Xopana Mêrdîn

Niştecîyên bajarê Mêrdîn ji kêm netewên, cüda cüda pêkhatine û her rengekî vî bajarê kevnar û rumetek mirovahîyê ye.
Dema ku mirov li avahîyên li serê vî çîyayê bilind bi hosteyên kevirên vî warî temaşa dike, hestên germ ji kûrahîya dilê mirov difûrin. Çi wextekî mirov li kolanan serberjêre dibe yan dimeşe û digere, dengvedanîyek bi mirov re rêwîtîyê dike. Mîna dîrok zîndî dibe. Hosteyên van dîwar û şaheserên şehkirî û neqişkirî bi kedek hêja û pîşesazî hatine lêkirin, Bala mirov dikşîne. Ji bo çûnûhatina hêsanî tevahîya kolana bi pîvan bi nabêr pêk anîne û tax (mahalle) bi ebbara (koridor) bi hev hatine girêdan. Bê guman li hemi taxên bajêr ev ebbare (koridor) hene. Hinek ji wan dirêjin, hinek ne pir dirêj, lê ji mirovan ra rêberîyê dikin. Lê hemi bi hostehîyek delal bi qesrên li ser wan hatine avakirin hatine hûnandin. Dema ku geryanên vê demê li kolanan Bajêr digerin ev ebbareyên (koridor) ku taxan bi hev girêdidin mîna mihmandarekî rê şanî wan geştyara didin. Mirov têdigihêje ku ev pîşesazên wê demê bi hostetîya xwe amade bûne ku di wê demê de pêşbirkê bi şaristanîyên derûdora xwe bikin û bi ser ketine jî.
Taybetmendîyek dinê balkêş heye ku ev bajar piştî lêfa derûdora tevahîya çîyayên Mêrdîn, li serê gîyarêki herî bilind ku raserî berî,ya Mêrdînê ye ava bûye. Di gera li ser hesp û hêstiran dengê nalê wan mîna mûzîkekê akustik li derdorê tê godarîkirin.
Kela Mêrdîn bi bilîndîya xwe ji tevahîya seranserê berîyê tê xuyanî, dimenek herî balkêşê, ji bo temaşakirinê. Digel vê yekê jî, ji amûda bavê bihemed û dirbêsîyê jî weke helîneke balindeya tê xuyakirin. Bajar seranser ji Qoserê heta nêzîkî qamişlo û Nisêbînê bi avahîyên xwe yê hosteyên navdar û bi rûmet, ‘’ku not ji sedê wan filehê derûdorê bûn’’ xuya dikin. Xan û eywanên vî bajarî ji demên derbasbûyî de, xizmeta bazirgana, rêwing û mêvana kirine û bajar di tevahîya dîroka qedîm de bûye warê aşîtî û lihevkirinê.
Çiyayên li derûdora Merdîn jî bi navê kevnar tên nasîn. Li rolhilatê bajêr girê Şêx Şi’ran, li seranserê vî girî Qalitmera (kela Jina) girê Dêra Zaferanê û baqirqirê, li kêleka wî girî, girê Mîrê Mîrane. Li rojavayê kela Mêrdîn, Girê Exreşkê,Gîyarê Dêrê, bi xemla xwe şewq didin dîmenên xwezayî ya bajar û berîya Mêrdîn. Li bakûrê Mêrdîn seranser çîyayên zinnarê bi dahl û rezan, dar û berên hirmî, hinar û qeresîyên, qubalê û Rişmilê û mêwê rezên mezrone xemilandîne.
Li navenda seransera bajarê Mêrdîn, kanîyên xwezayî ji dem û dewrana diherikin û her kanîyek bi birkekê neqişkirîye. Ji demên berê de li vî bajarê kevnar du derî yê çûnûhatinê hene. Yê rojava Derîyê diyarbekirê ye, yê rojhilat derîyê babissorê ye. Hetanî vê dema nûjen jî her dû derîyen çûnûhatinê xizmeta alemê dikin û di cihê xwe de ne.
Belê em xwecihîyên çarhawêrê vî welatê kevnar, dîrokî û şunwarê bav û bapîrên vî bajarî, di Van çel salên bihurî, me li paş xwe hişt û li warên xerîbîyê cîbicî bûn.
Dema ku me paşê xwe da welatê bav û bapîrê xwe, xeyal û mîrazên xwe jî bi xwe re birin welatê xerîbîyê û em çûn…
Mamoste Baqî

Derbar ziman

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply