Mirovan Şêxa Şêx Dike

Di bajarê Bilisê sala 1975’an de malbatek hûrik hebû. Di ev malbatê de mêrikek gotiye; ‘ez çi bikim, bavê min bimire ez tune dibim. Ez jî derewek bavêjim gundi ra û bibêjim bavê min şêxe.’

Belê bavê wî Remezan zana bû lê belê şêx nebû.

Kurê Remezan çû gundê xwe û herkezi ra go; ‘bavê min şêxe. Pawula pirê çay vê êvarê min dit ku bavê min pinemêja xwe dervayê raxir û firya çû Qibrisê şer kir û paşê sibê disa hat û di binçengê wî de jî tiji gule derket.’

 

Gelê gund şaşû paş de ma. Kurê remezan disa go bavê min zehf ji xeribe nabêje ez şêx im.

Gelê gund çûne ba Remezan û bihevra gotin; ‘barke tu şêxî. Lê tu ser nimêj ê de çûyî Qibrisê şer kiriyê û disa hatiyê vêderê û gule jî aniyê pawula.’  Remezan jî; ‘na law ez şêx mêx nin im. Lê nikarim nimêj jî bikim. Gundîno ez nexweş im çawa biçime Qibrisê.’

Kurê remezan jî wisa go; ‘ hevalan bavê min kerameta xwe nişan nade zehf dilê nizme. Ji bo wî nabêje ez şêx im. Hûn bawer nekin’

Belê di salê din ê de Remezan mir çû dilovanîya Xwedê. Û gotin; ‘şêx Remezan miriye.’

 

Belê plana kurê Remezan destpê bû û ev jî bû kurê şêxa Remezan.

AmadekarMetîn Kewê

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply