Pirsname
20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ebdurehîmê Muşî – Bi alikariya M.Samî Çinar
- Peyva ku tu herî zêde jê hez dikî çiye?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Yekîtiya mayînde û heskirina navxweyî ye. Her wiha azadî û aşitiya mayînde ye. Tişta herî zêde ez jê acisdibim jî, îxaneta navxweyî ye.
- Van rojan tu li kîjan stranê guhdêr dikî?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ez van rojan bêtir li vê Strana MÎVANÊ XEYALA MIN guhdêr dikim:
Hanî – MÎVANÊ XEYALA MIN
Mêvanê xeyala min
Kengê dihê mala min?
Bînî bejn û bala min
Hey…
Ez im gulbarîna te
Nêrgiz û narîna te
Nazdar û şîrîna te
Tew…
Kanî me kanya te me
Bûheşt û dunya te me
Tev ji evînya te me
Tew…!
- Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ji bo min nirxa herî pîroz, bawerî û hezkirineke herî zexm û qewî ye. Ji xêncî wî jî nirxên Neteweyî ye.
- Tu jibo çi dijî?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ji bo ku ez fernama Xwedê Teâla binim cî û ji mirovahiyê ra jî bibim mînakek rind û li dijî bê edaletiyê bi sekinim, her wiha ewladên bixêr perwerde bikim lewra ku ez di vê dinya fanî de dijîm.
- Ji kurdan re, ewul çi lazim e?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Bêguman ji me kurdan re: Yekîtiya neteweyî û heskirina mayînde lazim e. Eger ku em bibin yek azadiya me pirr hasantir dibe û wê dost û dijmin jî me muxatap bigrin. Mala minê! Lewra mezinên me gotine: “Destê bi tenê bibe Şêrê ‘Elî dîsa deng jê nayê.” Keko tişta ku pişta me şikandiye û me cedewî kiriye, îxanet û bêtifaqiya me ya mayînde ye. Lewra min di gotinekî xwe de wiha gotî:
Mûşî dibê ..kurdo… yek bin
Ne pêçiya d’ çavên hev bin!
6.Tu dikarî bi sêpeyvan xwevebêjî?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Mezlûmê sitembar im
Lewra bindestê zordar im
Lê di doza xwe de;
Ji sedî sed mafdarim..!
- Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ez dikarim bi hêsanî bêjim, hest û Helbestên min û Wêje ya kurmancî. Her wiha Çand û Huner, kultura me ya rind û Dengbêjiya Kurdî.
- Egîdê te kî ye?
Yado Axayê Dumilî, Ferzende Beg, Seyîdxanê Kerr, Elîcan, Tewfîq, Egît û hwd.
- Tu dixwazî li ku derê bijî?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Bêguman ez naxwazim li xerîbiyê bijîm! Lewma ez dixwazim li welatê bav û kalên xwe di hêlîna xwe ya germ û qedîm de bijîm. Ji ber ku welat aram û hesreta dilê min ê birîndar e ji lewma. Helbestvanê me çi xweş li hevaniye:
”Bilbilê malik şewitî ji xwe ra nalîn e
Xema Şalûl e ji xwe ra xweş dixwîne
Derdê bilbil ne qefesa zêrîn e..!
Mirad û mexsedê wî ew e hêlîna xwe bivîne.”
- Tu kîjan pirtûkê dixwînî?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ez bêtir Kilasîkên Kurdî dixwînim. Mînak: „Mamoste Şêx Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Mela Ehmedê Cizîrî, Mele Ehmedê Bateyî, Mele Ebdurehman Durre, Seydayê Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj û hwd.
- Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyînekî bikî?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ez ti wextê naxwazim ewanî û derewan bikim. Xwedê Teâla neke para ti xêrxwazî me jî bide xatir. Lewra ez ji îftira, derew û durûtiyê nefrînê dikim.
- Çi te kelecan dike?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Wextê ez dertêm dikê pêşberî Gel. Lê belê bêtir daxwaza Azadiyê kela dilê min wek pêlên deryayê berz û bilind dike.
- Çi kelecana te dişikestîne?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Aram kelecana min dişkîne..!
- Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Siyaseta wek siya darê û bêtifaqiye. Divê siyasetmedarên kurd bi karibin bi mêranî li ser piyê xwe bi sekinin û bibin bersiva hemî dost û dijminan. Lewra siyaset wek siya darê nayê kirin. Divê di qada Neteweyî û Navneteweyî de siyasetmedarên me bi fêhm û feraseteke mezin û zanyariya xurt siyaseta xwe bimeşînin da ku bikaribin gel jî têr bikin. Tişta herî girîng jî ew e ku em bi karibin pêşî li îxaneta navxweyî werbigrin û hezkirin û yekîtiya mayîn de di nav xwe de çêbikin û destê biratiyê bidin hev!!! Lewra min di gotinekî xwe de wiha gotî:
Siyaseta wek Siya Darê
Me nagîne Derbuharê!
- Axaftina bikîjan zimanî te kêfxweş dike?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: – Bêguman axaftina bi zimanê neteweyî. Lê belê ez bi pirr zimanî jî diaxivim:
Divê ..em.. ji dinyayê fedî bikin
Bi zar û zimanê xwe ’emel bikin
Her wiha bi şi’ûr siyasetê bikin
- Kîjan fîlm xweşî we tê û zêde li ser we tesir dike?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Bêguman di Sînemayê de ez herî zêde ji „Mîrê Sînemayê Yilmaz Guney” hez dikim. Her wiha derdê Yilmaz Guney rojê sed carî dil û cergên min bi neşterê dikoje û disoje!!!
- Xewnabextewariya te çi ye?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Bêşik: „Aramî, Azadî û Serxwebûna mayînde û aştiya cîhanê ye.
- Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne ser xwe?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Bêguman vê: „Zilma ku bi taybetî li Netewa me û mezlûmên cîhanê tête kirin” rojê sed carî min dikuje. Xwedê Teâla vê zilmê qebûlneke. Amîn..! Xwedê Teâla Aştiyeke mayînde di welat û cîhana me de bide çêkirin, da ku ev fîxan û feryada mezlûman were rawestandin. Amîn..!
- Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Sed heyf û mixabin, Paşeroja me ji bo min bi tenê „Îxaneta navxweyî, zilm û nîjadkujiya ku li ser Gelê me yê mezlûm” tîne ber çavên min. Her wiha peymana: „Qesra Şîrîn û Lozan”ê van herdu peymanên ku nerewa û bêdad min şerpeze dike. Lewra paşeroj ji bo min îxaneta navxwyî û ya navneteweyî tîne zimên.
- Te dixwest tu bibî xwedî kîjan qabiliyeta sirûştî?
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî:
Tu ji min bawer bikî ez rojê 10 carî şukrê Xwedê Teâla dikim ku fehm û feraseta Helbestvanî, Denbêjî û Bilûrvaniyê daye min ku, ez pê derd û kulên gelê xwe dihêrim û ji birîna wî re dikim melhen. Her wiha derdê gel dikim gulistaneke bêndar ku bêhna birîndar û evîndaran pê derkeve û pê aram bibin. Bêguman ez deh carê din werim dinyayê dîsa ez di xwazim ku li ser vî bawerî û ramana xwe ya netewhez û kurdperwer bim û li dijî bê edaletiyê li gel Netewa xwe têbikoşim.