Li bajarê Bilbaoyê ya herêma Bask a Îspayayê festîvala fîlman birêve çû û di bernameya festîvalê de 3 fîlmên kurdî û belgefîlmek li ser Kurdan jî hatin nîşandan.
Di navbera 14 û 18yê Berfanbarê de li bajarê Bilbaoyê ya Îspanyayê festîvala fîlmên navneteweyî hate lidarxistin.
Di bernameya festivalê de belgefîlma bi îspanî hatiye çêkirin “Kobanî jinûve dest pê bike (Kobanî, volver a empezar), fîlma derhênerê Kurd Miraz Bezar a bi navê “Zarokên Amedê” û ya derhênerê navdar ê Kurd Hiner Salem a bi navê “My Sweet Pepper Land” hatin nîşandan.
Rêvebirê festîvalê Juan Soriu ji Rûdawê re wiha got: “Me xwest em bi wan fîlman jiyana herçar parçeyên Kurdistanê bidin xuyakirin.”
Juan Soriu her wiha amaje kir ku wan xwestiye Kurd ne bi têne şerî ve mijûl in, ew karên hunerî û yên sînemayê jî dikin.
Di festîvalê de fîlmên Kurdî gelek hatin ecibandin.
(Rûdaw)