcab e Sitar dikit cemalê Ewrê reş û nîqab e Li ber wechê hîlalê Perwane lew di ´ezab e Mehcûb e ji şemalê

MELA:  Şemal ji ´eynê nûr e Şewq e li ber sitar tê Perwane bê destûr e Di Ñerxê semadar tê Heyran sira Xefûr e Lew canfîdayê yar tê

FEQÎ:   Yar heqîqet Xaliq e Çi canfîda vêkevin Rê durust û sadiq e Çi reng bi şûna rê kevin Qenc letîf û layiq e Er tevî baxÅ kevin

MELA:  Baxê ji nûr wereq lê Yar di wê de zuhûr bit Sipîdeya şefeq lê Mezher ji ´eynê nûr bit Pertew ji husna Heq lê Da ´eks bê qusûr bit

FEQÎ:   ´Eksê ji Heq dibînin Li dor wechê mehbûban Li halekî namînin Ji sura wan metlûban Geh dinalin geh dixwînin Dûr in ji wesla xwûban

MELA:  Feryad ji dest fîraqê Di dûr in ji sultanan Tîrên ji lewnê beraqê Heybet û sira xanan Roj hatiye şîraqê Lew dimirin ji kovanan

FEQÎ:   Kovanên mihirdaran Bê hed û bê jimar in Tîrên tên ji hesaran Sed car û sed hezar in Xedengê di nûbaran Nihîn li dil dibarin

MELA:  Nihîn li dil direşînin Tîran ji siyahgoşan Du mîr xezeb dikişînin Li qetla me medhûşan Ji “´E”yn û “Q”af û “Ş”în in Xedengê eswedgoşan

FEQÎ:   Du “n”ûn di siyahreng in Bi ser li me ku kêşan Derbên ewan xedeng in Li qelbê me derwêşan Aşiq ji dest bi hing in Ji dax û zecr û êşan

MELA:  Daxên me pur di kul in Xeber jê nayê gotin Yengiyan derb li dil in Hinav me jê pur sotin Kemandar rek qatil in Gezme li dil bi cot in

FEQÎ:   Gezmyên “´e”yn û “s”adan Îşaret remz û sur in Kişandin goşe badan Mehbûb tijî awur in Tîrên di wan celladan Batin li dil difikirin

MELA:  Awurên cotê belek Berq in ji semawatê Şems e di Ñerxa felek Hatiye nêv mîr`atê Însan e sûretmelek Yan hor e di cennatê

FEQÎ:   Horî ku têk cema bin Perî hem di vê gavê Hemû ji reng Ñira bin Nêzîkî şems û tavê Ji şerma xwuya nabin Ji husna wê gulbavê

MELA:  Şermîn ji dêmê zerî ´Eqreban derb li dil in Şems û meh û Muşterî Pê rû di muqabil dan Îns e bi şiklê perî Ya horî sîfet wîldan

FEQÎ:   Pê rû yeqîn ku xal in

Du ´iqda Sureyyayê Du roj û du hîlal in

Li dêmê wê leylayê Bêwesf û bêmîsal in

Di remza şekerxayê

MELA:  Bi remz û guft û suran Nebatê ew dirêjin ´Işweyên le´l û duran Lûlû şeker dibêjin Xedengên di awuran Aşiq dê birêjin

FEQÎ:   Aşiqê dev û lêvan Şabaş e ji Xwedê ra Selwa bi bih û sêvan Belg in ji zîv û zêra Heram in xewê şêvan Li kesê muhbet vê ra

MELA:  Kesê ku êk divêtin Suhtiye bi ulfetê Şevan ku ev xevêtin Ji ber derba muhbetê Aşiq li pey wî têtin Ji cezbe w ji fîrqetê

FEQÎ:   Fîrqetê têk hirqet e Be´îd e ji xeyalê Tûtak e bi zehmet e Bulbul ji ber cemalê Goyîn qet xewn nakete Ku dûr e ji wîsalê

MELA:  Zehmet bi min wîsal e Aşiq ji ber cezbeyê Lew têt bi derd û hal e Ji ber berqa şe´şe´eyê Dema hilbit şemal e Nezer de perwaneyê

FEQÎ:   Perwane lew dimirit Xweş nîne ew bi jînê Zeîf e, xwe nagirit Tîj e berqa evînê Di perdê nasebirit Da ret kemala dine

MELA:  Perwane lew disojî Ji lem´eya cezbatê Fîda kirin ´umr û jî Di keşfa subûhatê Ku da ji nû ve vejî Baqî bit di heyatê

FEQÎ:   Heyat li ba min wesl e Du lat ger bibin latek Murad bi xwe her esl e Têkda bibin sîfatek Ji hev êk nebin fesl e Wahid bimînit zatek

MELA:  Wahid zatekî ferd e Tecella da sîfatan Bi ´eynê dil nezer de Li cumle te´yînatan Tewehum bûye perde Bi îsmê but û latan

FEQÎ:   Lat ji sûretek heq e Ji esmatê heqanî Li bal min muheqeq e Di vê keşfa subhanî Lahût e her mutleq e Di nasûta însanî

MELA:  Însan bi min nasût e Gewher di nêv sedefê Ji alema ceberût e Şems hatiye şerefê Tenezzul ji lahût e Mehbûb e cam di kefê

FEQÎ:   Kefa ku kûz û kas tê Nazik û sipîzend in Qedeha meya xas tê Binêrin talib Ñend in Vexwin ji destê rastê Bi medhan mehbûb xwendin

MELA:  Wesf û medhên mehbûban Li daxêt kul heyat in Qût in ji bo qulûban Gulav qend û nebat in Ji nexma medhê xwûban Aşiq bi cezbe hatin

FEQÎ:   Aşiq bi wesf û medhan Di fîraqê di sebrî Nesîm bêt ji wan terhan Bulbul neşê xwe bigrî Xwîn dê der bit ji cerhan Dê bi daxên kul bimrî

MELA:  Bulbulên wê gulşenê Ji ezel ew dibêjin Ta ebed ji me´denê Gewheran da birêjin Herfek ji wesfan tenê Alem têk nabirêjin

FEQÎ:   Cema kin têk alemê Hemiyan bi ustad kin Herf ji lewhê qidemê Bi şerh û bi sewad kin Nayête ber qelemê Behran er bi mîdad kin

MELA:  Nesrîn û gul tebeqek Seher ji baxê gulan Ji nesterîn wereqek Bese me sahibdilan ´Urfexwahî sebeqek Çêtir ji sed sicilan

FEQÎ:   Ehsen ji nûsebeqan Qelem ji qend û nebatê Li ser setha wereqan Dirêjit Ava Heyatê Des bi des jê tebeqan Melek dibin cennatê

MELA:  Nivîsa te ´enber e Zubad û misk dirêjin Çi şaxê neyşeker e Qend û nebat dirêjin Nutqa te xwe gewher e Sed bar gewher davêjin

FEQÎ:   Gul im di destê xaran B`îsmê Muhemmed nav im Bulbul im di gulzaran Ji ´işqê lew zerbav im Di zumreya mîhrdaran Tu roj î, ez hê tav im

MELA:  Dûr im ji gula bi xwunav e Lew zer şubhetê bih im Sosin ´ereq ji tilav e Di firqetê dibirjihim Li bal xwedandila ve Tu tav î, ez hê sih im

FEQÎ:   Birîndarê ´işqê me Dûr im ji siha bihan Zanin meddahê kê me Di hezar û yek û sihan? Senaxwanê Melê me Li hemû erd û cihan

MELA:  Hindî ku digazehim Dikêşim sebr û hîrê! Şubhetê Ñeng û jeh im Hîlak im ji derba tîrê Senaxwanê Feqeh in Îro ke di Cizîrê.  Ke di Cizîrê…

Ke di Cizîrê……….

Ke di Cizîrê…………..

Ke di Cizîrê…….……….

 

 

DAWÎ

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply