Tiştek heye: Apikê sincik,
bazda quncik.
Ew çi ye?(11)
Tiştek heye: Darek e,
liser darê hinarek e,
liser hinarê gopalek e,
liser gopalê rist e,
liser ristê bihûst e.
Ew çi ye?(12)
Tiştek heye: Kalokî tê ji deştê,
barê strîyan li piştê.
Ew çi ye?(13)
Tiştek heye: Bexçekî dehlê me heye,
hebekî xwar têda tune ye.
Ew çi ye?(14)
Tiştek heye: Him dikim, gim dikim
pirê Dîyarbekirê qul dikim.
Ew çi ye?(15)
Tiştek heye: Li wî alî dîwar e,
li vî alî dîwar e,
navbera wan da gurekî har e.
Ew çi ye?(16)
Tiştek heye: Hespê şê,
bazda hewşê.
Ew çi ye?(17)
Tiştek heye: Daran movik anî,
marran hingiv anî,
mîyan şîr anî,
kewan xwe rê danî,
fesad tazî mayî,
mîran xwe da alî
gayan şer hilanî.
Ew çi ye?(18)
Tiştek heye: Tiştê tiştanok,
bi du kevirên xiştanok
ne gurr dixwe, ne diz dibe.
Ew çi ye?(19)
Tiştek heye: Li vê alî text,
li vî alî text,
di navbera wan de mêrekî bêbext.
Ew çi ye?(20)
Bersiv:
11- mişk
12- teşî
13- jîjo
14- şe
15- çem
16- şûr
17- kêç
18- Newroz: Hatina biharê.
19- Aş
20- Şûr
Seîd Veroj – kovarabir.com