Kamîran Bedirxanê BOTAN û Kamûran İnanê HIZAN

Yaxut Botan û Hîzan.
Weyaxut hêjandina Mîrzadeyek û Şêxzadeyekê Kurd.
Miqayeseyêk di navbera van herdû welatan, kesayetiyan û xanedanan da.
Welatê Botan û welatê Hîzan.

Botan, ji hemî Mîrekiyên Kurdistanê bêhtir hikim kiriye. Lê Hîzan jî bi hindikayî hikimdarî û satatuyêk 600 sale ye. Hîzan jî azad û serbixwe hikim kirî ye û ew jî weka Cîzîra Botan desthilatdariyêk Kurdistanê ye.. Ev dera ha jî di tifaqa Kurd û Osmaniyan da “Ekrad Hikûmet Sancaxî” ye û hikûmetêk ji hikûmetên kurdan e ku ciyê xwe di Kanûnnameyên Osmaniyan da girtî ye.
Hîzan û Sapyêrt û Mukus 3 mîrekiyên serekeyê vê herêmê nin. Piştra li van dor û beran Karkar,Karçikan û Bestan(Best) li van Mîrekiyan zêde kirin e. Hîzan û Mukus û Spayêrd sê Mîrekiyên eqrûbanin.
Li Botan jî Mîrekên Gurgil û Findikê her tim ji Cizîrê cûda ne. Tenê firqa van herdû mîrekiyan ewe kû Mîrê Cizîrê Mîrêmîran ne û bayêk ji kêdera dinyayê radibû, miheqeq li Birca Belek dixist. Lê welatê Hizan nepend û aram bû. Hêrîşên barbar û dagirkeran bi ser Cizîr, Amedî, Hekarî, Bedlîs, Palo, Çemîşkezek û Xarpêtê va bûn.
Hîzan bi Kele û Seraya xwe û Medresa Siltan Dawid, Cizîra Botan jî bi Medresa SOR û Birca Belek navdar e.
Li gora Şerefnameyê Siltan Dawid û kurê wî Siltan Ehmed li cem Siltan Silêman gelêk meqbûl û qedirbilindin. Her wisa Mir û hikimdarên Cizîrê jî, wek Şah Elî Beg û Bedir Beg, li cem Kanûnî Siltan Silêman bi qîmet û rûmetbilindin. Ev herdû Mîrekî jî ketine tifaqa Kurd û Osmaniyan û bi 28 Mirekiyên Kurdistanê va hevbendin û yekrêzin.

Gotinêkê pêşiyan heye kû dibêjin “- Botî bi Mîrên xwe, Şêrwî bi Şîrên xwe, Hîzanî bi tedbîrên xwe meşhûrin.” Ew gotin ewçend raste kû em vê helwestê di jiyana herdû Kamîranan da dibînin. Yek bi rastî Mîr e û yê din tenê û tenê bi tedbîr e.
Herdû herêm jî Kurmancin, ehlêsinet û cemaetin, Şafiî nin û neqşebendî nin. Li herdû herêman jî eşîret heliyane û qewmiyet hatiye holê û insanên wan pir nefsbiçûk û mitewazî nin. Botî dibêjin “-Ez benî û mamxulam” Hîzanî jî dibêjin “-Ez xulam û ez gorî.”

Çewan kû li Cizîr û Gurgil (Dergul) û Findikê û wan derên din yê Botan Medrese hebûn û Kurd bi şiwêyê Kurmancî perwerde dibûn, her wisa Medresa Siltan Dawid û ya Spayêrt jî, Hîzaniyan perwerde dikir; Medresa Şêrwan û bi taybet Medresa Miksê jî, li ser Hîzaniyan tesîra xwe bi erênî çêkirî ye.
Ji Cizîra Botan bê jimar alim û ilimdar derketine û em dikarin Feqi yê Teyran bidine ber Mela Ahmedê Cizîrî û Melayê Meşhûr Mela Saidê Kurdî kû Jêra dibêjin “Beîuzzeman” mînak nîşan bidin. Ne wek Cizîrê be jî Hîzan jî pir alim û ilimdaran afirandî ye. Medreseyên Heskîf, Gurdilan, Sêrt, Fêrsaf, Berwarya, Şêrwan, Derzin(Zirkan), Bedlîs, Hîzan, Spayêrt, Karçikan, Karkar û Miksê jî, şewq û şemala xwe didan hev û welatên Kurdan ronî dikiran.
Melîkan, Gurdilan, Şêrwan, Zirkan, Rojkan, Hîzan heya dighêje bajarê Wan ê bi wan Medreseyên Mîran perwerde dibûwan.

Şeref Xan, Behsa Mewlana Muhammed Şêrnasî û çend ilimdarên Hîzanî dike. Di warê ilm û tesawifê û tarîqetan da jî Hîzan bi nav û deng e. Şêxên Norşên, ji Gundê Taxikê yaHîzan nin û Seydayê Şex Ebdirehmanê taxikî kû Şêx ji xwe ra bi tecwîdî dibêjin “Taaxxî” xelîfeyê Xewsê bapîrê Şêx Silheddînê babê Kamîran Înan e. Xewsê Hîzan, Şêx Sebxetullah Arwasî di sala 1870ê yê da wefat kirî yê. Şêx Sebxetillah Xewsê Hîzan e..
Kurê Seyda yê Şêx Ebdirehmanê Taxikî (Şêx Diyaeddîn) Hezretê Norşênî yê babê Şêx Mehsûm e. Mihyedîn Mutlû kurê Şêx Mehsû me û ev Mihyedîn Mûtlû demeke dirêj endam parlamanê Bedlîsa Şeref Xan bû. Ev Malbata Mala Seyda Xelife û mensubê Mala Xewsin. Zoqeyd, Hezan, Xezna, Menzîl û gelêk der û dergahên Neqşebendiyên Xalidî bi Norşênê va girêdayî nin.
Halê Cizîrê û rewşa Botan ji vê rewşê ne kêmtir e, lê hêja zêdetir e. Bi şêx û Mîr û Wezîr û kizîran va li xar û jor weka hevin. Tenê Bekoyêkê Ewan ji Hîzan kêm bû, ez ditirsim kû van salên paşîn car caran hin kesên Hîzanî vê valayiyê jî dadigirin.

Sala par (2006) ez li Amedê li teqsiyê siwar bûm ber bi Xabûrê va diçûm. Wê evê teqsiyê min bibira Zaxo. Gava kû em ketin Cizîrê min go “- Em hatin Cizîra Mîran…”Şifêr go:”-Çi Cizîran Mîran…Cizîra Beko yê Ewan…”Min go “-Ma tû Şirnexî yî? Go “na, ez Silopî me.” Min go “kifşe hûn ji Cizîriyan ne xweşin.” Go “-Şeytan jî ji Cizîriyan xweş nîne.”
Niha Cizîr çû ye. Ne Cizîra Mîr Sevdîn e. Ne Çeko, ne Arif û ne Stiya Zêrîn e. Dibêjim gelo ku niha Feylozofê Kurd Şêx Ahmedê Xanî Cizîr bîne zman wê çi binivisîn e.
………

Herdû Kamîran jî malmazinin, xanedanin û Kurd’in. Yek bo xwe bibêje “Xaldî”, yê din ji xwe ra bibêje “Seyyîd” jî, bê şik û şibhe herdû malbat jî Kurdin û malmezinên kurda nin. Malbata Azîzan 1300 sal li Cizîra Botan Hikim kirin e. Li gor urf û adet û toreya Kurdan hereket kirine û di tû wextî da irf û adet û zimanê Ereban nexebitandin e. Bedirxan Begê Mîrê Botan di nîveka sedsala 19’an da bûye serdar û serfermandar û pêşkêşê hemî Kurdistaniyan û micadela netewiyet û serxwebûna Kurdan li dar xistî ye. Ewî wê Qraliyeta Kurdan ava bikira.

Malbata Kamîran Beg jî Arwasî nin. Kû ev kes Seyîd bin, kengê hatine li Arwas niştecî bûne? Em bêjin kû 1400 sal berê hatine. Başe ev kesên han, ev malbata mibarik kû Seyîdin, wek Hekariyan, Hîzaniyan, Waniyan û Miksiyan hereket dikin ane na? Firqa Seyîdêkê Arwasî û gundiyêkê Kawaşî an Miksî çiye? Bi Kurdî dipeyvin, bi Kurdî didin û distînin û ji xeyrî Kurdan tû dan û standina wan eva 1400 salin kû bi Ereban û Eceman ra çênebû ye. Dibe kû rast bî û ev camêr ji nesla Pêxenberê Ezzimmûşşan bin. Lê ew Serekê hemi Enbiyan û Nebiyan hezretê Muhemmed, ma ne ji silala Hz Îbrahîm e? Hemî tişt li alêk, xews xelîfeyê Seyîd Taha yê Nehrî ye û Seyîd Taha xelîfeyê Mewlana Xalidê ji Eşîra qedîma Kurd ya mintîqa Şehrezor û Suleymaniyê ji eşira Caf’ e.

Eger Seyyîd bin, Seyîdên Kurdanin. Mezinbin, mezinên kurdanin û şirîkbin, şirîkên Kurdanin û Kurdistanî nin. Lê bi şertê kû xwe li me danin, ku ew tenizilê me bikin em wan datinine serserê xwe. Em ji Muhemed jî, ji Elî jî zor hezdikin û Firqa Seyd Rza û Şêx Seîd û Seyd Elî li ba me nîne. Hersê jî mezin û pêşkêşên me nin.

Ew jî ji xwe ra bibêjin em ne Kurdin û Kurd jî ji wanra bêjin hûn ne Kurdin gelêk eybe, lê gava ew bêjin em ji vê meşrebê, ji vê malbatê an nijadê tên, di vê da tû eybêk nîne, lê bi şertê kû yek ji xwera bêjê ez silala Hezretê Muhemedim(AS),divê ku nebe terefdarê zaliman û dijberiya mezluman nekin. Wextê ku yekî ji xwera go ez seyîdim û bû xulamê zaliman, ew kes seyîd be jî, Hz. Muhemed kesên wisa di silala xwe da napejrînê. Di vî babetî da hedîsa wî heye. Hezretê Muhemed dibêje”-Ewê ne li peyî rêçika min bî, ne ji min e..”

Rêçika Hz.Mûhemed rêçika heq û hiqûq û edaletê ye. Difermê:”-Ew kesên ku ji bo xwe bixwazin û ji bona cîranên xwe nexwazin ne ji umata min in.”
………..

Kamuran İnan Şêxzade ye, Kamîran Bedirxan Begzade ye. Van herdû malbatan jî serî li ber Osmaniyan rakirin e. Ev herdû malbat jî ketine ber xişm û xezeb û zilma İttîhatçiyan û Milli mukawemetçi û Cimhuriyetçiyan.
Emîn Elî Beg, kurê Bedirxan Paşa ye û Babê Kamîran û Celaded û Sefter e. Şêx Silhedîn Bey, kurê Seyîd Elî ye, babê Kamuran û bapîrê Sefter û Celadet e. Ev yeka ha ne tesedif e. Şêx Silhedînê kurê Seyd Elî yê Neviyê Xewsê Hîzanê, dostê malbata Bedirxaniya ne.

Navê Şêx Silhedîn di raporên İttihatçiyan yê salên 1913ê da dibore. Ew Şêx Silhedîn û Seyd Enver bi Seyîd Elî, kurapên wan Mehmed Şîrîn û Şêx Şabedîn va di belgeyên dagirkeran da ciyên xwe girtin e. Gava ku operasyon û taqîbata Xews didomînê ‘kurê biçûk yê Seyîd Elî di destê İttîhatçiyan da rehîn e‘. Ez dibêm ka ev ‘Kurê Biçûk’ Şêx Silhedînê babê Kamuran Bey e. Her waha Bedirxan Beg, kurê wî Emîn Elî û neviyê wî Kamîran Beg jî ketin ber xişm û xezeba Dewleta Osmaniyan. Babên herdû Kamuranan jî bi hesreta azadiya welat çun rehmetê.

Sala 1847ê Bedirxan Begê Botan serî li ber dewleta Osmaniyan rakir ji bo ku Dewleta Kurdistanê ava bike û millet Kurd ji bindestiyê rizgar ke. Di vê tevgera azadiyê da nekarî bi Osmaniyan û hevalbendên wanên Awropî. Bedirxan Beg teslîm bû û bi malbata xwe va sirgûn bû.

Sala 1913’an Seyîd Elî yê bapîrê Kamuran İnan jî seri li ber Dewleta Osmaniyan rakir û bi xwe û bi birayên xwe û bi 28 kesan va hatin bi dardakirin û malbata wan sirgûn bû, Ji Bedirxaniyan bêhtir mexdûr û perişan bun. Seyîd Elî yê neviyê Xews xeniqandin, malbata wan sirgûn kirin, bi firarî, hepis û sirgûnan heya salên 1960’an ji destê dewleta ku di dilê Kamuran Bey da zor ezîze, vê malbatê gelêk zehmet û eziyetê kişand. Niha îdî ne Seyd Eli, Şêx Şabedîn henin û ne Şêx Silhedîn û Abidîn Beg. Mala Xews idi ne malbata berê ye.

Mixabin ku malbata Bedirxaniyan jî wêran bûye. Salêk berê ez li Paytextê Kurdistana Azad li Hewlêrê, rastî Sînem Xana keça Mîr Celaded hatim. Min ji Prensesa Kurd Sînem Xan pirsî ka gelo kî ji Bedirxaniyan maye, ka ewên ciyê Kamîran û Celaded Beg bigrin hene an na? Keça Mîr Celaded go: ”-Mixabin ku ew Bedirxaniyên ku tû pirs dikî neman e. Mişterekêkê malbata Şêxzade û Mîrzadeyên me jî eve. Lê ferqêk tenê heye kû Malbata Xews hê li ser axa xwe dijîn. Belkî bi hemdê xwe va bên. Roj roja xîretê ye û dinya ne dinya berê ye. Belkî, belkî û belkî …
Herdû Kamuranan li Tirkiyê dest bi xwendinê kirine û li Awropa xwendina xwe qedandin e.Herdû jî dîplomatin û xanimên wan Fransizin. Herdû jî kordûndarin û zarokên wana çênabin û çênebûn e. Dayikên herdû diplomatan jî ne Kurdin û ev herdû dayîkên hêja şêrejinên rûmetbilindin.
……………..

Ferqa ku di navbera van herdû xanedan û xwendevan û dîplomatan da heye eve ku yekî hemû jiyana xwe daye xizmeta miletê xwe û yê din berê xwe ji miletê xwe guhastî ye, pişta xwe daye yê û bûye xulamê zaliman û dagirkeran. Kamîran Înan merivêk Awropî ye. İnsanêk zana û demoqrat e. Gava ku mesele tê ser pirsa miletê wî, di cîda dibî milîtarîst. Di derheqê Kurdan da ramana wî û ya Tirkeş wey hevin û ji Baxçelî dijbertir e. Lê Mala Xews tû wextî kêfa xwe ji Tirkeşçiyan ra nanîn e. Dî salên l970’iyan da pêşkêşêkê Motkiyan navê partiya Tirkeş bi dû xwe xist, ev camêr li Bedlîsê diçe Kamuran Bey ziyaret dik e. Gava dide derî û çavên Şêxzade Kamîran pê dikevê, bi dengek bilind dibêje:”- Hooo.! Ka were, ka were! Filankeso ka wer e! Tû heya niha kurê kerê bûyî … tû niha bûyî kurê gurê..? “ Li ser vê xeberê ewî camêrî partiya nijadperest MHP ê li bajarê Bedlîsa Şeref Xan ava nekir.
……………………..
Kamûran Bedirxan li Parêsê di Zangoya Sorbonê da berpirsyarê beşa Kurdolojiyê bû. Hemî jiyana xwe xistibû binê emrê miletê xwe. Di warên ziman, wêje, ferheng û komelî da xebat û xizmetên giring dikir û Kurdevîn û welatparêzêk bê henpa bû. Di warê diplomasî û siyasetê da jî emega wî nayê jibîrkirin.
Kamîran Înan xwendina xwe li Awropa û Emerîkan qedand û salên l970’iyan hate welatê bab kalan Bedlîs û Hîzan, bû namzetê Senatoriya Bedlîs ê. Kû ne xeletbim sala 1973’iyan kete nava xelkê û go “- Efendîler!”.. Kamuran Bey bi “efendîlerê” xîtab li xelkê xwe yê jar û êsîr û geda kir.
Ez wê demê li Tetwan ticar bûm. Ji Hepsa Antalya yê derketibûm û ji dawiya sa

la l969ê va min li Tetwan şolê ticaretê dikira. Mehkema me ya Antalya yê doza Partî Demoqrata Kurdistana Tirkiya bû. Ji ber vê sebebê ez jî merivêkê siyasetvan bûm. Min sala l968ê berevaniya programa PDKT yê li ser xeteka welatî û siyasî kiribû, midefaenamyek bi rêk û pêk û siyasî min dabû mehkema Antalya. Hayê min ji dîroka Kurdan hebû. Di hepsa Antalya yê da em 11 heval li ser vê dawayê radizana. Baş tê bîra min ku çend caran navê Kamûran Bey di sobetên me da borî. Seîd Elçî digo: ”- Wê Kamûranê Şêx Silhedîn xwendina xwe biqedînê û bê bide pêşiya xelqê xwe.”

Kamuran Bey, di saya serê Kurdan da û bi taybet Hîzaniyan da karibû biçe Emerîkan û Awropa bixwînê. Deyndarê Kurdan bû û Kurê Şêx Silhedîn û neviyê Seyd Elî bû. Me wisa dizaniya ku heqê Kurdan li ser vî Şêxzadeyî heye. Ji ber vê yekê bi hatina Kamîran Bey heyecanêk kete nava welatparêzan.

Ev bêjeya “Efendîler !“ ê jî weka işareteka dîrokî hate bîra Kurdan. Lewra Mistefa Kemal jî bi vê bêjeyê li hemî gel û miletên bermayiyên Osmaniyan hêşyar dikira.. Ku we ya rast divê, wan salan bandora Kemalîzmê li ser xwendevanên Kurdan ji niwa girantir bû. Min bi xwe jî ‘Tek Adam, Anadolû Îxtîlalî, Nûtûq û gelêk çavkaniyên pêvajoya hereketê Mistefa Kemal xwendibû.

Rojêk ji van rojan Mela Remezan Uzun, Mela İzzet, Mela Tahir, Mela Ûnis, Seîd Begê kurê Nuh Beg û çend heval diçine Otêla Îşletmeyê ya Tetwan, Kamuran Bey ziyaret dikin. Ev cemaeta mela û began bala Kamuran Bey dikêşe û eleqeyêk germ nîşanî van beg û mamosteyan dide. Mela Remezanê Bilanixî cesaretê ji vê eleqe ya germ digrê û dibê “-Kamuran Bey, gelo we û Kamîran Begê me li Parêsê hev didîta ane na?” Kamuran Bey dibê “-Kîja Kamîran Begê te ?” Mela Remezan dibê “-Kamîran Bedirxan “. Kamûran Bey dibêje “-No, no, no! … Ew merivêk tehlîke ye. Carêk din li civata min qala wî nekin..”
Ev hevalên welatparêz zor poşman bibûn bi vê ziyaretê. Lê baş bû, me Kamuranê Silhedîn nas kir. Me zanî ka çiqas li peyî dewsa bab û bapîrên xwe ye.

…………..

Kamîran Begê prensê Botan di helbesteka xwe da dibêje:
“ – Ne Xerzî me ne Botî me, xulamê axa Kurdistan. Ne Mîrim ez ne axa me, peyayê dewleta Kurdan..”
Sala l968ê Serokkomarê Dewleta Fransa General DîGOL hat Komara Tirkiye yê ziyaret kir. Wê demê ez li hepsa Antalya yê li ser dawa Partî Demoqrata Kurdistanê bi Seîd Elçî û hevalên din va girtîbûm. Kamîran Bedirxan ji Generel Dîgol ra têlxirafêk rê kiribû. Di têlgrafa xwe da waha gotibû;
“- Ekselansê hêja û qedirbilind, Cenabê we diçine Tirkiyê, hun ji kerema xwe ra ji karbidestên dewlwta Tirkan ra bêjin bila bes zilm û tedayî yê li Kurdan bikin.”

Min vê hewadisê di rojnameyên Tirkan da xwend û ji Seîd Elçî pirsî ka gelo wê Dîgol tenbiya Prensê Kurdan bîne cî ane na … Rehmetiyê Seîd go; ”- Şakir, Dîgol ne ji Tirkan ditirsê û ne ji wan şerm dike, wê zêdetir jî Bêjê …”

Kamîran Bedirxan, xwe wek elçiyêkê Kurd dihesibanda. Kurdên bê dewlet û bê otorîte û bê xwedî, ma ku ronakbîr û xanedan û pêşkêşên vî miletî lê xwedî dernekevin, wê kî li me bêçaran xwedî derkevê..?
……………..
Sala 1970’êyan dewleta İraqê bi Sedam û Ebdirehman Arif va serê xwe li ber Generalê Cimhûriyeta Mahabadê Mela Mistefa Barzanî tewandin û heqê otonomiyê ji Kurdan ra nas kirin. Di vê salê da Mîr Kamîran Bedirxan tê prozbariya Mela Mistefa û Mekteba Siyasî ya Partî Demoqrata Kurdistan. Barzaniyê Mezin diçe istiqbala Mîr û radihêjê çenteyê Kamuran Beg. Prensesê Kurd, xwe davê çente, lê nikarê çente ji destê Serok bistînê. Serokê dîrokî, Mela Mistefa yê nemir, ji mêhvanê xwe yê ezîz ra dibêje:
“-Tû mêhvanî, bihêle kû ez wecîba xwe ya mêhvandariyê binim cî. Ez pêşmerge yê te me..” Kamîran Bedirxan dibêjê:
“-Qehremanê Navdar û Ezîz, ku ne di saya serê te û Pêşmergeyên te da bûya ma ez dikariyam bihatama vêderê? Ev dar û devî û çol û çiya jî di binê mineta te û Pêşmergeyên te da nin.” Serokê Pêşmergan dibê je :
“-Raste, em bi saya xun û xwîdan û fedakariya Pêşmergan li ser vê axê azadin. Bê Pêşmerge nabî, lê bê xwendevan û dîplomatan hîç nabî. Malbata Bedirxaniyan ji berê va malmezinên Kurdistanê nin. Divê ku em qedrê mezinên xwe bigrin û qîmeta wan bizanin…”
Lê Kamuran Înan çi dibêje..”No, no, nooo! carek din hûn navê wî li civata min dûbare nekin! Ew merivêk tehlûke ye…”

Wey çarmalo gundo bê xwediyo!…
Bereket be ku Kamuran Bey kêm derdikevê ser têl û telewizyonan, lê gava dertê, eynî weka şagirdên mektebên sereta dersên xweyên ezberkirî dide ser hev û di yek bênêk da dixwînê. Wey babo, hîç nayê bîra wî ku Kurd guhdariya wî dikin. Ne Viyana dihêlê û ne Fizan û Xeza yê …
Ji Kamîran weye ka Kurd ji dinyayê fêm nakin. Di ezbera wî da neyartiya Kurdan û ya Yûnaniyan pir kûr û giran e. Ya Kurdan ez fêm dikim ku ji ber qenciya wan e, lê gelo ji Yunaniyan çi dixwaz e? Gelo Yewnaniyan jî qenciyê bi Mala Xews ra kirin e?
Dibêje Tirkan:”- Bi siyaseta weya xelet, serek eşîr bûne serekkomar. ”Way li minê û wey li minê. Evî camêrî çî xwendî ye?

Ma nizanê kû Malbata Bedirxaniyan l300 sal li Cizîra Botan hikim kirin e, an nexwe Birêz Mesud Barzanî ji malbata malmezinên Kurdistanê ji Mîrekên Behdînan yên Amediyê ye. Gelo hîç navê Şêx Riza Telebanî nebihîstî ye? Hewçend sipehî behsa şerê Osmaniyan û Wiyana yê dike, lê dîroka Kurdan hîç nexwendî ye?

Barzan, navê gundêk e û li vî gundî û dor û berê vê nehiyeyê Berojî ji qedîmî va niçteciyên vêderê ne. Evder jî weka gundê Kamîran Beg Xeyda(Gayda) yê gundêkê kurmanca ne. Ji xelkên vêderê ra Berojî dibêjin. Berojan berqible ye. Li pêşberê Berojan jî Nizar e, Nizar ber bakur e. Nizarî û Berojî 2 mintîqeyên li pêşberên hevin, çemê Zapa Mezin di navbera wan da diherikê û 2 mintîqeyên berfireh û berçiya û ber berwar in.

Ev rêzegundên van herdû best û berwaran bi 2-eşîran têne binavkirin. Yek Berojî û ya din Nizarî nin. Nehya Barzan nawenda Berojan e. Piştî kû Şêx Ebdiselam Barzanî, federasyona 8 Eşîrên Barzan û Şêrwan û Mêrgesor ê bi heva girê da, ev 400 gund hemî bi hevra bûne Barzanî.
Malbata Mela Mistefa bi eslê xwe Mîrên Amediyê nin. Ev Malbat bûne pêşkêşên Federasyona 8 Eşîrên Barzaniyan. Beriya Osmaniyan û di wextê Osmaniyan da ji sala l5l6ê heya l836ê ku dike 310 sal ev hikumeta Amêdî yê li Barzan, Akrê, Şêxan, Dihok, Zaxo û Berwarya hikim kirin e.
Yanê hêja Eşîrên Tirkan dewlet û İmparatoriya Osmaniyan ava nekirin e, ev Welatê Behdînan û bi Hîzana Siltan Dawid Beg va dewlet bûn. Li gora zemanê xwe dewlet bûn û dîplomatên wan hezar caran ji dîplomatên weka Kamuran Bey zanetir, zîrektir, serkeftîtir û ilimdartir bûn. Mînak: Şeref Xan, İdrîsê Bedlîsî, Mihemed Axayê Kelhokî û bi seda‘nin. Di wan deman da navbera Siltan Huseynê Mîrê Amedî yê û Siltan Yawuz Selîm û Kanunî Sultan Silêman kû Kamuran İnan bivê ka çawane, bila ji kerema xwe Şerefnameya Şeref Xanê Bedlîsî bixwînê.

Şeref Xan dibêje, “Siltan Silêman Xan bê pirs û mişawera Siltan Hiseyîn Beg gav nedavêta. Hemî hakîm û hikimdarên Kurdistanê pirsa xwe bi Siltan Hiseyn dikiran.”

Çewan ku Mîrekiya Hîzan di sala l847ê da bi mexlûbiyeta Bedirxan û Xan Mehmûd va ket û ji wê rojê pêda rêvabirî, desthilatdarî û statuya miletê Kurd heyanî îro ava nebû, Çewan kû di şûna hikumetên Kurdan yên rewadar û yasal, li her derên Kurdistanê Şêxên Neqşebendî bi rêberiyêkê rohanî, bi keşf û kerametan ketin pêşiya vî miletê êsîr û bê otorîte û destên wan ji mal û milk û zewq û xweşiyên dunyewî kişandin, her wisa di vê projeya ha da weke bab û kalên cenabê Kamîran Bey, bab û kalên cenabên Celal Telebanî û Cenabê Mesûd Barzanî jî ciyên xwe girtin. Hetta Şêx Ebdiselamê bapîrê Mela Mistefa di vê şaxê da ji bapîrê Şêx Silhedîn dereceyêk qidemlîtir e. Yanê ji Mewlana Xalid’ra nêzîktir e. …
Şêx Ebdiselamê yekemîn nifşê Seyîd Taha ye û Mewlana Xalid bi nefsa xwe hatiye Tekya Barzan ziyaret kiriye, xelîfetî ya Neqşebendî daye yê û ev herdû pêşkêşên Tarîqeta Neqşebendî li gel hev çone ba Seyîd Taha yê Nehrî.

Mewlana Xalid izin daye Seyd Taha û Seyîd Taha destûr daye Xews. Xews, Şêx Sebxetilla yê Awrasî ye. Wî xwe bi kerametan kirî ye xews. Di vê hêmanê da hê germiya Mîran heye. Mîrên Hîzan, Spayêrt, Karçikan, Karkar û Miksê têkçun e. Lê Malbata Têllî Begê Bestê û ji wan malbatên din hê nesla wan neqeliya ye. Mîrên Hîzan winda bûn, lê Mîrekên Spayêrt bûne mirîd û sofî û vê paşiyê serkarê mala Şêxên Xeyda yê ne. Mala Xews, Mîrên Sipayêrtê kirin xulam û bende, lê miletê Behdînan û Soran û Babaniyan xwe kirin dewlet û Rêzdaran Mesûd Barzanî û Celal Telebanî kirin Serokkomarên Kurd û Ereban.

Kur û birazî û neviyên Xews bi Seyd Elî, Mehmed Şîrîn û Şêx Şabeddîn û Mela Selîm va di sala l913ê da serî li ber dewleta Osmanî rakirin û xwestin dewleta Kurdan ava bikin. Babê Kamuran û apê wî jî di nava vê hereketê da ne. Ku vê malbatê jî weka Malbata Barzaniyan li ber xwe bidana belkî ku Kamuran İnan vê gavê Serokkomarê Dewleta Federala Kurdistana Tirkiye yê bû. Vê gavê jî rola Kamuran û malmezinên Kurdan nevemirî ye. Rol hey e lê sed mixabin cesareta medenî ya Şêxê minê diplomat hîç tine ye. Xweliya miriyan li mezin û xwendevanên Kurdên Tirkiyê reşandin e.
Malbata Barzaniyan weke Malbata Xews nekirin. Şêx Ebdiselam sala l905ê dest bi hereketê kir, hemî gund û ax û zewiyên xwe li gundiyên Barzan belav kir. Yanê reforma axê (toprak reformu) çêkir, qelanê rakir û bo zewicandina qîz û xortan komelayêk alîkariyê ava kir, li her gundêk mizgevtêk da avakirin, xwendina medresan xwurt kir û ya herê giring heşt eşîrên vê mintîqê organîze kir û Federasyona van 8 eşîran saz kir. Berpirsyarên van eşîran kifş kir û rengêkê çekdarî da vê hêzê. 400 gundên Barzan bûne yek dil û yek can û yek mist.

Ev Eşîr Mizûriyên Balayî, Şêrwanî, Dolemêrî, Herkî, Gerdî, Berojî, Nizarî û Binecî nin. Çewan ku Malbata Kamîran Beg Şêxên Hîzaniyanin, her wisa Barzanî jî şêxên Barzanin. Barzan û Mêrgesor û Şêrwan 3 nawendên vê herêmênin. Hîzan jî hêşîn e, bi çem û kanî ne, Barzan di eslê xwe da ceneta rengîn e. Hizan jî bi Hizan û Uçim û Spayert 3 herêmin, Barzan jî wisa.
Eva 50 salin kû Malbata Xews li peyî kursiyên parlamento ya Tirka nin, lê bi lave lav jî, Dewleta İraqê nekarîn Barzaniyan bi van kursiyan bixapînin. Lewra ku statuyên yasal nebin û milet û eqeliyet ne li ser navê miletê xwe herin parlamento yê, firqa wan parlementer û êsîran nîne. Barzanî eva 100 salin ku vê yekê dizanin, lê ka bêjin çend xwendevanên Kurdên Tirkiyê vê rastiyê dibînin? Mixabin ku Kamîran Bey jî naxwezê vê rastiyê bizanê.

Kamuran Bey ku vê rastiyê bizaniya, şert û mercên xwe, malbata xwe, dê û bab û bapîrên xwe û miletê xwe bizaniya, ma mimkin bû ku bibûwa talibê iqtîdara Tirkiye yê?. Kamuran Înan salên 70’iyan bû talibê serokayetiya Partiya Edalet ê ya Slêman Demirel. Di Kongrê da bû namzed. Tê bibara Serokê Partiya Adaletê, paşî wê bibwa Serek Wezîr, belkî ku piştra bibuya serokkomar jî.
Baş tê bîra min ku ji Hîzan û Tetwan û Bedlîsê bi dehan otebos dejî mirîd bûn û çone Kogra şêxê xwe. Slêman Demirel û partiyên faşîstên Tirkan hemî bi carêk li pêşberê neviyê Seyid Elî bûn yek û ya herê ne xweş Kamuran Beg bi Kurdîtiyê lanse kîrîn û deftera xêr û şeran vekirin. Dosya Kamuran Bey ji deftera min ya xêr û şeran qalintir e.

Dengên delegeyên Kurdan têrê nekir, Kamuran Bey ji Tirkan yek dengêk tenê nestand û serê diplomatê me li kevirê heddê ket. Ew kesên kû ji Bedlîsê çobûn hewara şêxê xwe, ji virva wek mirîdan bi çepik û selewatan çon û ji wêva hemî bûne Kurdperwer û bi şirûdên niştimanî zivirîn
… Lê Kamuran Beg hêjajî lî ser ehda xwe ya berê ye û di xewa xwe da xeyalên boş û betal dibinê.
Kamuran Beg li Lozanê çi xwendiye ez nizanim. Lê wisa dixwiyê ku xebera wî ji Serhildana Seyîd Elî û Hedîsa Bedlîsê ya 1913e yê hîç nîne. Pêşkêş û mîmarê vê hereketê Mela Selîmê Zaza bû. Mela Selîm, Seyîd Elî, Şêx Şabedîn, Mehmed Şîrîn, Enwer û Selaheddîn Pêşkêşên vê hereketê nin. Şêx Silhedîn û Seyîd Enwer wê gavê hê biçûkin, wana idam nakin, belê wan pêşkêşên din û bi 28 kesan va idam dikin. Mamê babê min Hacî Kamil Efendî yê Minarî jî bi beşa yekemîn ra hatiye dardakirin. Hacî Kamil Efendî di sala l893 yê da Alaybegî û Defterdarê Wilayeta Bedlîsê ye. Ew jî weke Kamuran Bey xwendevan e û bi nav û nîşan e. Di vê babetê da heqêkê malbata min jî li ser neviyê Seyd Elî heye. Min sala l973 yê li beranberî Orhan Kurumoxlû dengê xwe û malbata xwe da Kamûran Bey. Ji ber vê yekê 2 heqên min li ser cenabê wî hen e.

Ew kesên kû di beşa yekemîn da daleqandin(İdam kirin) evin; Seyîd Elî, Şêx Şabedîn, Mehmed Şîrîn, Hacî Kamil Efendî yê Minar’î, Slêman Axa yê Xaçûkî, Mecîdê Korcanî, Elî yê Eyndîlî, Mihyedînê Karkar’î, Heyranê Xumaşî, Bazir ê Hivrêsî, Eliyê Hivrêsî, Cindî yê Korcan î, Mîrxanê Qaso yê Xumaş î, Mela Resûlê Şetekî, Selîmê Qaso yê Yeqo yî, Feqe Xelîlê Hirîtî û Xurşîdê Xoroz’î..
Ev 17 kes roja 27ê Nîsana l9l3’a da hatine idamkirin. Ew pêşkêşên din bi Seyîd Elî û Mela Selîm va piştî hingê daleqandin e. Mela Selîm û bi 12 kesan va xwe avêtine Konsolosxana Uris. Di sala 1914 da Dewleta Osmaniyan Kosolosxanê işgal kirin û vana jî idam kirin. Wisa dibêjin lê heye ku Urusatê di beriya şer da teslîmî Osmaniyan kiribin.

Ji Belgeyên Arşîwan û raporên wezareta daxilî ya Osmaniyan tê xuyakirin ku hevalbendên hereketê ji Hirît û Xoros û bi Deşta Tatikê, milê Karkar, mintîqa Sîmek, Geliyê Bedlîsê, Motkan, Bayîkan û mintîqa Minar(Zirkan) ketine nava vê serhildanê. Hîzanî di vê hedîseyê da jî bi rêzik û tedbîrin. Ya xwe nedane hereketê ango hemi neferin, merivên berçav di nava wan da nînin.
Serhildana Bedlîsê sala 1913ê di heyva Nîsanê da dest pê kiriye, di navbera çend rojanda têkçoye û di nava vê heyvê da giragir û pêşkêş hatine darda kirin. Ji ber ku bi lez û bez û bê mehkeme van pêşkêşan dardakirin li Kurdan xweş nehatî ye. Niha jî benik qetana sêdarên Şêx Şabedîn û Mehmed Şîrîn işareta bê edaletiya İttîhatçî û Jontirkan e.

28 idam , 5 kes miebbed, 235 kes cezayê zîndan û mehkûmiyetên din xwarin e û bi sedan malbat hatine sirgûnkirin û koçber bûne, bi ser av û lehiyan ketin e. Rûreşiya mezin ewe ku xelîfeyên mensûbên meşreba Mala Xews yên weka Norşên û Oxîn û Kofrewiyan bêbextiyê bi şêxên xwe ra kirin e û ‘Nîşanên Siltanî yê’ ji Osmaniyan wergirtin e.

Gelo bo çi qedera Kurdan evçend reş û tari ye. Li Hindistanê Cewahir Nehro û Mahatma Gandî’ xwendin hatin miletê xwe xilas kirin. Mehmed Eli Cinnah dîsa wisa. Lumumba çend ba li xwe da Kongo xilas kir. Bomedyen, Ehmed Mixtar û ewên din hemuyan welatên xwe azad kirin. Lê niha nîv milyon xwendevanên me henin. Gelo sebebê vê çiye ku em ne weka miletê dinyayê nin? Ev pirs divê hûr û kûr û dûr bête analîzkirin.

Gelo ma Kamuran Bey nizanê û nabînê ku mesela Kurdan çareser bibe, ji Tirk û Kurdan ra qençtir e? Lê bo çî dengê xwe nak e? Bo çî rola Mewlana İdrîsê Bedlîsî naleyzînê? Qe nebî nikarê tenbiyêk li desthilatdarên Makedon bike. Umuda kesî bi Kamuran Înan tinebî jî ya min pê heye. Heq û mafên Kurdan jî li ser Kamuranê Şêx Silhedîn heye. Hîvîdarim ku şermezar neçe hizûra Rebê Alemê. Hîvîdarim ku bes xerabiyê bi miletê xwe yê mexdûr û mezlûm ra bike. Hîvîdarim ku Kamuran Bey, weka navê xwe Kamiran û dilovan û dilevînê xelqê xwe yê qedîm û aştîxaz bî…

Şakir Epözdemir – Lêkolîner Nivîskar (Rojeva Kurd)

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply