Microsoft Office 2016 Beta Derket!

Pergala Microsoftê ya dawîn Microsoft Office ya 2016 Beta hate weşandin. Bi rastî ew ê Office 2016; weke versiyoneke tam derketibaya, lêbelê ji ber daxwaza bikarhêneran, Microsoftê bi awayekî lez û bez Office 2016 Beta ji bo Windows 10’ê derxist. Lêbelê ji bo niha bi tenê 3 bernameyê wê hatin weşandin. Di versiyona Office 2016 ya ku ji bo bernameyên World, Excel û PowerPointê hatiye derxistin dê destekê bide hemû bername û Outlookê jî.

of

Li gor agahiyên ku hatine dayîn, dê di nîva duyem ya sala 2015’an de agahiya Microsoft Office 2016’ê bê ragihandin. Her çiqas guhertinên mezin tê de tune bin jî hin guhertinên bişkokan pêk hatine. Ji bo Windows 10’ê wê hinekî din dîzayna xwe biguherîne. Hin taybetiyên ku wê di Microsoft Office 2016’yê de cî bigrin ev in:

microsoft_office_for_mac_2016_by_jasonzigrino-d7qpm6h

  • Texmîna Fonksiyonan
  • Ji bo Tabloyên Pivotan yên ku bingeha wan modela demê ye dê tesnîf pêk bê
  • Di ser girêdana OLAP’ê re PowerViev
  • Tabloya modela daneyan û Pêhesîna Têkiliyê
  • Taybetiyên Exelê yên ku Bi BI’yê ku keşifkirina wan pêkan e
  • Rojanekirin a Backstage UI
  • Ji nû ve binavkirina tevdîr û eyarên Tabloyên PivotTableyê û stûnên wê

Office 2016 niha li firoşgehên Windows Betayê ne. Lêbelê bi tenê ew kesên xwediyê versiyona Windows 10’ê dikarin vê bernameyê bi kar bînin.

Çavkanî: teknokurd.com – Zana Zengenî / Kovara Zanko

Derbar Rêvebir

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply