Şaredariya bajarê mezin ya Amedê îsal ji bo perwerdehiya zarokên Êzidî dibistan, kreş û odeyên lîstikan hatine vekirin, her wiha 30 mamoste perwerdehiyê didin hezar û sed zarokan.
Ji bo ku zarokên Êzidî derûniya şer a li ser xwe biavêjin kreş û odeyên lîstikan hatine vekirin. Li vir 550 zarokên emrê wan di navbera 3-5 salan de tê guhertin perwerde dibînin.
Li vir zarok weke 6 koman hatine dabeşkirin û ji aliyê perwerdekarên Komeleya Piştgiriyê a Jiyanê ve jî perwerdeya kurdî tê dayîn.
24
Ji van koman 3 beriya nîvro û 3 jî piştî nîvro perwerdeyê dibînin. Di demên vale yên zarokan de jî perwerdeya weke werzîş, wênexêz, drama û têkiliyê perwerde tê dayîn.
Hatiye ragihandin ku perwerdeyek nêzî ya başûrê Kurdistanê tê dayîn û mamoste bi kurdî û bi tîpên latînî perwerdeyê didin û ji van mamosteyan 29 Êzidî ne.
Çavkanî: hawarnet.org