Mela Hemîd – Dergevanê Bedîuzzeman

Mela Hemîd dergevanê Bedîuzzeman û şahidê herî nêzîk ê jiyana wî ya Wanê ye. Ji bo ku Mela Hemîd di wextekî girîng de bi Bedîuzzeman re maye û şahidiya serpêhatiyên muhîm kiriye jiyan û bîranînê wî gelekî girîng in. Bedîuzzeman gelekî qedr û qîmet dida Mela Hemîd û Mela Hemîd di jiyana Bedîuzzeman ya Wanê de cihekî gelekî girîng digire. Mela Hemîd bi Bedîuzzeman re gelek serpêhatî derbas kirine, wek meseleya serhildana Şêx Seîd û hevdîtina Bedîuzzeman û Kor Husên Paşa û hwd.

Mela Hemîd dergevanê Bedîuzzeman û şahidê herî nêzîk ê jiyana wî ya Wanê ye. Ji bo ku Mela Hemîd di wextekî girîng de bi Bedîuzzeman re maye û şahidiya serpêhatiyên muhîm kiriye jiyan û bîranînê wî gelekî girîng in. Bedîuzzeman gelekî qedr û qîmet dida Mela Hemîd û Mela Hemîd di jiyana Bedîuzzeman ya Wanê de cihekî gelekî girîng digire. Mela Hemîd bi Bedîuzzeman re gelek serpêhatî derbas kirine, wek meseleya serhildana Şêx Seîd û hevdîtina Bedîuzzeman û Kor Husên Paşa û hwd.

Mela Hemîd di sala 1900î de li Perwariya navçeya Sêrtê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Husên û yê diya wî Haliye ye. Bavê wî li Perwariyê melatî dikir, lê ji ber ku farisiya wî baş bû di sala 1906an de parêzgeriya Wanê wî vedixwîne Wanê û li ser vê dawetê malbat di sala 1906an de koçî Wanê dike. Çar zarokên Mela Husên û xanima Haliye (Helê) çêdibin, ji rêzê; Ebdullah, ‘Eyşe, Hemîd û Behîce. Piştî hatina Wanê bi 3 salan Mela Husên wefat dike û Hemîd sêwî dimîne.[1] Piştî wefata bavê wî malbat gelekî tengasiyan dikişîne. Berpirsiyariya malê li ser milê Haliye xanim dimîne. Lê malbat kareseta mezin di dema dagirkirina Ûris de dibîne. Wan, ji ber dagirkirina Ûris vala dibe û malbata Mela Hemîd jî hin hewceyiyên xwe li gayekî dikin û berê xwe didin Perwariyê. Di rê de li çiyayên Gewaşê/Westanê rêbir li wan rast tên û hemî tiştên wan ji wan distînin. Her çiqas diya wan li ber rêbiran digere, dibêje ev zarok sêwî ne jî bêfeyde dimîne.

Wek Seyîd Eliyê Findikî dibêje:

Gel û dostê hevalên min

Bikin pirs û suala min

De hûn bigirîn li halê min

Tenê mame di hîcranê de

Di halekî perişan de li ser çiyan bi tenê û bêkes dimînin. Piştî rêwîtiya 3 hefteyan bi awayekî zehmet xwe digihînin Perwariyê. Li Perwariyê qeymeqamê dostê bavê wan li wan xwedî derdikeve û ‘Ebdullah dike katibê qeymeqamtiyê û Mela Hemîd jî dike dergevanê xwe. Malbat bi vî awayî debara xwe dike û ew wextên zehmet diborînin. Piştî hatina wan ya Perwariyê bi du salan Ûris ji Wanê vedikişin, ew jî dîsa vedigerin Wanê. Birayê wî ‘Ebdullah dibe polîs, Mela Hemîd jî li cem xeratekî dest bi kar dike.

Hevnasîna bi Bedîuzzeman re

Piştî ku Bedîuzzeman ji esaretê vedigere Wanê demekê li mala birayê xwe Ebdulmecîd dimîne, paşê diçe mizgefta Norşînê. Birayê Mela Hemîd ê mezin ‘Ebdullah, Bedîuzzeman nas dike û ji Mela Hemîd dixwaze ku hinek êzing bibe mizgeftê û xizmeta Bedîuzzeman bike.[2] Mela Hemîd li ser daxwaza birayê xwe diçe mizgeftê. Mela Hemîd hevnasînê wanî tîne ziman: Bi Ustad re hevnasîna me rojeke payîzê bû (payîza 1923an). Birayê min piştî ku ji mizgeftê hat ji min re got: “Hemîd! Bedîuzzeman hatiye mizgefta Norşînê ji wî re hinek êzing bibe.” Min jî hinek êzing rakirin û ez çûm mizgefta Norşînê. Ez li mizgeftê sekînîbûm, li wê derê yekî ji min pirsî: “Tu li hêviya çi yî birayê min?” Min got: “Melayek hatiye vê derê ez dixwazim wî bibînim.” Tu nabê Bedîuzzeman ew bi xwe bû ye. Ji min re got: ‘’Birayê min wexta nimêja mixrub hatiye, bangekê bixwîne da ku em nimêja xwe bikin.” Ji ber ku min wê demê nizanibû azan bixwenda ez bêdeng mam. Li ser bêdeng mayîna min wî bi xwe ezan xwend. Me bi hev re nimêj kir. Piştî nimêjê ji min re got: “Wexta ku karê te tunebû were em bi hev re nimêj bikin.”[3] Piştî wê rojê ez her roj çûme cem wî. Mela Hemîd, Bedîuzzeman di payîzeke 1923an de nas dike, Quranê li ber deste wî di’elime û du salên hêjayî temenê xwe pêre derbas dike.

Çend serpêhatiyên li mizgefta Norşînê

We’azên bi kurdî   

Mela Hemîd dibêje alimên wek Mela Resûl, Mela Yûsiv, Mela Me’rûf li mizgefta Norşînê ji Bedîuzzeman ders distandin. Bedîuzzeman rojên îniyê li mizgeftê we’az didan. ‘Ewilî we’azên xwe bi kurdî didan, paşê dît ku hinek kesên ku bi kurdî fêm nakin hene êdî we’azên xwe bi tirkî dan.

Ez di nav nûran de mame

Rojekê ji min re got: “Mela Hemîd, ez di nav nûran de mame.” Min ‘ewilî ji gotina wî tiştek fêm nekir. Ustad li ser bêdengiya min gotina xwe ji min re îzeh kir: ‘’Navê gundê min Nûrs, navê diya min Nûrê, xocê min Nûrî, mizgefta ku ez lê dimînin Norşîn, di lewheya li ser dîwarê me de Osmanê Zinnûreyn nivîsiye” got û lewhe raberî min kir.[4]

Mela Hemîd

Mela Hemîd ji Ustad dixwaze ku dersa elifbêkê bide wî. Ustad jî bi henekî: “Mela Hemîd! Ez nikarim dersê bidim melayên ku îcazet girtine jî.” Piştî vê axaftinê navê wî dibe Mela Hemîd.[5]

Dergevan

Mela Hemîd dibêje rojekê min firax dişûştin. Wexta ku dema nimêjê hat Ustad got: ‘’Em li hêviya te ne were bigihêje nimêjê’’. Li ser vê Mela Resûl: “Ya hû Seyda, ji karê te jî tiştek nayê fêmkirin, ku tu şêx û alim û melayan dixwazî hemî li vêderê ne tu yê ji vî şagirdê xerateyî çi bikî?” Ustad: “Ez çi bikim, Mela Hemîd dergevanê min e. Heta ew neyê ez nikarim tiştekî bikim, bila were hinda min.”

Ziyareta Kor Husên Paşa û nameya Şêx Seîd

Mela Hemîd  vê mijarê  di 7ê adara 1984an li Wanê ji ‘Ebdulqadir Badilli re vedibêje. Em ê jî vê meseleyê ji pirtûka ‘Ebdulqadir Badilli wergerînin kurdî.

Em bi Ustad re li çiyayê Erekê di Dêra xerabe de bûn. Rojekê ez û lawê zatê mezin Şêx Şukrûllah, Esasûddîn li cem Ustad bûn. Ji bilî me herduyan tu kes li cem Ustad tunebû. Kor Husên Paşa bi du xulamên xwe re hate ziyareta Ustad. Piştî ku hespên xwe bi darên pêş deriyê dêra xerabe ve girêdan hatin hundir. Husên Paşa mirovekî pir dirêj û gir bû. Her tiliyekî wî bi qasî qebza destê min bû. Wê rojê xelatên zêr ên paşatiyê jî pêvebûn. Gelekî bi heybet bû. Ketin hundir, bi edeb destê Ustad ramûsa û bi çokan li ber Ustad rûnişt. Piştî demekê di hundirê destmalê de nêzîkî nîv kilo zêr danî hêlekê.

Hezretî Ustad: Ew çi ye?

Paşa: Ez xulam zekata malê min ê helal e, min ji te re anî.

Ustad: Te ji nav merivên xwe, gundiyên xwe kesek nedî ku te heta vê derê anî.

Paşa: Ez xulam! Mirov û nasên min hemî dewlemend in, kesî xizan tine ev heqê we ye.

Ustad: Neqla zekatê ne caîz e. Li wê derê ewqas xizan hene, te ji bo çi heta vê derê aniye.

Paşa: Ez xulam! Tew nebe ji bo mesrefên telebeyê xwe 5a 10a jê bipejirînin.

Ustad: Nexêr, ne pêkan e. Hewceyiyên min bi zekatê tine, nepejirand.

Piştî demekê, Husên Paşa: Seyda ez dixwazim li ser meseleyekê bi we bişêwirim. Ku destûra we hebe bila telebeyên we derkevin derve, ez dixwazim em bi tenê bimînin.

Ustad: Nexêr, ev perçeyek ji laşên min in, ji min naqetin ku çi heye bêje.

Paşa: Ku destûra te hebe em ê rabin serhildanê.

Ustad: Ji bo çi? Ku qebehetên Elî, Husên hebe tawanbariya Heyder û Umer çiye. Dê xwîna misilmanan birijê.

Paşa: Ûris li me xist, em kuştin, şerpeze kirin. Mal û canê me talan bû, lê tu tişt bi namûsa me nehat. Niha di destê me de dîn û namûsa me maye ew jî diçe. Destûrê bide piyade û suwarê me amade ne.

Piştî ku Husên Paşa ev meseleya dilşewat ji Ustad re got, Ustad hinekî bêdeng ma û fikirî. Paşê serê xwe rakir, bi keremkarî û aramî got: Paşa! Were em di derbarê vê meseleyê de ji dîwana Şêx Ehmedê Cizîrî tefeûl bikin. Ku dîwan çi bibêje tu qebûl dikî?

Paşa: Belê ez qebûl im.

Ustad ji periya xwe dîwan derxist û vekir, ev beyta derket:

Hin ji nik dêrê ve tên qesta kenişta hin dikin

Ney ji van im ney ji wan in min derê xemmarî bes

 

Piştî vê tefeûlê Ustad: Te dît Paşa! Ez niha ne ji we me ne ji wan im.

Paşa: Seyda te pî û baskên min şikandin. Ku ez niha li eşîra xwe vegerim, wê bêjin:  Paşa tirsiya ji ber wê qiyam nekir.

Ustad: Bila bêjin tirsiya, lê bila nebêjin xwîn rijand.

Piştî ku Paşa ji Ustad xatir xwest û ku dike here jî, Ustad sê caran li ser hev got: Xwînê nerijîne, xwînê nerijîne, xwînê nerijîne. Paşa çû hêzên xwe belavkirin û li herêma Wanê tu bûyer çênebûn. Hevdîtina Ustad û Kor Husên Paşa li ser vê meseleyê ev e.

Ebdulqadir Badilli dibêje: Pirsa min a duyem ji Mela Hemîd ev bû; di navbera Ustad û Şêx Seîd de çûn û hatina nameyan çawa bû? Hûn naveroka nameyan zanin?

Mela Hemîd: Nexêr, min çûn û hatina nameyan nebihîst û tu agahiya min jê çênebû.[6]

Herwiha Mela Hemîd rexneyan li ew kesên ku di vê meseleyê de gotinê wî guhertine dike û xemgîniya xwe tîne ziman. Nemaze Necmeddîn Şahîner û hwd.[7]

Piştî serhildana Şêx Seîd dewlet dixwaze ku Bedîuzzeman ji welêt dûrbixîne. Li ser vê alimên wek Şêx Enwer, Şêx Hesen û hwd. ji Bedîuzzeman dixwazin ku teslîm nebe û derkeve derveyî welêt. Ustad vê daxwaza wan napejirîne û dibêje: ‘’Ez dîlê qederê me’’. Wexta ku Bedîuzzeman dibîne xelk çekan radikin û dixwazin ji birina Bedîuzzeman re bibin asteng, Bedîuzzeman ji gel re dibêje: ‘’Birayên min ez bi daxwaza xwe diçim, ez ê dîsa vegerim welatê xwe’’[8]. Gel jî li ser gotina Bedîuzzeman bêdeng dimînin û rê li ber şerekî giran tê girtin.[9] Bedîuzzeman ji welêt derdixînin û Mela Hemîd jî li mala xwe vedigere.

Mela Hemîd bi hêviya ku rojekê dîsa here cem Bedîuzzeman salên dirêj ilmê tehsîl dike û nazewice. Mela Hemîd li ser pêşniyaza dostê Bedîuzzeman Seyîd Hesenê Wanî di sala 1939an bi dotmama xwe Fikriye Xanim re dizewice û ji vê zewacê bi navê Husên, Hesen, Zekî, Fatme û Elî Îhsan 5 zarokên wan çêdibin.[10]

Mela Hemîd li Eskîşehîr û Qastamonûyê diçe ziyareta Bedîuzzeman lê dîtina wî nabe nesîb. Piştî 26 salan di sala 1951ê de li Emîrdaxê dîtina Bedîuzzeman dibe nesîbê wî. Mela Hemîd vê ziyarete wanî tîne ziman: “Wexta ku ji min re gotin Ustad te qebûl kir, dîwana Melayê Cizîrî ya li cem Ustad hat bîra min. Di dîwanê de nivîseke wanî hebû, ‘’Çawa cemalê te xuya dike ji min re secdeya şukrê hewce ye’’, min jî hema secadeya xwe derxist û secdeya şukrê kir.[11] Li devê derî min nîv saetekê guhê xwe da cewşena ku Ustad dixwend. Di wê demê de Bayram Yuksel hat û got: “Tu li hêviya çi yî birê min here hundir.” Min li derî xist, Ustad li ser textê xwe rûniştibû, rûyê wî yê di ber salan hate ber çavên min. Ez bi hesret çûm deste wî û paş de çûm li ber derî bi çokan ketim erdê. Ustad berçavka xwe derxist û li min nihêrî: “Bise navê xwe nebêje ka ez dikarim te nas bikim.”

Ustad: Mela Hemîdekî min hebû li Wanê tu ne ew î?

Belê Ustadê min ez bi xwe me, xizmetkarê we xulamê we Mela Hemîd im.

Ustad: Were binêrim, were were birê min, min jî pir bêriya te kiriye. Min hemêz kir û eniya min maç kir û hilmeke kûr kişand û got: “Oxx! Bêhna welatê min tê.”[12]

 

Di Rîsale-î Nûran de Mela Hemîd

Di Lahîqaya Emîrdaxê de di nameya Zubeyir de ku tê gotin: Dadgeha Wanê Rîsaleyên Mela Hemîd lê vegerandine.[13]

Bedîuzzeman di Lahîqaya Barlayê de Mela Hemîd wek birayê axretê tîne ziman: ‘’Birayê min ê axretê Hecî Nûh Beg, Mela Hemîd ên ezîz, sadiq, biwefa; hûn ji bo min gelekî bi qedr in. Ez we ji kesên ku dibêjin di vê wextê de kesekî sadiq û biwefa tineye re nîşan didim.’’[14]

Birayê min ên fedekar, ezîz, sadiq, biwefa Nûh Beg, Mela Ebdulmecîd, Mela Hemîd.

Ustad di vê nameyê de qale xelateke ku ji wan hatiye dike. ‘’Me xelata we vekir û dît ku, ne xelata Wanê ye belkî, xelata mibarek, bi keramet ya Medîne-î Munewwere û Rawza-î Şerîfe ye.’’[15]

Mela Hemîd piştî wefata Ustad bi pêşniyaza hevalekî xwe di ser riya Riha û Qamişlo re diçe hecê. Mela Hemîd ji Ustad bihîstiye ku mirovê ku bi falincê bimire şehîd e. Ji ber vê ew jî dixwaze ku bi falincê bimire û şehîd be.

Mela Hemîd: Lawê min! Ez dixwazim wek falincî bimirim. Lêbelê, ez ditirsim ku nikaribim êşa falinciyê bikişînim û şukir nekim. Di nîsana 1984an diçe Enqereyê ziyareta keça xwe û di sere meha gulanê de rojekê li ser xwarinê kevçî ji deste wî yê rastê dikeve û hela wî ya rastê falinc dibe. 5ê gulanê bûyereke ecêb diqewime. Mela Hemîd di nav nivînan de bi çavên girtî û bi destê çepê ji zava, law, keç û neviyên xwe dixwaze ku rûnin. Piştre deste xwe 12 caran dirêjî kesên ku xwûya nakin, dike. Zavayê wî Tahir Silahtaroglu: “Pêxemberê me ‘eleyhîselam jî hat? Mela Hemîd bi deste xwe quncêkê serî nişan dide. Di dema nexweşiyê de hefteyekê li ser wî Cewşen, Yasîn û Rîsale-î Nûr bi denge bilind tê xwendin. Carekê çavê xwe vedike, li hêla qulbe dinêre û dimizice. Serê wî bi hêla rastê de dikeve. Xwedê bi rehma xwe şa bike. Cenazeyê wî bi balafirê tînin Wanê û di 6ê gulana 1984an di goristana Akkopruyê de vedişêrin.[16]

Jiyana Mela Hemîd ewqas girîng û hêjaye ku meriv nikare bi gotarekê biqedîne. Hewce ye ku xebatên pir zede li ser werin kirin û wek pirtûk werin weşandin. Înşellah hin niqteyên tarî wek nameya Şêx Se’îd û hwd. hatine ronîkirin. Em hêvî dikin ku kesên ku bixwînin jê sûd wergirin.

 


[1] İhsan ATASOY, Molla Hamit Ekinci, Weşanên Nesîl, r.19.

[2] Atasoy, Jêdera navborî, r. 643-644.

[3] Ebdulqadir Badilli, Mufassal Tarihçe-i Hayat, Weşanên Îttihad, 1998, r. 644.

[4] Badilli, Jêdera Navborî, r.645.

[5] Badıllı, jêdera navborî, r. 644.

[6] Badilli, jêdera navborî, r. 690,691,692

[7] Badilli, jêdera navborî, r. 689, 690

[8] Rast e vegeriya, lê ji bo ku li ser axa welatê xwe nefesa xwe ya dawî bide û xwe bigihîne heskiriyên xwe, hat. Hat, lê wanê ew sirgûn kirin, tev rûreş li dû xwe hişt û hat. Hat û demeke kurt ma, paşê li wargeha pêxemberan wefat kir. Hat, û maşalê dê ruhaniyeta wî ti carî ji van erd û axên pîroz kêm nebit. (m.e.demir)

[9] Atasoy, jêdera navborî, r.193

[10] Atasoy, jêdera navborî, r. 212

[11] Atasoy, jêdera navborî, r. 214

[12] Atasoy, jêdera navborî, r. 215

[13] Lahîqaya Emîrdaxê, Weşanên Şahdamar, r. 172

[14] Lahîkaya Barlayê, Weşanên Şahdamar, r. 142

[15] Lahîqaya Barlayê, Weşanên Şahdamar, r.292

[16] Atasoy, jêdera navborî, r.247,248

Yazar: M. Emin Demir

Kaynak: nupelda

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply