Kovara xêzeromana bi kurdî ya zarokan ‘GOG’ li benda alîkariyê ye

Li cem kurdan kovarên xêzeroman ên ji bo zarokan nîn in. Niha xêzkarê kurd Îmam Cîcî amadehiya tiştek wisa dike lê pêdiviya wî bi alîkariyê heye.

Îmam Cîcî karîkaturîst û îllustratorekî kurd e, ev 25 sal zêdetir in ku xêz dike lê raya giştî ya kurd ew bi kovara Pîneyê nas kir. Niha ew û hin hevalên wî kovara Zrîngê jî bi hev re dirdixin. Cîcî niha dixwaze ji bo zarokên kurd tiştekî din bike: Derxistina kovara xêrezoraman. Ji bo vê yekê malpera fongogo.com de kampanyaya piştgiriyê daye dest pê kirin.

DÊ BI KURMANCÎ Û KIRMANCKÎ BE

Me xwe gihand xêzkar Îmam Cîcî. Ew dibêje, “Çapkirina kovareke gelek zehmet e. Ev pereyên bên ser hev ji bo telîfê ezê bikar bînim û wekî kovareke dîjîtal dest pê bikim. Ger derfet çêbin wê çaxê emê derbasî çapa kaxiz bibin.”

Cîcî bi xwe kirmanc (zaza) ye lê ji ber li metropolên Tirkiyeyê mezin bûye wekî gelek kurdî ji aliyê kurdî ve pirsgirêkên wî hene. Ligel her tiştî ber xwe dide û dixwaze ji bo  zimanê xwe tiştinan bike û wisa didomîne: “Li cem me lîstikek bi navê GOG hebû, niha nayê zanîn û nayê lîstin. Berê xêzeroman hebûn ew jî niha nayên xwendin. Ez dixwazim di bin banê kurdî de van herduyan bînim ba hev, loma jî min navê GOG lêkir. Kovar wê bi kurmancî û kirmanckî (zazakî) bi du zaravayan be. Di kovarê de dê karakterên biyanî yên wekî Lucky Luke, Yakari, Thorgal û Milo hebin. Xêzkarên kurd ên wekî Dogan Guzel û Ender Ozkahraman dê têde hebin.

Li ser “Niha di çi rewşî de ye” Cîcî van tiştan dibêje, “Min bi gelek weşanxaneyên biyanî re, ligel hin xêzkaran xeber daye. Mînak dixwazim karakterên cidî yên wekî Asterîks, Tenten bikim kurdî. Me ji hin cihan bersivên erênî girtin. Mînak Asaf Hanuka xêzkarekî xelatgir e, rûpelek xêza xwe ji bo me kir diyarî. Di hemû xêzan de jî meseleya telîfê heye. Em niha pere kom dikin, derfet temam bibin emê dest pê bikin. Ji bo destpêkirinê min du meh dabûn ber xwe.”

XÊZÊN GERDÛNÎ BILA BIBIN KURDÎ

Cîcî van li gotinên xwe zêde dike: “Li dinyayê gelek xêzên navdar ku ji bo 20 zimanan hatine wergerandin hene lê ew bi kurdî nehatine weşandin. Ez dixwazim van bigirim û biweşînim. Di qada navneteweyî de dixwazim zarokên kurdan bi van çandan re bînim ba hev.”


Yên bixwazin dikarin ji ser vê lînkê re alîkariyê bikin:

https://fongogo.com/Project/ilk-kurtce-cizgi-roman-cocuk-dergisi-gog-desteginizi-bekliyor-2 

 Xêzkar Îmam Cîcî ev 25 sal zêdetir in vî karî dike. Di nav xêza kurdî de jî cihek wî ya taybet heye.

Gog bi alîkariya xwendevanan û hezkirên kurdî dê rabe ser lingan.

Malpera Kovarê ev e: https://www.gog-weneroman.com

Cemil OGUZ/Diyarname

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply