MIJARA ‘îy’ û ‘iy’, ‘êy’ û ‘iy’

Pir kes vê mijara bikarnehanîna ‘îy‘ û ‘êy‘ wek qaydeyeke giştî û misoger dibînin û bê îstîsna tetbîq dikin, her weha yên ku ew qas tund li mijarê nanêrin jî rexne dikin, gazinan ji wan dikin. Lê di rastîya xwe de ew bi xwe di nav nakokîyekê de ne. Ji ber ku di bilêvkirina qels de dengê î dikeve, nabe i û di bilêvkirina xurt de î li cîhê xwe dimîne û tu carî jî wek i nayê bilêvkirin. Dema ku i tê nivîsandin, meriv hewl dide ku wek i bixwîne; li cîhê ku i dixin dewsa î, heke meriv hewl bide ku dengê i derxe, bi rastî zimanê meriv dihilkume; hema biceribînin, hewl bidin ku li cîhên sorkirî dengê i derxin:

Tirkiye (Tir-ki-ye), Sûriye (Sû-ri-ye), miriyek (mi-ri-yek), tiriyek (ti-ri-yek), kev-çi-yek (kevçiyek), li Ha-î-ti-yê (Haîtiyê), jinbiyek (jin-bi-yek) û hwd.

Li vir jî van peyvan bi awayê rast bixwînin: Tirkîye (Tir-kî-ye), Sûrîye (Sû-rî-ye), mirîyek (mi-rî-yek), tirîyek (ti-rî-yek), kev-çî-yek (kevçîyek), li Ha-î-tî-yê (Haîtîyê), jinbîyek (jin-bî-yek).

Dengê i li wir dernakeve. Îcar ku ew deng dernakeve û tu dinivîsî, xwendin naherike. Dema ku xwendin neherike, mirov denganîya Kurmancî ya qedîm his nake. Wê gavê çima hun ‘î‘ya orîjînala peyvê dikin i? Heke sedema we ew be ku ji ber lê zêdekirina paşpirtikên tewandin û pev girêdanê, bilêvkirin giran dibe, wê gavê di hin rewşên wisa de (ne hemû), heke pêwîstî hebe, wek ku ziman xwe sivik dike, hun jî deng bixin, ji lêzêdekirina dengê ku li wir nayê bilêvkirin, çêtir e. Qet nebe dengekî bêeleqe (i) pêk nayê. Mînak: kanîya mezin bikin kanya mezin an jî wek orîjînala xwe bihêlin, nekin kaniya mezin; ji ber ku wisa nayê bilêvkirin: ka-ni-ya, si-ti-ri-yek, jin-bi-yek, çênabe.

Kesên ku vê qaydeyê bi hişkî tetbîq dikin, xwe disipêrin gorbihuşt Mîr C. Bedir Xan. Carinan li hinek nivîsan rast têm, li gora gramera Mîr C. Bedir Xan ji serî heta binî çewt in; lê dîsa jî ev pevguherîna i û î nehatiye îhmalkirin. Çima? Ji ber ku ji alîyê hin kesên ku bi zimên mijûl dibin û hin edîtorên kovar an websîteyan ve wek qaydeyeke yekcar girîng, wek hevokeke ji pirtûka pîroz, tê pêşkêşkirin; lê bi rastî qaydeyeke basît û bi mantiqê sivik e; xwendevan jî ji ber mantiqê sivik, bi wan hêsan tê û êdî li ku î û ‘y`yekê li dû hev (îy) dibînin, hema yekser î dikin i, wek ku ferman li î rabûbe, heke wek orîjînala xwe bimîne, hîmê peyvê xerab nebe, wê qebhetek pêk were. Hinek edîtor jî bi vî awayî nivîsên me rûdiçikînin; wî mafî li gel xwe dibînin ku ‘î’yên me bikini; tu nemaye ku me bi îxaneta li dijî yekîtîya zimên gunehbar bikin. Lê hay nabin ku parastin û pêşniyarkirina hûrgilîyeke nivîsê tiştek e, pêşî li nêzîkbûnên cuda girtin tiştekî din e; ji ber ku li vir mijar tercîh û gengeşîya li ser tercîhê ye. 

 

Lê ji van kesan hinek lê hay nabin, hinek jî jê haydar in lê piştguh dikin, ku ev qayde tenê nabêje ku î berî y (îy) nabe, li eynî cîhê ku ji dewsa î, i tê pêşniyar kirin, her weha ji dewsa êe tê pêşniyar kirin; heta dibêje, divê berî y tîpên bi kumik neyên bikaranîn. Anku ne ‘dêya min’, ne ‘diya min’ lê ‘deya min’, ‘peyê min’ (ji bo ), ‘reya me’ (ji bo ) û hwd.

Wa ye çavkanî li jêr e. (1)

Bi dîtina min ev pêşniyar rê li ber zimên venakin û astengan derdixin; her weha qayde hişk û tund in, lê belê analîza ku ji wan re dibe bingeh ne kûr û berfireh e, wek fermaneke jorvehatî hatiye ferzkirin. Ji lew re, divê meriv wan bi giştî bide alîyekî; wek ku hin kes dikin, perakende bicîhkirin jî ne çareyek e (îy dikin iy, lê êy nakin iy an ey).

Hinek kes jî dema ku ez wisa dibêjim, xwe aciz dikin; wek ku neheqîyek li hêja Mîr C. Bedir Xan hatibe kirin. Lê belê ne rast e. Ev mijar tesbîteke bi denganîyê ve girêdayî ye û kitkit  e, hûrgilî ye; ne esasê ekola Mîr C. Bedir Xan a rêziman û rastnivîsê ye. Ji xwe wî bi xwe jî di vî warî de analîzeke fireh pêşkêş nekiriye, yekser qaydeyên jorgotî rêz kirine. Lê ev qayde di hin waran de pirsgirêkan derdixin ber me, ma em çavên xwe jê re bigirin? Bê guman, na.

Çend not li ser pirsgirêkên ku jê derdikevin û hewldaneke analîzê:

1)   Di dawîya peyvên Kurmancî de î pir belav e. Gelek gelek peyv bi î diqedin. Tu wan giştan bikî i, di formê de jî tevlihevî çêdibe. Di gelek peyvan de ji xwe ya ku ew peyv pêk anîye î bi xwe ye, ne rast e ku meriv wê biguherîne, an ku ne rast e ku tu dengê ku wê peyvê ji peyvên din cuda dike, bi dengekî bêeleqe biguherînî. Wek:

î tê dawîya gund û peyva gundî pêk tîne. Gelo meriv î bike i, peyva gundî dê çawa pêk were? Bi heman awayî çewt-çewtî,rast-rastî, azad-azadî, Dêrik-Dêrikî; peyvên bi vî awayî di Kurmancî de yekcar zêde ne. Li gora vê dengkujîyê, heke bi “y” werin tewandin an pevgirêdan, divê ev peyv weha bin: gundi, çewti, rasti, azadi, Dêriki.

 

2)   Hinek peyv di hîmên wan bi xwe de î û y li pey hev tên, ne ku bi paşpirtikên pevgirêdan an tewandinê y distînin. Wek:

yar li ser esasê ye (ji dîtinê: dî-yar)

yan (jîn) li ser esasê ye, bi tena xwe ‘emr/temen’ (jî-yan)

vîyan (vîn)

 

Îcar meriv terp û esasê peyvê biguherîne, rast e gelo?

 

    3)   Di hin rewşan de î nabe i, lê dikeve:

 

kanî       kanîya mezin    kanya mezin        kesek nabêje kaniya mezin

masî      masîyê gewr     masyê gewr        kesek nabêje masiyê gewr

derî       derîyê hewşê    deryê hewşê        wek deriyê hewşê nayê gotin

xanî      xanîyê jorîn       xanyê jorîn           wek xaniyê jorîn nayê gotin.

 

Bi kurtî, dema ku sist tê bilêvkirin, ‘î’ dikeve, di bilêvkirina xurt de, tiştek pê nayê; di tu rewşan de ew nabe ‘i’.

 

4)   Ev ketina deng tenê heke piştî ‘î‘yê paşpirtikên ‘-ya’, ‘-yê’, ‘-yên’ hebin, diqewime. Di rewşên din de ‘î‘ ne dikeve ne jî diguhere, wek xwe dimîne:

 

xanîyek, kanîyek, derîyek, kerîyek, mejîyek

parîyek nan

kevçîyek şorbe

sîyek hênik

 

Min tu carî nedîtiye ku kesekî ev peyv wek ‘kaniyek’ an ‘kanyek’, ‘xaniyek’ an ‘xanyek’, ‘siyek’  bilêv kirine. Hewl bidin, hun ê bibînin ku devê we nagere, hun nikanin bibêjin kevçiyek şorbe, lê kevçîyek şorbe xweş tê gotin.

 

5)   Ez ê nuha hinek peyvên wisa rêz bikim ku tê de hem i hem jî î hene, û dûre jî y bînim dû î, ka bê dengê î dibe wek dengê i’ya ku berê carekê di peyvê de hatiye bilêvkirin an na. An ku her du i wekhev in, an jî yek i ye yek jî î ye.

dirî (dirrî)               dirîyekî gir

dizî                        dizîya/dizya malan

binî                        binya xetê, binya kêşik, binya malan, binyat, binyan 

birçî                       Birçîyekî ji birçîyekî nan xwestibû.

cidîyet                   i û îy ji xwe tê de hene

dijîtî                       dijîtîyek

gilî                         Gilîyê kê kiriye?

girîyek                   girîyekî dilsoj

girmînî                   girmînîyek jê hat

mirî                       mirîyek

jinbî                       jinbîyek(e) ciwan

tilî                          tilîyek(e) dirêj

tirî                          tirîyekî xweş

tîtî                          Tîtîyek ji ber me bi hewa ket. (du î)

Li gora wê qaydeyê divê di van peyvên jor de, hemû î rabin û i têkevin şûna wan. Wek mînak, dirîyekî gir bibe diriyekî gir. De hela hewl bidin ku di bilevkirina wan peyvên jorîn de li cîhê sorkirî, ji dewsa î, dengê i derxînin; ka çi diqewime.

 

5)   Bi qasî ku min lêkolîn kiriye, di dîroka pevguherîna dengên Kurmancî de, ‘î’ tu carî bi ‘i’ nehatiye guherandin. Lê ji bervacî, ‘i’ an jî ‘ih’ bi ‘î’ an “îh” hatiye guherandin:

 

‘rih’ bûye ‘rî, rîh’

‘cih’ bûye ‘cî, cîh’

‘mih’ bûye ‘mî, mîh’

‘sih’ bûye ‘sî, sîh’

‘tihn’ bûye ‘tî’ an ‘tîn’

‘bihin’ bûye ‘bîn, bîhn’

‘dihin’ bûye ‘dîhn, dîn’

‘tirih’ bûye ‘tirî’

‘pêçih’ bûye ‘pêçî’

‘sipih’ bûye ‘sipî’

‘dihtin’ bûye ‘dîtin’

‘rihtin’ bûye ‘rîtin û gelekî din. 

 

Îcar pêvajoya denganîya Kurmancî ji ‘i’ ber bi ‘î’ ve diherike, ne ji ‘î’ ber bi ‘i’ ve; ev qayde herikîna zimên bervaca dike. Ziman bi alîyekî ve diherike, qayde wî bi alîyekî din ve dikişkişîne. Ji bo wê jî devê meriv nagere ku ji dewsa ‘î’, ‘i’ bixwîne, wî dengî bi lêv bike. Wê gavê meqesa di navbera zimanê nivîskî û yê devkî de, bîleheq zêde vedibe, û ev jî ji alîyekî din zirarê dide zimên.

 

6)   Di heman beşa heman pirtûkê de, her weha tê gotin ku (2), ger dawîya peyvekê ‘î’ be û peyva dû wê jî bi ‘y’ dest pê bike, divê ‘î’ya dawîya peyvê jî bibe ‘i’.

Wek mînak, li gora vê, divê:

 

Ew kî ye?’ bibe ‘Ew ki ye?’,

Ev derzî ye.’ bibe ‘Ev derzi ye’.

     Weha nivîsîna wê nexwaze jî ev pirtûk dibêje, divê wisa bê bilêvkirin. Heke ew ê wisa bê bilêvkirin, çima dê wisa neyê
     nivîsîn jî? Ev jî tiştekî din ê îrasyonalbûna (deraqil) vê qaydeyê ye.

 

Ew her weha dibêje, divê:

Tu kurê kê yî?’ wek ‘Tu kurê ke yî?’ bê nivîsandin/xwendin. Anku ‘’ bike ‘ke’.

Kitêb li ser masê ye’ divê bibe ‘Kitêb li ser mase ye’. Anku ‘masê’ bike ‘mase’.

 

     An ku serê ku naêşe, paçan lê bigerîne.

 

    7)   Di kît bi kît (hece bi hece) gotin an nivîsandinê de problem çêdibin:

xa-ni-yek          xanî dibe xani

ke-ri-yek           kerî dibe keri

si-ya da-rê        sî dibe si

di-ri-yek              dirî dibe diri

 

     Her weha di rêza hejmaran de: sê-sêyem-sêyemîn û sî-sîyem-sîyemîn

    Divê li gora vê qaydê bibin: siyem-siyemîn û dîsa siyem-siyemîn

    Ka sî û sê bi ku ve çûn?

 

Balkêş e, piranîya Kurmancên ku bi zimên mijûl dibin her weha mamosteyên Kurdî ne jî , dersan didin. Lê dîsa jî balê nakişînin ser vê nakokîyê, alozîya wê ya perwerdeyî nabînin, an piştguh dikin, çavên xwe jê re digirin. Wek ku tê zanîn kît bi kît cîhekî girîng digire, di perwerdê de û her weha di rastnivîsa weşanan de; dema ku li dawîya rêzê peyvek naqede, bi (-)yekê ji kîtê ve qut dikin û li rêza piştî wê didomînin. Dê di dersê de çawa bêjin, xa-ni-yek, di-ri-yek û hwd.

 

Ji ber ku peyvên ku bi ê diqedin kêm in, zêde li ser wê nayê rawestan. Lê dîsa jî ez dixwazim ji bo ê jî balê bikişînim ser vê yekê:

 

ê di her rewşê de nakeve, ne jî dengekî din li dewsa wê tê bikaranîn. Wek:

 

sêyem, sêyemîn tucarî nabe seyemîn an siyemîn an syemîn

Kesek çêya me naxwaze/Tu çêya xwe dibêjî; ne dibe çeya me, ne jî çiya xwe

Besêya Xatûnê nabe Beseya Xatûnê an Besiya Xatûnê an Besya Xatûnê

 

Hinek kes jî, ji xwe re bi kêfa xwe ‘îy’ dikin ‘iy’, lê ‘êy’ wek xwe dihêlin. Wek ku her du (îy û êy) li heman qaydeyê nehatibin girêdan, wek ku haya wan jê tunebe. Bê guman wisa jî nabe. Pir bi zelalî her du li pey hev rêz kirine. Wa ye li jêr fotokopîya rûpelê didim. Dibêje, ‘Eynî wek î, ê jî tucarî berî y nayê’ û ji dewsa wê bikaranîna e temî dike. Bê guman ev di cîh de bi ‘çêya xwe’, ‘sêyem, sêyemîn’ û hwd tê pûçkirin. Wê gavê jî ev analîza bêyî îzeheke akademîk li hewa dimîne. Her weha ew kesên ku tenê nîvê qaydeyê dibînin, ji bo nîvê mayî xwe li xamî datînin, wek ku nabînin tev digerin, ev jî keyfî bikaranîna qaydeyê nîşan didin. Baş e, çima tu wî mafî bi xwe re dibînî ku nîvê qaydeyê bi kêfa xwe piştguh bikî, çima kesên ku vê qaydeyê bêfêde û bizirar dibînin, wê nikanibin qaydeyê rexne bikin û ji ber ku çewt û bêfêde dibînin, wê bi cîh nehînin?

 

Ez dibêjim bêyî îzeheke akademîk; ji ber ku wek îzeh dibêje, “dibe ku ji ber ku cîhderkên her du dengan nêzîkî hev in, wisa dibe”. Ev ne îzeheke akademîk e. Heke sedem ev be, wê gavê divê em bibêjin ku piştî y jî bila î û ê neyên, ji ber ku dîsa cîhderkên wan nêzîkî hev in, heke cîhderkên î û y  di îy de, ê û y di êy de nêzîkî hev bin, ên y û î di de, û y û ê di de jî nêzîkî hev in. Wê gavê çima em dibêjin, ‘ma, he, ze, çê, xwe, teva, , n, a û hwd’? Li peyva çêyî binêrin, her sê jî hene (ê, y û î); dîsa peyva bêyî jî wisa ye; her sêyên ku îdia dikin ku ji ber nêzîkbûna cîhderkên wan li pey hev nayên nivîsîn.

 

Evên ku nîvçe yan nîvenîv bi kar tînin, divê yan qaydeyê bi tevayî bi kar bînin, yan jî heke dibînîn ku bicîhkirina wê asteng û alozîyan pêk tîne (ku bi rastî jî wisa ye), wê bidin alîyekî; vê rewşê bînin zimên, da ku rê li ber lêkolînan vebe. Her weha, tiştekî lêkolînnekirî, îzehnekirî çima bibe qaydeyeke ew qas kurtebir û misoger?

 

Tiştekî din jî, Mîr C. Bedir Xan bi xwe jî ji serî de ev qayde bikar nehanîye. A rastî di gelek hejmarên destpêkê yên Hawarê de, tew haya wî jî ji vê yekê tunebûye û ew yekser wek ‘îy’ û ‘êy’ bikar anîne (li wêneyên Hawarê yên jêrîn binêrin); li gora esil û orîjînala wan çûye. Di nav salan de, ev mijara ketina deng, ku min li jor qal kir, bi zelalî nehatiye fahmkirin, çewt hatiye ravekirin û rê daye vê qaydeya sedema sergêjîyan. Heke îy tiştekî ew qas yekcar dijî pergala Kurmancî bûya, qey ew ê di serî de lê hay bibûya û di dehan hejmarên ‘Hawar’ê de bi kar nehanîya. Li wêneyan binêrin, çawa bi hêsanî peyvên wek ‘Elfabêya’, ‘di dengdayîyê de’, ‘hevdudanîye’, ‘TÊDEXISTÎYÊN’, ‘arîkarîyê’, ‘YEKÎTÎYA’, ‘DELALÎYA’, ‘xweşîya’, ‘dildizîya’, ‘derîyê’ bi kar anîne. Her weha di dawîya her hejmarê de (nuha min li 1-9 nêrî ku careke din bi cîh bikim) dinivîse ‘Kirîyarîya Komelê’ (wê demê ji bo kovar digot komel û ji bo abonetîyê jî kirîyarî; kirîyar jî ji bo kesê ku dikirre, abone dibe, wek bi Îngîlîzî buyer, subscriber. Her weha Q û K li dewsa hev bi kar dihanîn). Bala xwe bidinê ku ji bo Tirkîye dibêjin Tirkîya û ji Sûrîye re dibêjinSûrîya, ne ku wek nuha tenê ji bo ku li qaydeyê bînin, diguherînin dikin Sûriye û Tirkiye, an ku î‘yan nakin i(2)

Ne tenê î û ê, lê i bi xwe jî di gelek rewşên weha de dikeve.

Ketina dengan di Kurmancî de xwedî cîhekî girîng e. Ne wisa be, ziman xweş naherike, axiftin hêsan nabe, galegal xweş nabin. Çawa ku li jor me got, î û ê ji bo vê hêsanî û herikînê bi taybetî di rewşa pev girêdan û tewandina binavkirî de dikevin, her weha ‘i’ jî di heman rewşê de dikeve. Û bi rastî heke ev deng nekevin, ziman hêsan naherike. Lewra ev alîyê denganî û fonolojîya Kurmancî divê bê lêkolîn û lêpirsînkirin, bi zelalî were îzehkirin. Va ne hinek mînak:

 

kanî            kanîya mezin                   kan’ya mezin

derî             derîyê zer                        der’yê zer

hirî              hirîya pez                         hir’ya pez

girî              girîyan                              gir’yan

binî             binîya xetê                        bin’ya xetê;         bin’ya kêşik / bin’ya malan

dê               dêya min                          d’ya min

rê                rêya me                            r’ya me

Di rewşa rê û dê de, dema ku ê dixin, ne i lê ji bervacî û ji bo fedaîyên vê qaydeyê bi îronî, î dixin dewsa wê.

Mînak: dîya min, rîya gundê me

 

Hinek mînakên ketina i:

sekin                 sekina me         sek’na me

keçik                 keçika wê          keç’ka wê

mêrik                mêrikê reben     mêr’kê reben

mirin                 bimire                bim’re

sitendin            sitend                 bis’tîne

girtin                 bigire                 big’re

sitiran(sitran)    bisitirê               bis’tirê (bala xwe bidinê di rewşekê de iya yekem di yekê de ya duyem dikeve); her weha 
                                                   bis’t’rê

herin                 herine pêş         her’ne pêş

 

Heke hîn jî neketibe serê we, hewl bidin ku ‘Herne pêş’ wek ‘Herine pêş’ bistirên, ka çawa melodî diherime, bibînin. Axiftin û xwendin jî wisa ye, melodîya wê heye, divê meriv pê nelîze, da ku meriv ji zimên sar nebe.

Di lîsta jor de hatiye bikaranîn ku bala we bikişînin ser ketina deng, di nivîsê de pêwîst nake ku misoger têkeve dewsa wê;wek herne, giryan, bigre, bistirê û hwd jî dibe.

Gelek gelek mînakên wanî hene. Li benda analîzê ne. Lê em ji dewsa analîzên akademîk, hez dikin ku ji me re qaydeyên basît û bi mantiqê sivik bên gotin, da ku bikin ferman û yekser bi tundî bi cîh bikin, qet lê nefikirin ku çi dibe, çi diqewime.

Van peyvan û gelekî din, di nav hevokan de bi kar bînin, hun ê bibînin ku heke neyên xistin, peyv naherikin, ziman baş nazîvire.

Bi kurtî, mijar NE ew e ku ‘î’ yan ‘ê’ bibe ‘i’, mijar ew e ku dengdêr (vowel, sonant) dikevin, da ku ziman xweş biherike. Mijar NE ew e ku yek bi yekê re dibe yan nabe; li cem hev bikaranîn qedexe ye, yan serbest e. Dema ku ev qayde hatiye danîn, a ku di ser re hatiye gavkirin, çewt hatiye fahmkirin ev e. Loma divê berê ev bê zelalkirin; i, î û ê di kîjan rewşan de dikevin? Mijara me ev e.

Bê guman nebûna vê qaydeya ku î, ê û y’yê li hevdu heram dike, ji hebûna wê bixêrtir e; ji ber ku rewşên aloz û ne li gora denganîya Kurdî pêk tîne.

Hinek kopîyên Hawar, Hejmar 1-9 ên wek orîjînala xwe li jêr in.

 

 

 

(1)   Celadet Bedir Xan & Robert Lescot, Grammaire Kurde (Dialecte Kurdmandji), 1970, Kütçe Grameri, Doz

(2)   HAWAR Kovara Kurdî, Mihemed Bekir, Swêd, 1987

——————————————————

Mamostayê hêja ji bo mijara  ‘îy’ û ‘iy’, ‘êy’ û ‘iy’ pir spas dikim, bi rastî wekî êşekê bû, lê em gihan encamek xweş û tevlî te dibim. Rast e Mîr C. Bedirxan kesek hêja bû û dikarim bêjim şoreşa herî mezin di zimanê Kurdî de destpê kirye lê ew şoreş heta roja me ya îro jî neqedîyaye. Nayê wê wateyê ku her tîştê Mîr rast in, lê bingeheka xurt ji bo me ava kiriye û tê xwestin ku wek yên wekî we hêjaberdewam bikin. HOGIR BALIC»tevaya şîrove, pirs û bersivê li vir bixwînin

 

——————————————————————————————————–

Carekî din silav kekê Baran,

Di destpêkê de dixwazim bêjim ku li çend mijarên kêşebar yên zimên ez hevbîrê te me û wekî te difikrim. Ji wan, a yekê peyiva –kanîn– e. Tiştek heye ku bînim bala te ku, di nav Kurmancîzaran de karanîna –kanîn– ji texmîna gelek kesan pirtir e. Hema hema tevahîya Kurdên êşîra Reşîyan (Reşvan) ku li Semsûr, Entab, Kîlîs, Bazarcix, Albîstan, Narli û navçeyên din yên Kurd li Mereşê, Efrîn û Herêma Çîyayê Kurmênc, Meletî, Ruha û her wiha li Enqerê, Konya, Kirşehîr û Kurdên din yên Anadolîya Navîn jî bi heman awayî, peyiva –kanîn– bikar tînin.

Li ser babeta ‘îy‘ û ‘iy‘, ‘êy‘ û ‘iy‘ de jî ez wekî te difikrim û wekî qeydeyeyeke ne hewce dibînim. Jiber ku ez bi Amerîkîyan re mijûl dibim, zelaltir dibînim çawa ev yek  mejîya gelek şagirtan tevlihev dike. Ez gelek caran rastî wê yekê têm ku şagirt dibêjin, çima em dengê –î– wekî –i– dixwînin? Em li alîyekî dibêjin, Kurmancî fonetîk e û peyiv wekî ku tên nivîsên, têne lêv kirin, telafuz kirin, li alîyê din jî dibêjin, qaydeyeke pir girîng e û divê ‘îy‘ bibe ‘iy‘! Hem jibo parastina fonetîkbûna zimên û hem jî hêsan kirina fêrbûna zarok û bîyanîyan, divê î û ê her wekî xwe werine nivîsin ….. Xwendevanek

tevaya şîrove/pirs û bersivê li vir bixwîni

——————————————————————————————————-

Mala we sed caran ava be, ev qayde ji ewila ewil de ez îrîte dikirim, devê min tiştek digot, destê min tiştekî dîtir. Min nikanîbû navê xwe jî rast binivîsanda ji bela wê: JÎYAN. Nuha ez qane bûm, dilê min ket cîh. Qaydeyê bi tevayî didim alîkî, navê xwe jî rast dinivîsim, her wisa peyvên wek DÎYAR, ÇÎYA û hwd li gel ên ku qertafên pevgirêdanê yan tewandinê distînin jî ku di dawîya wan de î heye, wek kerîyek, kevçîyek, nêrîyek û hwd rast dinivîsînim. Rêz û silav, Xwedê siheta we her baş bihêle ku hun ji me re analîzên li ser zimên bikin, alîkarîya pêşxistina Kurmancîya me bikin. JÎYAN

 —————————————————————————————————–

Ez dibînim, hûn ÎY bi kar tînin, lê hinek kes dibêjin “ÎY” pir dirêj e, ji bo wê lazim e ÎY bibe IY. Hûn çi dibêjin ji bo vê?POLA

Polayê  hêja, Î ji xwe di hîmê peyvê de heye, ez bi xwe îcad nakim: mirî-mirîyek; derî-derîyek û hwd. Ez hîmê peyvê û pirtikên li dû wê wek xwe dinivîsim, esasê peyvê xera nakim. Mijar ev e.

Em zanin di axiftinê de wek gelek gelek tiştên din, peyvên li dawîya wan Î heye jî, di rewşên –yê, -ya, -yên de bi awayekî sivik tên bilêvkirin. ÎY sivik tê xwendin, wek ku Y tenê hebe. Wek:

Kanî – kanîya mezin –kan’ya mezin

Derî – derîyê mezin – der’yê mezin

Lê em qala nivîsê dikin, ne qala axiftinê, heke em her tiştên di axiftinê de sivikkirî wek xwe binivîsin, wê gavê divê gelek tişt nîvco werin nivîsîn, ew jî li dijî mantiqê nivîsê ye. Qaydeyên axiftinê û yên nivîsê her car ne wek hev in û yek ji qaydeyeke bingehîn a nivîsînê ev e: heta ku dibe, HÎMÊ PEYVÊ XERA NEKIN. IY hem hîmê peyvê xera dike, hem jî bilêvkirinê giran û bêeleqe dike. Sivikaya bilêvkirinê ketina deng e, ne IY e. Gotina IY bi xwe zehmet e, giran tê.

Her weha wek ku di wan mînakan de xuya dibe Î nabe I, lê dikeve yan bi Y re dikelije (kan’ya, der’yê). Di rewşên weha de îdiaya IY tiştekî bêesas e, îcadkirî ye.

Îcar tu dibêjî: ÎY pir dirêj e, loma divê kurt bibe, wek IY were nivîsîn. Ev jî ne rast e, ji ber ku I ne kurtîya Î, lê dengekî cuda ye.

Vêca ewên ku wisa dikin, heke hevgirtî bin (consistent, tutarli), wê demê divê jî bikin YI, ji ber ku û ÎY ji eynî dengan pêk tên,  loma heke ÎY dirêj be, jî dirêj e û heke ÎY ji ber dirêjbûnê dikin IY, divê jî ji ber dirêjbûnê bikin YI.

Heke MIRÎYEK bibe MIRIYEK, wê gavê li gora wî mantiqî, divê peyvên wek ŞAYÎ, MAYÎ, ÇÛYÎ, ÇÊYÎ, ASAYÎ, XWEZAYÎ û gelekên din jî bibin ŞAYI, MAYI, ÇÊYI, ASAYI, XWEZAYI û hwd ku dirêj nebin. Wê demê jî bêmantiqbûna IY duqat dibe, ne tiştekî din. Bê guman divê ÎY jî YÎ jî wek xwe bimînin: DERÎYEK, MIRÎYEK, ŞAYÎ, ÇÊYÎ û hwd..

Gelek silavên min ên germ, sipas dikim ji bo tevlêbûnê.

Baran Rizgar

Jêgirtin: https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc

Derbar Çand Name

Check Also

Peyvên Me Ji Kû Tên?

Peyvên hemû zimanan ji çend çavkaniyên cuda ne. Bo nimûne: 1) ji binemala wî zimanî …

Leave a Reply