Dînê Sofîyan

Tesawwûf ji Teo: Dîn; sofia : Sofî pêk tê. Tê wateya dîne sofiyan. Sofia her çiqas bê wateya zanetîyê jî ev zanebûna evînî û bêaqilîyê ye. Ev, dîneke din e. Dişibe dînên Hîndûyan û Fillehtiyê. Dînê Sofîyan ji bêbextî û derewên di derheqê Xwedê pêk tê. Lê Misilman naxwazin bibînin.

Dînê sofîyan, li ser sirran ava bûye.  Barê van sirran herkes nikare ragire. Remz, qod û şîfreyên wan hene. Çiqasî neyên gotin ewqasî girîngtir dibin. Li gorî wan, wateya Qur’anê ya batinî girîng e, jî wê jî ew tenê fêm dikin. Ji xwe yê ku zahirî jê bawer bike û bixwaze ku hema di Qur’anê de li ser tiştên xuyayî bisekine û wilo jê bawer bike di şîrkê de ye. Mirov biaqil nagihê vê rêya nepenî û bêaqil jî gelek in!

Hallacê Mansûr, mezinekî dînê sofîyan e. Li gorî wî; Xwedê evîndarê nûra Muhammedî ye. Pêşî ev nûr çêbûye. Her tişt ji wê çêbûye. Ew gewhera bingehîn e. Adem bavê bedenî ye; lê Muhammed bavê rûha herkesî ye. Yên dûv wî re jî biser vekirine û gotine, ev nûr bi kê re be, ew hezkirê Xwedê ye. Ev nûr bi kê re be, ew cawîdan e, namir e. Ha Nûra Muhammed ha Xwedê heman tişt e! Mutesawwûf ji heddê xwe derketine û gotine Enel-Haq ango “Ez Heq im, ez Xwedê me” Hallac gotiye ma ji Xwedê pêve kesî din vê dibêje. Ango dema ku ez dibêjim jî Xwedê vê gotinê dike. Hallac, xwe kiriye parêzgerê Îblîs. Qaşo Îblîs, ji bo ku ji Xwedê pêve ji kesî din re secdê neke; li hemberî Xwedê derketiye û secde ji Adem re nekiriye. Başe e ku Qur’anek heye em carna dixwînin: “Ji yê ku bêbextiyê dike û derewan li Xwedê dike, zalimtir kî heye?Hûd-18

La mevcûde îllallah ango ji Allah pêve ti hebûn nînin. Paroleya mutesawwûfan e. Ji xwe şêxê wanî mezin İbn Erebî, gotiye her tişt perçeyekî Xwedê ye, ji Xwedê pêve tiştekî din nîne. Kesê putperest jî perestijî ji Xwedê re kirine. Ji ber ku ji Xwedê pêve tiştekî din jî tine ye, mişrîkên Mekke’yê jî ji Xwedê bawer kirine. Di navbera me de ferq namîne. Mûsa jî Fir’ewn jî weke hev bawermend in. Baş e ku Qur’aneke me heye û rastiyê ji derewan vediqetîne: “Ma yê ku dizanin û yê ku nizanin hîç dibine weke hev?Zumer-9Yana evqas derew û nebaşî wê baş bana. Nebaşî û xerabî wê bûba weke başî û serastkirinê.

Ji xwe Mewlana, dînekî din ji xwe re îcat kiriye û navê wê jî Eşq e. Kabeya vî ehlî cuda ye. Di dîbaceya Mesnewî yê de dibêje ev kitêb ji bal Xwedê ve hatiye daxistin. Ti mişrîk nabêje ez ji Xwedê bawer nakim. Ji bilî kitêba Xwedê kitêbeke din datînin ber hişê bawermendên ku ji hejandin û cezbê bêhiş ketine! Li gorî wî jî welî zarokên Xwedê ne. Lê Qur’an dibêje: “Ji yê ku bêbextiyê dike û derewan li Xwedê dike, zalimtir kî heye ku wehîy jê re nehatibe jî dibêje ji min re hatiye û ezê weke ya  ku Xwedê daxistiye ezê jî daxim?Enam-93 Ku filleh dibêjin haşa Îsa, kurê Xwedê ye, em ji wan re dibejin mişrîk; lê ji bo yekî ku cubbeya Misilmanan li xwe kiribe em naxwazin vê rastiyê bibînin. Gelo li bal Xwedê navê kesên ku rastiyê dinixumînin û naxwazin bibînin çi ye?

Dînê Sofîyan, dînê zilmê ye. Terbiyekirina nefs, kirine îşkence. Eger ku em Misilman bin Resûlê ekrem çawa rojî girtibe, çawa nimêj kiribe û çawa bi Qur’anê xwe terbiye kiribe, emê jî wilo bikin; lê em nikarin li gorî dînê ne yê Xwedê biçin.

Xwe nexin nav me. “Dînê we ji we re û dînê min ji min re. Kafîrûn-6

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply