Kurdistan di bin hukumê Sêlcûkîyan da (sedsalên XI-XII)

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Vê carê me bona we çend beşên din jî amade kirine. Kerem bikin, bixwînin.

Wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

                                                                Kurdistan di bin hukumê Sêlcûkîyan da

                                                                               (sedsalên XI-XII)

Dewleta Sêlcûkîya, ku di sala 1038a ji alîyê Togrul beg da hate îlankirinê, piştî wê yekê xuliqî, gava eşîretên koçer yên oguz-turkmena (piranîya sêlcûkîya ji wê eşîretê bûn) ew ax zevt kirin. Êrîşkirinên turka, ku dakutane heta kûraya axa Bûîdîya, di dawîya sedsala Xa destpê bûn û ew êrîşkirin bûne sebeb, ku ew kurd jî tevî şer bibin, ku dîwana Xelîfatê ew bi kar dianîn bona parastina sînorên xwe.

Kurd sala 1020î li binetara Hemedanê û di salên 1024-1029a jî li Farsê û Xûzîstanê bi eskerên turka ra ketine nava qal û cengê. Sala 1029a oguz hatine hewarê û li Megarê zora kurdên ji eşîra hezbanî birin. Desteyeke eskerên turka jî berê xwe da berbi Ûrmîyê, kete erdê Ebû-l-Hezbanî. Kurd êrîşên zor birine ser wana, lê dawî teslîm bûn. Oguz ji Ûrmîyê kişyane berbi mentîqa eşîreta hekarî, ku dikete nava axa Mûsilê, û erdê eşîra hekarîya kaf-kûn kirin. Lê gava oguz berê xwe dane çiya, kurda êrîşeke xurt birine ser wan û ji oguza hezar pêncsed esker kuştin û gelek esker jî dîl girtin. Bilî wê, gelek cebirxane jî kete destê wan.

Di salên 40î yên sedsala XIa da sêlcûka wek lêhî-lêmiştê êrîş dikirin. Di sala 1046a bi serokatîya Îbrahîm îbn Unal, birayê Togrul-beg, ku pêşîkêşekî oguz-turkmena bû, êrîş birine ser Cîbalê û Kêrmanşah, Hulwan, Lûrîstan zevt kirin. Çend serekeşîrên kurda bi serokatîya Seadî îbn Ebû-ş-Şewq piştgirîya Îbrahîm îbn Unal kirin, Muhelhalê birayê Ebû-ş-Şewq hukumê Sêlcûkîya nas kir. Serokên oguza û turkmena, ku li Kurdistanê bingeh girtibûn, tivdîra xwe didîtin êrîşî li ser Bexdayê bikin(26). Di sala 1055a da zevtkirina paytextê Xelîfatê ew şerê giran da milahîmkirinê, ku di dema xelîf Keîm da (1031-1075) di navbera terefdarên wî – sunîyan û Bûîdîyên Îraqê da, ku şiîya bûn, tevrabûbû. Piştî du dehsalîyan axa ji Amû-deryayê girtî hetanî Misirê û Yemenê dewleta Sêlcûkîyan bû, lê di dawîya sedsala XIa da ew împêratorî parevebû li ser sultana û atabega û hukumdarên wan di hemû dereca da serbixwe bûn.

Êrîşên turka, terstîqbûna hukumê Sêlcûkîyan zirareke glekî mezin dane kurda. Sala 1011a hetanî du hezar kurdên ku eskerên Surhab îbn Bedir bûn, hatine qirê. Temamîya axa hukumdarê kurd hate zevtkirinê, bilî Şahrîzûrê, Dihokê û Huftîdakanê. Kurda jî wek bersîva wê yekê, di salên 1103, 1105 û 1109/10a da êrîş birine li ser Duceylê û Merdînê.

Di dema hukumdarîya sultan Sencer da, di sala 1119a kurda serî hildan û şerê wan belayî li ser axeke mezin bû, û sala 1122a êxpêdîsyona cezakar li Hekarîyê, Zewzanê, di mentîqên eşîra becnewîya da ji hesabê ûsyanvana hate der.

Pêwendîyên kurda bi malbeta Zengîya (1127-1222) ra, ku li Mûsilê – lap nêzîkî Kurdistana Navbendî – bingeh girtibûn, pir sert û xirab bû. Îmadeddîn Zengî (1127-1146) gelek cara êrîş bire ser eşîra humeyda, Tanza ku li ber kenarê Botan-sû da bû û kelayên humeydîya yên li el-Ekrê û Şûşê zevt kir.

Kurd her cara hindava Sêlcûkîya û Zengîya da xwe li riya parastina serxwebûna xwe ya hundurîn girtine. Eşîrên humeydîya û hekarîya gelek cara bi mêranî ber êrîşên Zengîya ber xwe dane. Lê atabegên Mûsilê êrîş birine ser hekarîya û ew kelayên wê eşîra kurda ji dêst çûn, di nav wan da kelayên Eşîb û Celebê. Kela Celebê careke dinê hate çêkirinê û vê carê navê wê danîne Îmadî (Amedî), seba xatirê Îmadeddîn Zengî. Di sala 1139a Zengîya Şahrîzûr zevt kirin û sala 1142a careke mayîn êrîşî li ser eşîra hekarî kirin û kela Şebanî zevt kirin. Di salên 1143/44a da Îrûn û Hîzan kete bin destê wan. Îmadeddîn Zengî êrîşa xwe ya dawî bire li ser eşîrên becnewîya û fînîkîya (fenekîya).

Piştî sala 1169a, dema sultan Saleheddîn Eyûbîyê kurd derkete meydanê, atabegê Mûsilê mecbûr ma şerê xwe yê hindava eşîrên kurda da betal bike. Rast e, kar û barê sultanê bi nav û deng yê sîyasî li Misirê û Sûrîyê bû, lê Kurdistan tim di bala Saleheddîn da bû. Malbetên Sêlcûkîya yên atabega wek berê li Dîarbekirê (malbeta Ertûkîya), Mûsilê (Zengîya), Erbîlê (Begterginîya) hukum dikirin, lê Eyûbîya zora Ertûkîya birin û Hisn û Meyafarqîn ji bin destê wan derxistin û du cara, di salên 1182 û 1185an da, hewl dan Mûsilê zevt bikin. Zengî ber wan da çend daxwerin kirin û xwe wek eskerên sultan Saleheddîn nas kirin.

Zengîya tenê piştî mirina Saleheddîn (sala 1193a) hukumê xwe li Kurdistana Navbendî bi hêz kirin. Di destpêka sedsala XIIIa wana kelayên eşîra humeydîya xistine bin destê xwe. Di sala 1218a wana careke mayîn Îmadî û kelayên mayîn yên eşîrên Hekarîya û Zewzana zevt kirin. Wek xuya ye, ev emelên xirabkar bûne sebeb, ku hekarîya berê xwe dane berbi bakur, ber kenarên Zaba Mezin.

Sala 1185a di navbera turkmena û kurda da nerazîbûnên mezin peyda bûn. Sebebê wê yekê hevraxeberdanên xelîf en-Nasir (1180-1225) bûn tevî serokên kurda. Pevçûnên di navbera kurda û turkmena da belayî li ser axa Sûrîyê, Dîarbekirê, Cizîrê, Mûsilê, Ehlatê, Şahrîzûrê û Azirbêcanê bûn(27).

 

Êrîşkirinên monxolan di sedsalên XIII-XIVa da

Sala 1219a ordîya monxola, ku heylo ji Asîya Navbendî hatibû, êrîş bire ser dewleta xorezmşaha. Berxwedana xorezmşahîya, ku ji alîyê xweşmêrekî malbetê – Celaleddîn (1220-1231) da dihate serkarîkirinê, li Kurdistana Başûr bi dawî hat. Ew bi eskerên xwe va li wir ji êrîşên monxola xwe veşart, û zûtirekê li wir jî şehîd ket• (•Berî wê, di sala 1217a ew tevî êrîşa li ser Bexdayê bûbû, ji ber ku dijmin mentîqên kurda vala dikir).

Piştî mirina şahê Xorezmê Celaleddîn, monxola çend cara êrîş birine ser axa kurda. Çengîz xan û serekqumandarên wî destbi qirkirina binecîya kirin. Piştî sala 1231ê monxola axa mentîqên kurda yên rêj (ekindar) Şahrîzûrê, Dîarbekirê û Ahletê ji binecîya xalî kirin. Kurda ji dest êrîşên monxola xwe sipartibûne çiya û bi zevtkara ra tu pêwendîyên wan tunebûn. Paytextê mentîqa Kurdistan, ku ji alîyê monxola da hatibû zevtkirinê, ji Beharê cîguhastî Sultanebadê kirin, û ji ber wê yekê aqara erdê wê kêmtir bû. Û di dema Sêlcûkîya da kara ji erdê wê sitendî deh qatî zêdetir bû.

Di dema êrîşên Xulag li ser Bexdayê, sala 1258a zirareke mezin gihîşte Kêrmanşahê, ji ber ku wek ku Reşîdaddîn dibêje, monxola “koka milet anî, ew qir kirin û mal û milkê wan talan kirin”. Berî zevtkirina Bexdayê, hema di wê salê da, Xulag esker şandin bona Erbîlê zevt bikin. Hukumdarê vira Tacedîn îbn Salay, ku merivê monxola bû, “{ji kelayê derket}, ber wana temene bû û tivdîra xwe dît xizmetî wana bike”. Lê kurdên ji kela Erbîlê, ku bi gotina dîroknivîsekî “li ser çarêka topa dinyayê ser wan ra tu kes tunebû”, teslîm ne dibûn û ew yek qet di fikra wan ra jî derbaz ne dibû. Binecîyên kelayê şev nîvê şevê rabûn, êrîşî li ser monxola kirin, kî kete ber destê wan, qir kirin, kel-melê wan şewitandin û careke mayîn vegerîyane kelayê. Lê paşdemê da bi alîkarîya atabegê Mûsilê kela Erbîlê kete bin destê wan, lê hîç cara şer li wira betal ne bûye.

Sala 1259a, gava ordîya Xulag ji Azirbêcanê berê xwe da Sûrîyê, li ser axa eşîra hekarî şerekî usa bû, ku ew der bû wek qesabxanekê. Teksta çavkanîyê gelekî balkêş e: “{Xulagû-xan ji wira} berê xwe da… çiyayên Hekar, wargê cî û sitara kurda. Her kesê ku kete ber wan, kuştin”(28). Cizîr, Dîarbekir, Meyafarqîn, Merdîn hatine zevtkirinê. Ew berxwedana tê destnîşankirinê, ku kurda himberî monxola kiribûn.

Firtona (tofan, lêmişt) zevtkarîyê ya mayîn ku li ser welatê kurda û mentîqên der-dorê wê da hat, bi navê Tîmûrê (1370-1405) bi xezeb ra girêdaye. Navê Tîmûr tenê tirs û xof dikire dilê kurda û Kurdistanê. Dema kurdên ji eşîra botan li ser axa hukumdarê Cizîrê êrîşeke

qaçaxîyê da ew hedyayên jin û zaroyên Tîmûr talan kirin, ku ewî ji wan ra şandibûn, ew yek li mîrê Botan xweş hat. Piştî wê yekê Tîmûr wek heyfhildan bajarê Cizîrê zevt kir û eskerên wî her tişt talan û wêran kirin.

Tîmûr heyfa xwe ji mîrê Cizîrê hilda, lê hindava hukumdarê Bîdlîsê Hecî Şeref da gelekî berbihêr û dilovan derket. Ewî destê xwe ne da hebûna wî û hela di ser da jî dîsa erd da wî(29). Lê dîsa jî, hema ku firsend dikete alîyê kurda, wana derbên xedar digîhandine Tîmûr. Yek ji wan derba di salên 1400/1401ê da bû, dema Tîmûr ji Bexdayê vedigerîya Azirbêcanê(30).

 

Kurdistan û malbetên turkmenan Kara-Koyunlu

û Ak-Koyunlu (di sedsalên XIV-XVa da)

Eşîretên bi hêz yên qebîlên turkmena Kara-Koyunlu (Beranên qer) û Ak-Koyunlu (Beranên sîs), ku monxola zora wan biribûn, hela berî Tîmûr li meydana Kurdistanê ya sîyasî da peyda bûbûn. Tewrêz bû paytextê Kara-Koyunluya (1380-1468), lê Ak-Koyunluya çav berdabûne Dîarbekirê. Sultanên Beranqera û Beransîsa cuda-cuda li dîyarbûna Tîmûr û ordîya wî dinihêrîn. Kara Yûsif Kara-Koyunlu dijî hatina Tîmûr bû û ji ber wê jî revî Misrê. Ak-Koyunlu ketine bin hukumê Tîmûr, sala 1402a tevî eskerên wî nêzîkî Enqerê bi osmanîya ra ketine qal û cengê û dawî jî Dîarbekir zevt kirin.

Pêwendîyên du mîrîtîyên turkmena bi hukumdar û eşîretên kurda ra cuda-cuda bûn. Ji dîyarbûna Kara-Koyunluya serokatîya kurda nehate guhastinê. Kara Yûsif Kara-Koyunlu piştî mirina Tîmûr ji Misrê vegerîya û ji kurda alîkarî xwest. Mîrê Bîtlîsê ew sitar kir, ew li bal kurdên eşîra rojkî ma. Dîplomatîya bi aqilane rola xwe lîst. Wan herdu alîya destpê kirin bi her awayî alîkarîya hevdu kirin. Bi alîkarîya mîrê Bîtlîsê Kara Yûsif tabîyên xwe qewîn kirin, milkê xwe zêde kir, û di nîveka sedsala XVa piranîya qiralîyetên kurda hukumê Kara-Koyunlu nas kirin. Kara Yûsif 27ê nîsanê sala 1417a hurmetnameyek da mîrê Bîtlîsê, ku hevalbend û zavayê wî bû. Nivîsa di ewê hurmetnamê da di “Şeref-Namê” da heye(31).

Di ewê dokûmêntê da tê gotinê, ku çar mentîqe dane Şemseddîn, lê ya rast ew e, ku ew ax ne ku hedya danê, lê îzin danê ku ew wî erdî bi kar bîne. Ew hurmetname şahadeta wê yekê bû, ku ew du mîrîtî hevalbendên hev in û mîrîtîya Kara-Koyunlu serwêrîyê herdu mîrîtîyan dike.

Dema ku Ak-Koyunlu hatine ser hukum, û xwesma, di dema hukumdarîya Uzun Hesen da (1453-1478), sîyaseteke usa danîne pêş xwe, ku ji heq-hesabê terefdarên Kara-Koyunlu bêne der, bona hukumê malbet û eşîretên kurda yên bi nav û deng ji kokê va bidne hilanînê.

Uzun Hesen Ak-Koyunlu, ku sala 1467a zora ordîya sultanên Beranqera bir, pişt ra piranîya axa welatê kurda zevt kir, lê piştî ku hindava peyhatîyê Tîmûr da bi ser ket, piranîya axa Îranê jî xwe helal kir. Cizîr, Bîtlîs, Hekarî û mentîqên mayîn jî ketine bin hukumê sultanên Ak Koyunlu, ku berî wê desthilatdarî di dest mîrên kurda da bû.

Lê malbeta Ak Koyunluya bere-bere bêtaqet dibû û ew yek jî alî wê ne kir, gava ew kete di nav koma dijî Osmanîyê da.Venesîya badilhewa hewl dida piştgirîya Uzun Hesen bike û çek û cebirxanên ji wan ra şandî bona bi Osmanîya raşer bike, bêfeyde bûn. Beşeke topên Vênêsîyayê osmanîya bi xwe zevt kirin, beşek jî kete destê kurda. Malbeta Ak Koyunluya di şerê xwe yê sereke da, şerê dijî sultanên osmanîya da, nikaribû ber xwe bide û di destpêka sedsala XVIa da ji meydana dîrokê betavebû. Sedsala XVIa ji bo dîroka kurda bû sedsaleke giring ji bo qedera gelê kurd di sedsalên dû wê ra.

Eşîret û malbetên kurdan

Di nav neh sedsalên buhurî da Kurdistan rabûn û ketina gelek împêratorîya û malbeta dît, ku hewl didan li welatê kurdan da hukumdarîyê bikin û xwedî lê derkevin. Usa xuya bû, ku strûktûrên civakî, malhebûnî, sîyasî gerekê ji hev biçûna, bifelişîyana û careke din bihatana

damezirandin. Lê ew yek ne bû. Ax û dewletên heyî, ku bi zora çeka dihatine îdarekirinê, strûktûrên xwe ku bi sedsala emel dikirin, parastin û ew bi adanî kar dikirin(32).

Qeyde-qanûn xwesma di bajara da baş emel dikirin, ji ber ku wekîlên navbendê li her bajarekî da hebûn. Lê ji bajêr der, di navçeyên Kurdistanê yên çiyayî da kurda hukumê tu kesî nas ne dikirin û gemkirina wan bi ser ne diket. Wana bêy hevraxeberdanên bi serokên kurda ra heta nikaribûn hukumê xwe li ser axa el-Cîbal el-ekradê jî testîqkin.

Di serkanîyên dewrana Xelîfatê da îzbatî hene, ku serekbajêr û welîyê navçeyan ji nonerên derebegîya kurda hatine kivşkirinê. Di sedsala IXa da welîyên kurda li Azirbêcanê serokatî li Merandê (Îsma el-Kurdî), Ehwazê (Muhemmed îbn Ubeydulleh el-Kurdî), Mûsilê û mentîqên Mûsilê (Elî îbn Dawud), navçeyeke Sûrîyê (Cefer îbn Xalid) kirine. Di destpêka sedsala Xa Ebdillah îbn Îbrahîm el-Kurdî bû hukumdarê Îsfahanê, ku piştî çend sala bû welîyê Farsê û Kermanê(33).

Em dikarin rêza navên welîyên kurda berdewam bikin, lê ew yek di rewşa sîyasî da guhartinên mezin ne kirine û rewşa kurda ya civakî-sîyasî ne di destê wan da bû. Mentîqên Kurdistanê hewcê serokatîke usa bûn, ku di kar û barên xwe da daxazên gelê kurd bidana pêş.

Bingeha strûktûra civakî-sîyasî bal kurda pêşî eşîret bû. Eşîretên Kurdistanê weke tevavetîyeke civakî-sîyasî û malhebûnî admînîstratîv bûn, ku li ser bingeha qewmîtîyê gihîştibûne hev. Ew yek jî dibû sebeb, ku kurd ne bi demê ra pêşda diçûn û di gelek dereca da kar û barê wan bi ser ne diket.

Sedsal dibuhurîn, qiralîyet dihatine guhastinê, di meydana sîyasî da gelek kurd peyda dibûn, lê eşîretên kurda wek berê di nav strûktûra civakî-sîyasî da êtnosa here xurt bû. Lê ew nayê wê manê, ku di nav sedsalên derbazbûyî da di nav kar û barê eşîrtîyê da guhartin ne bûne. Ji eşîretên ku di çavkanîyên dewrana Xelîfatê da têne bîranînê, wek ku ji pirtûka Şeref-xan Bîtlîsî da xuya dibe, piştî çar sedsala jimara wan pir kêm bûye. Ji ber çend sebebên aborî û sîyasî eşîret ji hev diçûn, careke din digihîştine hev û eşîretên nû çê dibûn.

Eşîret li Kurdistanê rola strûktûrake biçûk ya întêgrasyona civakî-sîyasî dilîst û bi kar û barê xwe va ne dihîşt ku pêvajoya hilweşîna civakî bi ser keve. Qiralîyet-mîrîtî wek berê strûktûrên mezin bûn û ji wê xetê jî hew dikaribûn derbaz bûbûna.

Hêza mîrîtîyên kurda bi zoraya eşîretê va girêdayî bû. Eşîret an piştgirîya bingehvanê malbetê dikir (wek mînak, Goran û Baba Erdelan), an jî bi xwe dibû kakil û pêşîkêşê milet (wek nimûne, malbeta Botî û eşîreta botîya, malbeta Hekarî û kurdên hekarî). Serekeşîr, ku ji malbetên bi nav û deng bûn, hesab dibûn wek rêvebirên milet. Hemû hukumdarên Kurdistanê ji wan serekeşîra derdiketin, yên ku bi serketinên xwe yên di şêr da bi sîyasî digihîştine hêlanên bilind. Pişt ra usa dibû, ku navên nonerên êtnoseke mayîn li wan dikirin(34). Wek hemû strûktûrên hukumdar, malbetên hukumdara di êtapeke pêşketina xwe da hewcê wê yekê bûn, ku di hêla civakî da xwe ji eşîra xwe dûr bixin û hindava wan da sîyaseteke sînorkirî û berk bimeşînin. Û çiqas ku destê eşîrê negihîşta bingehvanê malbetê û hela ser da jî ew bi êtnîkî çiqas dûrî hev bûna, ew hêlan, ew riya di navbera wan da, diha dûr dibû û di hêla civakî da xalîbûneke kûr peyda dibû. Lê bona dijwarîyên civakî yên bi vî awayî dem lazim bû, ji ber wê jî malbetên kurda yên Merwanîya û Hesenweyhîya, ku her yek ji wana sedsal û nîvek hukum kirin, pêra negîhandin ewê pêvajoyê ra derbaz bibin.

Malbetên bi nav û deng dîreka (ortika) jîyana kurda ya mexlûqetîyê bûn. Potênsîyala wan ya civakî-sîyasî pir bi hêz bû û eger rewş hinekî berbi pakîyê diçû, ew potênsîyal seba xatirê milet bi ser diket, ji ber ku milet bi xwe hukum dabû destê malbetê. Hela di ser da jî, bi demê ra ew destûr, ku milet dabû malbetê bona serokatîyê lê bike, di nav femdarîya milet da kûr rûdinişt û milet hîç cara şik nedianî ser rasttîya hilbijartina xwe da. Ji ber wê jî sîstêma admînîstratîvîyê, ji jor kivşkirina hukumdar hîç cara li Kurdistanê da tunebûye, ne di dewrana Xelîfatê da, ne jî dû wê ra. Kivşkirina ji jorê bi kardar bû, eger gorî rewşa heyî bihata kivşkirinê.

Ji bo ku hukumdar ji malbetên bi nav û deng bûn, ji ber wê jî gelê kurd qîmetekî mezin dida wan û ew hesab dikirin wek zaneyên xwedêda. Ew ser her tiştî ra dihatine girtinê, heta ser hukum jî. Wek şehedata wê yekê, em gotinên bi şeref yên serokekî kurda bînin, ku ewî di sedsala XVIIa da gotîye: “Ez im xwedîyê vî erdî, ne ku sultanê osmanîya. Dibe ku ew ji min bi hêztir e, lê qedir û nav û dengê min ji yê wî pirtir e”(35).

Malbetên torina (arîstokrat) yên serkarîkir, serekeşîrên navdar tesîreke mezin li ser gel dikirin, hukumê wan usa bela dibû, ku navê malbetê dibû wek sembol û al. Eşîret û malbetên bi nav û deng bingehê jîyana civakî bûn û ew di nav sala û zemana da di nav hev da dikemilîn. Bi saya serê wê yekê bû, ku jîyana gelê kurd ya bi erf-edetên miletîyê va helkirî-şimşatkirî, alî wê kir, ku ber êrîş û zordestîyan ber xwe bide. Û ji ber hevgirtina eşîret û malbetên Kurdsitanê yên bi nav û deng bû, ku piranîya wan zevtkara, ku lingê xwe davîtine ser axa kurda, qels dibûn. Û gava dijmin û neyara dixwestin gel bînine rayê, an jî zora wê bibin, derba pêşin û xurt li eşîrên kurda û malbetên bi nav û deng didan. Lê dema ku navbend sist dibûn (yên Xelîfatê, Sêlcûkîyan, an jî monxolan), struktûrên kurda yên civakî-sîyasî pişta xwe rast dikirin û kes bi wan nikaribû. Ji malbetên bi nav û deng, ku hêvîya xwe datanîn li ser piştgirîya eşîreta û ji ber wê jî bi ser diketin, malbetên kurda yên hukumdar pêşda dihatin, hinek ji wan dibûn qiralîyet û mîrîtî.

Di dema Xelîfatê da qiralîyetên kurda hema bêje dewlet bûn û serokatî li wan dikirin mîrîtîyên Hesenweyhîya û Merwanîya, lê di çavkanîyan da navê hinek mîrîtîyên mayîn jî hene, ku ji malbetên biçûk saz bûbûn(36).

 

Mîrîtîya Hesenweyhîyan (959-1015)

Mîrîtîya kurda ya Hesenweyhîya di sedsala Xa da li Kurdistana Başûr-Rohilatê ava bûye û bingehvanê wê serekê eşîra berzîkanîya (berzînî) Hesenweyh Huseyn bûye.• (•Ji wî ra Hesenweyh îbn Hesen jî û Hesenweyh Huseyn jî digotin, an jî Ebû-l-Fewarîs).

Xênji Dînawarê û Şahrîzûrê, navçe û bajarên Hemedanê û Nehewandê jî milkê malbeta Hesenweyhîya bûn. Di çavkanîya da paytextê Hesenweyhîya him bajarê Dînawarê tê binavkirinê, him jî kela Sermacê, ku dikete başûrê Bîsûtanê. Wek xuya ye, Sermac wek dîwan bû ji bo serekê malbetê. Hesenweyh serokatî li qebîleke eşîra berzînî dikir, serkarên qebîlên mayîn merivên ji der-dorê Hesenweyh bûn. Piştî ku ji wan serkara dudu mirin, Hesenweyh serokatîya eşîra berzîkanîya xiste destê xwe. Bilî eşîra berzîkanîya, Hesenweyh gelek eşîrên mayîn jî dora xwe civand.

Hesenweyh piştgirîya Buwîd Rukn ed-Dawle (947-977) kir, bi wî ra tevayî êrîşî li ser Xorasanê kir, û bi hev ra derketine dijî Semenîya. Wek ku xuya ye, hogirtîya wî bû delîl, ku hukumdarê Cîbalê çavê xwe li ber xurtbûna Hesenweyh û mehkembûna wî li Dînawarê û Şahrîzûrê girt. Bi gotina Şeref xan Bîtlîsî, bin sîya Bûwîd da di nav kar û barê Hesenweyh da “gulvedaneke xurt destpê kir”. Lê zûtirekê ew hukumdarê kurda qedirê xwe di destê xwe da xwey ne kir, “bi xirabîyê bersîva qencîyê da, bêşêkir derket” û dawî jî “xwe li riya pevçûna girt”. Gorî çavkanîyên mayîn, Hesenweyh êrîş bire ser Sehlan îbn Misefîr, hukumdarê Hemedanê û ew yek li Rukn ed-Dawlê xweş ne hat û ewî ew yek hesab kir wek nîşandayîna hêz û zorayê. Hukumdarê Buwîda eskerekî zor şande ser Hesenweyh, ku wezîrê wî Îbn el-Amid serokatî lê dikir, lê ew zû şehîd ket û şer destpê ne bû.

Ev problêmên rûdayî bi saya serê “mal û milkê pir” hatine helkirinê û wek ku Şeref xan Bîtlîsî dinivîse, hebûna Hesenweyh jî pir bû.

Wek ku K.Kaen(39) dinivîse, lawê Îbn el-Amid, ku bi Hesenweyh ra ketibû di nava hevraxeberdana, 50 hezar dînar û gelek serî heywanê gir sitend. Piştî wê yekê Hesenweyh pêwendîyên xwe bi Sehlan îbn Musefîr ra guhart, bi awakî din meşand û du malbetên serkarîkir li hev hatin.

Şerê di navbera eşîra Buwîdîya Hesenweyh û kurên wî mecbûr kirin bi aktîvî tevî wî şerî bibin, lê wana ne ku piştgirîya Adûd ed-Dawlê kirin, ku hatibû ser hukum, lê piştgirîya reqîbê wî kirin. Hesenweyh destpê kir riya û dirba bigere bona bi Adûd ed-Dawlê ra li hev bê, lê piştî salekê di kela xwe ya Sermacê da mir û di navbera gelek kurên wî da şer derket bona text û tacê hukum. Dawî di şêr da tenê Bedir (Ebû-l-necm) sax ma û ewî hukum girt destê xwe û hate îlankirinê wek serekeşîrê berzîkanîya.

Bedir îbn Hesenweyh, ku kar û barê xwe gorî statûya xwe dimeşand, tevî şerê Mueyî ed-Dawle (977-983) bi Zîyarîd Kabûs ra bû û gava di eşîra Buwîdîya da şerekî nû destpê kir bona hukum, ewî piştgirîya Fehr ed-Dawle Elî kir (983-997). Hesenweyha bi tevbûna xwe ya aktîv di nav nerazîbûnên di navbera Buwîdîya da, tabîyên xwe qewîn kirin. Piştî ku Fehr ed-Dawle ji meydana sîyasî dûr ket, Bedir hêvîya xwe danî li ser Baha ed-Dawlê (998-1012), ku hukumdarî li Farsê, Xûzîstanê û Kermanê dikir, û bi alîkarîya wî sala 998a ji xelîf navê hurmetlî Nasir ed-Dawle (îdarekirê dewletê) sitend.

Bin destê Bedir îbn Hesenweyh da erdekî pir hebû: “hemû kela, çiya, best û beyarên ji Dînawarê bigre hetanî Ahwezê, Xûzîstanê, Borûcîrê, Esedebadê û Nehewandê bin hukumê wî da bûn”, -Şeref xan Bîtlîsî nivîsîye(40). Kêrmasîn (Kêrmanşah), Hulwan û Şahrîzûr jî milkê wî bûn. Wargên stratêgî yên Dînawarê, Hulwanê, Nehewandê, Kêrmasînê, rêyên ji bakur girtî hetanî rohilatê, ku dihatine kontrolkirinê, Hesenweyh mecbûr dikirin, ku di hêla dîplomatîyê da lîstikên bi aqilane bike, da ku bikaribe bi cînarên bi nav û deng ra bide-bistîne, ber xwe bide, û hela di ser da jî tabîyên xwe mehkem bike. Ew malbet diravên xwe yên arizî derxistin û bi wê yekê va statuya xwe ya dewleta serbixwe îlan kir.

Eşîra berzîkanîya gelek cara dikete bin derbên dijmin û neyara. Çavkanî destnîşan dikin, ku Bedir tevgera berzîkanîya di nav xwînê da mewicandîye.

Di dawîya hukumkirina Bedir da (979-1014), ku demeke dirêj li ser hukum ma, dîwana Hesenweyhîya sist bû. Bilî wê, ku di nav malbeta Buwîdîya da dijminatî hebû, ewana bi kurdên Şacexanê ra ketine di nav qal û cengê, ku ji alîyê roava da cînarên wan bûn û dijminê Hesenweyhîya bûn. Ruhdarkirê (helandar) wan malbeta Benu Ennaz bû, ku serekê wan Ebû-l-Feth ji erdê wan raqetand û ew çû li bal Wekaylîya sitar bû, li Mêsopotamîya Jorîn. Piştî şerê bi Ennazîya ra, şerê bi ordîya Buwîdîya – Baha ed-Dewlê ra destpê bû û dawîya wî şerî ew bû, ku kurê Bedir, Hîlal li Bexdayê dîl girtin û ew zêrandin.

Sala 1014a Bedir wefat bû û Sama ed-Dewle Bûyîd, hukumdarê Hemedanê biryar kir ji wê yekê karê keve û erd û milkê xwe zêde bike. Baha ed-Dewlê, ku bêtir aminaya xwe bi Hîlal dianî, ew ji dîlîtîyê aza kir, pere û çek dan wî û berê wî da Dînawarê. Hîlal di hezîrana sala 1015a di şerê bi Şems ed-Dawlê Bûwîd ra şehîd ket û kurê wî Tahir piştî çend meha hate ser hukum. Hema di wê salê da, Ennazîya ji heq-hesabê neyara hatine der. Kurê Ebû-l-Feth Ebû-ş-Şewq Tahir kuşt û bi mirina wî dawîya hukumdarîya malbeta Hesenweyhîya hat, koka wan qelîya. Mal û milkên wan kete destê Banu Ennaz – malbeta wan hukumdara, ku ji wan ra malbeta Ebû-ş-Şewq jî dihate gotin. Lê ew bi xwe kurd bûye, an na, şikberî li ser heye(41).

Hurmet, nav û deng, hêz û zoraya malbeta kurda ya bi nav û deng, statuya wê ya dewletê ya serbixwe, ku bi derxistina diravê bi navê Bedir îbn Hesenweyh tê îzbatkirinê, di nav kurdên eşîra herîzma da pir bilind bû û ew yek di nivîsên derheqa mîrên eşîra beredost jî derbaz dibe, yên ku xwe ji malbeta Hîlal îbn Bedir îbn Hesenweyh dihesibandin.

  Merwanî (985-1085)•

(•Destpêka hukumkirina malbetê carna ji sala 983a jî dihesibînin)

Mîrîtîya kurda ya Merwanîya hîn bi hêztir bûye. Şeref xan Bîtlîsî “hukumdarên Dîyarbekirê û Cizîrê”, herweha Merwanîya jî, bi nav dike wek mîrîtîyên kurda yên pêşin, lê

“sulatnê pêşin di nav kurda da” Ahmedê kurê Merwan dihesibîne, ku ew malbeta serkarîkir bi navê wî dihate binavkirinê. Ew mîrîtî li ser perçekî axa Kurdistanê, ku Dîyarbekir, Nisêbîn û Ehlat hildigirte nav xwe, bi awakî serbixwe hukum kirîye. Hukumê Merwanîya li ser Erzanê, Meyafarqînê, Melezgirê, Ercîşê û navçeyên bakur-rohilata gola Wanê jî derbaz dibû. Li roavayê wana ser demekê hukumdarî li navçeyên Ûrfayê jî kirine.

Di nav bingehvanên malbetê da navê merivekî pir navdar jî derbaz dibe, navê Bed•• {jê ra Bet(44), an jî Bez(45) jî dihate gotin} el-Kurdî, an jî Ebû Ebdillah el-Huseyn îbn Dustek el-Xerbohtî(46). Navê Bed ji navê eşîra bohtîya xuliqîye, ku eşîreteke bi nav û deng e. Carna ji bingehvanê malbetê ra serekeşîrê qebîla humeydîya jî tê gotin(47).

Bed el-Kurdî firsenda baş ji destê xwe berneda û Meyafarqîn zevt kir, berî nonerê malbeta ereba ya Hemdenîya da, ji wir raqetand, ku demekê serokatî li Mêsopotamîya Bakur û Navîn dikirin. Ew serketin ji ber wê yekê pêk hat, ku mîrîtîya Buwîdîya, ku bi hêza xwe va ser Hemdenîya ra bû, ser demeke kurt sist bûbû. Sala 951ê Edud ed-Dewle Bûwîd mir, ku nonerekî wê malbetê yê herî bi nav û deng bû. Di nav malbeta Bûwîdîya da pevçûnên mezin bûn, ewana sisttir bûn û kurdên humeydî bi lez ji wê yekê karê ketin (îstîfa dîtin).

Bed birayê xwe li Meyafarqînê hîşt û berê xwe da başûr, zora wê ordîyê bir, ku Bûwîdîya û Hemdenîya şandibûne ser wî. Pişt ra ewî Mûsil zevt kir û tivdîra xwe didît êrîşî li ser Bexdayê bike, bona koka Bûwîdîya bîne, lê di wî şerî da Bed nikaribû hindava hêza Hemdenîya û Wekaylîya ber xwe bide û vegerîya Meyafarqînê. Hemdenîya nikaribû ji wê zoraya xwe ya demkurt karê kevin û milkê xwe paşda vegerînin. Bi vî awayî, Bed wek hukumdarê Dîyarbekirê ma, bû serwêrê Hemdenîya, lê ew jî bûne serwêrên Bûwîdîya. Bûwîdîya jî bi sembolîkî serwêrîya xelîfên Ebbasîya dikirin.

Bed dev ji planên xwe yên hindava Mûsilê da berneda û sala 990î ji eşîra becnewîya gelek kes berev kirin, bi taxbûra xwe li ber bajêr sekinî û bi binecîya ra kete nava hevraxeberdana. Mûsilîya xwe dane alîyê wî, lê Bed di pevçûnên nû bi Hemdenîya û Wekalîya ra, ku ji bo zevtkirina Mûsilê şer hevdu dikirin, jîyana xwe dest da.

Lê careke dinê bela Hemdenîya hate dayînê û ne Dîyarbekir, ne jî Meyafarqîn nekete destê wan.

Kar û barê Bed ku ewî ji bo peydakirina hukumê sîyasî destpê kiribû, sê xarzîyên wî berdewam kirin, kurên xûşka wî û Merwan îbn Dustek. Nuxurîyê wan (ji wana yê mezin), Ebû Elî Hesen, ku di şerê dawî da bi Bed ra tevayî dijî dijmina şer dikir, bi jinebîya wî ra zewicî, Meyafarqîn û navçeyên der-dorê wî zevt kir. Navê bavê Ebû Elî Hesen û birayên wî li malbetê kiribûn, lê carna ji wan hukumdara ra Dostekî(48) jî digotin.

Ebû Elî Hesen du cara zora Hemdenîya bir, Ebû Ebdallah el-Hemdanî dîl girt, ewê ku hindava Bed da bi ser ketibû, û bi awakî mêranî di şerê Bûzandîya yê ji bo zevtkirina Ehlatê, Menezcîrdê, Erçîşê û Bergîrê (Bêrkirî) da ber xwe da. Sala 991ê ew êrîşî li ser Sûrîyê kir, ew ji bin destê împêratorê Bûzandîyayê Vasîlîyê IIa derxist, lê sala 997a ji alîyê binecîyên Dîyarbekirê da, ku rabûbûne serhildanê, hate kuştinê. Birayê Ebû Elî Hesen – Muhemmed ed-Dawle Sehîd (Ebû Mensûr Muhemmed ed-Dewle) dewsa wî girt.

Mîrîtîya Merwanîya di dema hukumdarîya birayê sisîya – Ahmed îbn Merwan da gelekî xurt bû, ku navê hurmetlî Nesir ed-Dewle lê kiribûn, an jî jê ra digotin Serwêrê dewletê (1010-1061). Nesir ed-Dewle wek hukumdarekî bi nav û deng û zane dihate naskirinê. Wek xuya ye, ji ber vê yekê jî Şeref xan Bîtlîsî wî hesab kirîye “Sultanê kurda yê pêşin”(49). Nasir ed-Dewle bêy şikberî dikarin bihesibînin wek mîrê serbixwe, ji ber ku bi navê wî dirav derketine û xutbe hatîye xwendinê. Dema di nimêja cuma’ da navê hukumdarê Merwanîya bîr dianîn, milet dikire gazî: “Mîrê me, sîyaneta îslamê, dîn û îmana me, parastvanê dewleta me û şerefa me musulmana, Ebû Nasir Ahmed”(50).

Nav û dengê Nasir ed-Dewle di nav hukumdarên wê demê da pir bi hurmet bû. Wek mînak, di dema şahîyekê qasidên xelîf û mîrê Bûwîdîya Sultan ed-Dewle, xelîfê fetîmîya xelîf el-Hekîm (996-1021) û qasidê împêrator Wasîlî qesta dîwana Merwanîya kirin û gelek hedyayên giranbuha û çekên taybetî anîbûn. Ji navê Bûwîd û xelîf hurmetname danê, ku

dihate wê manê, ku hukumê wî tê naskirinê û di wê da dihate gotinê, ku virhada hemû bajar û kelayên Dîyarbekirê yên zureta (peyhatî) Merwan in û hema li wir jî navê Nasir ed-Dewle dane wî. Dema ji navê xelîfê Fetîmîya bi awakî heytehol ew nav li wî kirin, hazira kire gazî – “Bira dewleta me xweş be, bira her bijî Îzz ed-Dewle!”.

Sebebê van seredana û heytehola hebû. Daxaza herdu alîya girêdana peymanên hevrakarkirinê û dostanîyê bûn, ku derheqa wan da bes belav ne dikirin.

Gorî “Şeref-Namê”, sala 1051ê Nasir ed-Dewle qasidên xwe bi hedyayên buhagiran va şande bal sultanê sêlcûka Togrul-beg (1038-1063), ku nîşana daxazên wî yên qenc û bi dil bûn. Nesir ed-Dewle serwêrtîya Togrul beg nas dikir û ew jî, wek xuya bû, ji dilpakîya mîrê kurda kêfxweş bû.

Sîyaseta Nesir ed-Dewle gelekî bi fesal bû, lê bi wê yekê ra jî ew tim hişyar bû, haya wî ji xwe hebû û şerê berk bi beduînên bi malbetên Wekalîya û Mirdêsîya ra li Sûrîyê, di mentîqa Cizîrê da berdewam dikir. Sîyaseta bi aqilane û hêza wî ya xurt alî wî kirin, ku ew di hêla aborî û çandî da gelekî pêş ket(51). Hukumdarên mayîn, bi gotina Îbn el-Ezrak el-Ferîqî, tenê bi mezîla erdê xwe û bi dewlemendîya xwe va dikaribûn ser wî ra bûna, “lê tu kes nikaribû di hêla gulvedanê da lingê xwe bi wî ra bavêje”.

Nesir ed-Dewle hukumdarekî heq, zane bû, nonerên malbeta Bûwîdîya gelek cara bal wî sitar bûne(52). Zane û şayîrên di cihana musulmanîyê da bi nav û deng, yên wek Nasir-î Xusrow, li dîwana Merwanîya ya li Meyafarqînê bûne mêvanên wî, qesta mala wî kirine.

Zureta Nesir ed-Dewle di hêla sîyasî da ewqas pir bi ser ne ketin. Du kurên wî mal û milkê malbetê di nav xwe da parevekirin: Nasir bû hukumdarê Meyafarqînê, Sehîd yê Dîyarbekirê. Rast e, nav û dengê malbetê hema bêje wek berê bû, hela di ser da jî axên teze diketine destê wan (Herran, Suweyda), lê destdirêjayên sêlcûkîyan, ku êrîşên xurt birine ser wê malbeta kurda ya bi nav û deng, mîrîtîya kurda ya Merwanîya ji erafê sîyasî dane hilanînê, zora wê birin. Sêlcûka sala 1085a zora nonerê malbetê yê dawî, Mensûr îbn Sehîd, torinê Nesir ed-Dewle, birin, ew dîl girtin û ew sala 1096a mir; bi wî va dawîya hukumdarîya Merwanîya hat.

Li ser axa bin destê Merwanîya da ne tenê kurd diman, piranîya binecîyan xaçparêz bûn(53). Serokatî di dest kurda da bû û piranîya leşkerên ordîya Merwanîya jî ji qebîlên humeydî û becnewî bûn. Dewleta Merwanîya bi zoraya eşîrên hevgirtî va saz bûbû û di kar û barên wê yên sîyasî da hêza wê hîn geş xuya dibû.

Hukumkirina mîrîtîya Merwanîya di nav dîroka gelê kurda da wek bîranîn maye. Eşîrên malbeta mehmûdîya jî xwe ji malbeta Merwanîya dihesibandin. Malbeta kurda ya bi nav û deng Bedirxana(54) ji bingehvanê mîrîtîya Merwanîya, Bed pêşda hatîye. Di dewrana Şeref xan Bîtlîsî da rêvebirên malbeta Erdelana xwe wek peyhatîyên Ahmed îbn Merwan(55) dihesibandin, ango Merwanî pêşîyên Erdelanan in, lê piştî sê sedsala kronîsta bingehvanên wê malbetê Sasanîya hesibandin.

Hêz û ênêrjîya eskerî û sîyasî di Kurdistanê da timê jî pir bûye, ewqas pir bûye, ku carna ew hêz ji sînorên Kurdistanê der jî dihate bikaranînê. Wek mînak em dikarin du malbetên kurda bi bîr bînin: Şedadî û Eyûbî.

Şeddadî (951-1088)

Sultanê Sêlcûkîya Arp Arsilan(56) sipartibû Şedadîya, ku hukumdarîyê li Debîlê (Dovînê) û Gencê bikin. Sala 1072a bajar û navçeyên Anîyê jî di ser axa wan da zêde bû. Bingehvanê malbetê Muhemmed Şeddad îbn Kartu, ku tevî serhildana sala 951ê yê dijî Bûwîdîya bûbû, îdî di wan dema da yek ji hukumdarên serbixwe yên bakur-roava Farizistanê bû(57). Şedadî pêşî di kar û barê xwe da xwe wek hevalbendên Buzandîyê û Sêlcûkîya didîtin, ji ber wê jî nav û hurmeta wana usa bi lez belav bûbû.

Şedadîya ji sedsalekê zêdetir hukum kirin (malbeta wan heta sala 1174a li Anîyê bû) û ji dest zordestîya Sêlcûkîya ji meydana sîyasî betavebûn, ew jî wî çaxî, dema wana pêşî xwe li Sêlcûkîya digirtin. Ew hukumdarên zane bûn, ji ber wê jî nav û hurmeta wan bilind bû, ji dema hukumkirina wan, ku V.P.Nîkîtîn(58) bi xwe jî derheqa wê yekê da bi pesin nivîsîye û qîmetekî mezin dayê, gelek heykelên arkîtêktûrîyê yên delal mane.

Nav û dengê Şeddadîya li Kurdistanê gelek belav nebû, deng ne da, tu malbeteke hukumdara li welatê kurda da ne gotîye, ku ew pêşîyên wanane, an jî ew ji wê malbetê xuliqîne. Wek xuya ye, ew ji wê yekê ye, ku nav û dengê malbeta eşîra rewadî, ku Eyub îbn Şadî serokatî lê dikir û koka wan herdu malbeta yek e, diha belav bûbû û ji ber wê jî navê Şedadîya tu dibêjî qey bin sîyê da ma.

 

Eyûbî (1169-1252)

Mîrîtîya kurda ya Eyûbîya bi saya serê sultanê bi nav û deng Saleheddîn-Saladîn (1169-1193) rûpelekî geş di nav dîroka cihana musulmanîyê da, di dema wê ya here sext da, dema berxwedana himberî cihana xaçparêzîyê da, nivîsî. Navê Saleheddîn bûye sembola berxwedana îslamê.

Serekê malbetê ji eşîra kurda ya rewand (rewadî) bû, ku di sedsala Xa da nêzîkî Yêrêvanê dima, li der-dorê Dovînê(59). Qebîla wan ji eşîra bi nav û deng – hezbanîya bû, û kalikê Selaheddîn Şadî îbn Merwan li bal Şeddadîyên Dovînê karmend bû, lê gava axa Şeddadîya ji bin destê wan derket, ew bi malê va çû Îraqê û li bal sêlcûkîya bû karmend. Ew bû hukumdarê Tîkrîtê, ku paşdemê da ew kete bin hukumê kurê wî Eyûb û hema li wir jî Saleheddîn ji diya xwe bû (sala 1138a).

Dewleta ku Saleheddîn saz kir, ne dewleta kurdî bû, lê hukumkirina malbeta Eyûbîya di nav dîroka kurda da rêça xwe ya hêle hîştîye. Ji sala 1232a hetanî sala 1460î nisleta malbeta Eyûbîya li Dîyarbekirê hukumdarî kirine. Di “Şeref-namê” da ew hukumdar têne binavkirinê wek xwedî-xudanên Hisin Keyfê (Hesenkeyf), û beşê pênca yê perçê bi sernivîsara “Derheqa hukumdarên Kurdistanê yên bi nav û deng da” derheqa wan da ne. Gorî malûmatîyên Şeref xan Bîtlîsî, ewana piştî salên 1263-1264a hatine ser hukum, “dema malbeta Eyûbîya ya navdar hukumê xwe li Misrê û Sûrîyê unda kir”. Pareke malbeta Eyûbîya bi destî zorê li Hisin Keyfê ma, bi gotinên dîrokzan, “pencên zevtkarîyê li ser der-dorên Hesenkeyfê û navçeyên wê da rakirinê û di nav demeke kurt da bû xwedî-xudanê wê axê”(60).

Navê Saleheddîn û Eyûbîya bi saya serê malbetên atabegên tirka Ertukîya, Zengîya û Begtegînîya, ku li Dîyarbekirê, Mûsilê û Erbîlê hêwirîbûn, li ser temamîya axa Kurdistana Navbendî û Başûr-Roavayê belav bû. Zûtirekê Saleheddîn bi Îzzedîn Zengî ra peyman girêda û bi wê peymanê Heleb û Şahrîzûr ketine bin hukumê wî û ewî piştî du sala ew teslîmî mamlukê xwe kir. Dibe di peymana Zengî da çend xal jî hebûne derheqa kurda da. Çi jî hebe, hema piştî mirina Saleheddîn, sala 1193a, atabegên tirka zor dane eşîretên kurda yên hekarî û humeydî. Ji hizûra Saleheddîn atabegên tirka newêribûn zordestîyê li kurda bikin û ji ber wê jî hindava kurda da hinekî nerm bûn.

Kurd û eşîrên kurda ketine nava ordîya Eyûbîya, lê piranîya eskera tirk bûn. Sala 1187a Saleheddîn berbirî kurdên bakurê Dicleyê bû, ku tevî cîhadê – şerê himberî bêxwedêya (bêîman) – bibin. Û, wek xuya ye, kurda gorî daxaza wî kirin. Gelek kurd di dayîrên Eyûbîya yên eskerîyê û bajarvanîyê da qulix dikirin.

Di nav wan kesan da, ku Saleheddîn qedirê wan digirt, navê Behaddîn Ebû-l-Mahesîn Yûsif îbn Şeddad (1145-1235) tê bîranînê. Gelekî nêzîkî aqilan e, ku binecîyê Mûsilê Îbn Şeddad eslê xwe va kurd bûye. Ewî di medresa Mûsilê da dersdarî dikir, ku Kemaleddîn Şahrîzûr bingehê wê danîbû, ku ji sedî sed kurd bû, û sala 1188a wî teglîf kirin bona dîwana Saleheddîn da wek karmend kar bike û ew heta dawî jî li bal wî ma(61).

Di dema Saleheddîn da mala Ebû-l-Heycayê kurd roleke mezin lîst û wana xwe hey ji eşîra hekarîya dihesibandin, hey xwe didane ser eşîra hezbanîya. Ebû-l-Heyca serokatî li parastina kela Ekkayê kir, ku xaçgira êrîş anîbûne ser û paşdemê da bû serekqumandarê ordîyê û hukumdarê Yerûsalemê. Ev hemû dibine îzbat, ku di şerê Eyûbîya da kurd jî hebûne û ewana ketine di nav dîroka wan da. Pişt ra kurdzanê bi nav û deng V.P.Nîkîtîn nivîsî, ku “kurd ew firsend ji dest xwe berdan, ku Saleheddîn – bingehvanê malbeta Eyûbîya dabû wan”(62), û qesta wî ew bûye, ku dikaribû rojek ji rojan dewleta kurda bihata sazkirinê. Dewleta Eyûbîya bin ala îslamê da usa gihîşt, ku bû împêratorîyake xurt. Îdêalên dînî ser yên êtnîkî ra bûn, şerê berk hindava xaçgira da firsend da Saleheddîn ku di wî şerî da hereketê tirka, ereba û kurda bigihîne hevdu(63). Lê welatê kurda hela ne hazir bû bona têgihîştina îdêayên bi êtno-sîyasî hevgirtina hev, û ew îdêa bi xwe tenê di dawîya sedsala XVa bi awakî geş hate ber çavan.

Navê Saleheddîn û malbeta Eyûbîyan bona kurdan û Kurdistanê bûne sembola mêrxasîyê û aqilmendîyê.

Timûr Xelîl/Riataza.com

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply