Pençşem , Kewçêr 18 2018
Malper / Dîrok / Ji dîroka kurdî; Rêvebir Ebû Mislim El-Xurasanî

Ji dîroka kurdî; Rêvebir Ebû Mislim El-Xurasanî

Nakokiya Xîlafetê:

Pêximber  Mihemmed sala (10k/632z) mir, pê re jî yekser nakokiya ji bo xîlafetê dest pê kir, Ebû Bekir Essddîq bû yekemîn xelîfe, û gurûpa malbata Haşim, bi serperştiya Elî kurê Ebû Talêb,xîlafet ji dest da, û piştî kuştina xelîfeyê sêyemîn; Osman kurê Effan, Elî bû xelîfeyê ҫaremîn, lê hin sehabiyên (dostên) pêximber, waliyê Şamê Muawiye kurê Ebû Sufyan, pêşewayê gurûpa Umewiyan jî di nav de, li ber wî rabûn, û ew bi kuştina Osmên tawanbar kirin, û Muawiye xîlafet li Dîmeşqê ragihand, û di navbera wî û Elî de cengên giran qewimîn, û misilman bi deh hezaran di wan cengan hatin kuştin( ).

Gava Elî yê xelîfe sala (40 k/661 z) hat kuştin, mêldaran  kurê wî yê mezin El-Hesen xistin şûna wî, El-Hesen jî lawaz bû, û nikarî bi dijberê xwe yê hêzdar Muawiye re rû bi rû bibe, lewre ji bo Muawiye, û bi berdêla destkeftiyine darayî ye giran, dest ji xîlafetê berda, û Muawiye dewleta (Xîlafeta Umewî) damezirand, lê di dema kurê wî Yezîd ê xelîfe de, El-Huseyn kurê Elî kurê Ebû Talêb li ber wî rabû, û tev gelek mirovên xwe di cenga Kerbelayê de hat kuştin( ).

Şoreşên mêldarên Haşimiyan (Al El-Beyt) dij dewleta Umewî, bi serpereştiya senseleta Elî,li pey hev rabûn, û paşê serkêşiya wan şoreşan kete destên senseleta El-Ebbas kurê Ebdilmuttelîb (mamê pêximber Mihemmed). Şoreşa wan sala (127 k) bi serpereştiya Îmam Birahîm kurê Mihemmed kurê Elî yê El-Ebbasî, ji awayê nehênî derbas awayê aşkere bû. Di vê firkê de Ebû Mislim El-Xurasanî kete nav wê tevgerê. Gelo Ebû Mislim kî ye? Û ҫi kesayetî ye?

Nasname û kesayetiya Ebû Mislim:

Navê wî (Behzand kurê Bendad) e, û gava bavê wî bû misilman, navê wî bû (Osman). Bendad nişteciyê devera navbera Esfehanê û Xozistanê (Ehwaz) bû, ew jî devera Lurrestanê (Loristan), cihwarê Kurdên Lor e. ji bo kok û binyata Ebû Mislim cudahiya boҫûnan heye, lê ya rast ew Kurd e, ji ber ku malbata wî nişteciyên devera Kurdên Lor e, û ji hêla din de jî, gava helbestvanê Ebbasiyan Ebû Dulame, piştî ku Ebû Mislim hat kuştin, wî dicerisîne, kok û binyata wî ya kurdî diyar dike:

„Di dewleta Mehdî de te hewl da, xiniziyê bikî? / tenê bavên te yên Kurd xiniz in( )“.

Behzad sêwî mezin bû, û ji biҫûkaniyê de zîrek hate naskirin, di destpêka xortaniyê de, li Kofayê,  pêrgî hin rêvebirên tevgera (Al El-Beyt) bû, û bû mêldarê tevgera wam, û di pey wê re, dema hecê li Mekkeyê pêrgî Îmam Birahîm bû, zîrekî û toreya wî bala Îmam Birahîm kişand, rabû xist nav tevgera xwe, û jê xwast, ku navê xwe biguhêre, wî jî nav li xwe kir (Ebdirrehman) û (Ebû Mislim) jî wek paşnav ji xwe re hilda( ).

Dewleta Umewî, li hember gelên misilman ên ne Ereb, ku jê re (Mewalî) digotin, polîtîka nijaperest gerand, vê lomê ew gelan ji Umewiyan bi kîn bûn, nemaze jî gelên rojhilatê dewleta xîlafetê, ku piraniya wan Kurd û Faris û Bulloş û Efxanan bûn, pê re jî ewana bûn mêldarên tevgera (Al El-Beyt), da ku ji hukumdariya Umewiyan rizgar bibin.

Devera Xurasanê, ku naka di navbera Îranê û Efxanistanê û Turkmanistanê de parvekirî ye, navenda giring a tevgera (Al El-Beyt) bû,û tevî ku Ebû Mislim nozdeh salî bû jî, Îmam Birahîm rêvebiriya şoreşê li wur xist destên wî, ҫimkê wî ezmûna Ebû Mislim baş naskiribû, û dizanîbû, ku ew xwedî karînên rêvebiriyê yên payebilind e, nemaze jî wêrekî û zîrekî û jîrekî û aramî û guhlêkirin( ).

 

 

Xurasan

Ebû Mislim pir kes ji gelên Xurasanê û derdora wê ber bi tevgera (Al EL-Beyt) de kişandin, û piraniya wan zeredeştî bûn, têkiliyên baş li gel rêvebirên wan girêdan, ew jî ji hêla darayî ve bûn alîkarên wî, û nûҫe jê re dihanîn. Jiyana Ebû Mislim gelek sade bû, vê lomê qedr û nirxên wî bilind bûn, mêldarên wî pir bûn, wî jî ew organize kirin, û dij dewleta Umewî neh salan şoreş gerand (bi rêve bir), artêşa dewletê di gelek cengan de ji ber wî baz da, û ew bi rojava de  ber bi Îraqê pêş de ҫû.

Dawî, xelîfeyê Umewî yê herî dawî Merwan Kurê Mihemmed (diya wî Kurd bû) hat kuştin, û sala (132 k/ 750 z) dewleta Umewî gêr bû, wê hingê Îmam Birahîm miribû, û birayê wî Ebdullah (Ebû El-Ebbas Esseffah) bûbû Îmam, pêre jî ji bo xîlafetê hat hildan( ).

Cefayên Ebû Mislim ên rêvebiriyê, giringtirîn hêmanê gêrkirina xîlafeta Umewî, û damezrandina xîlafeta Ebbasî bûn. Gava dîrokzan Şemseddîn Ezzehebî Ebû Mislim direngîne, (wesif dike) dibêje: “Mîr xwediyê bangê (tevgera ebbasî) bû, artêşên dewleta Umewî da bazdanê, avakarê dewleta Ebbasî bû”( ).

Heftemîn xelîfeyê Ebbasî El-Mamûn, gava Ebû Mislim di civata wî de hat bi bîranîn, got: “Gewretirîn qeralên zemînê sisê ne, ewana yên ku dewlet avakirin û guhertin: Skender û Ezdeşêr û Ebû Mislim El-Xurasanî”( ).

Ibin Xellîkan dibêje: “Ew (Ebû Mislim) kurt bû, gewr, ciwan û şîrîn bû, rûpaqij bû, ҫavreş bû, enîfireh bû, rihciwan û pirbû, piştdirêj bû, ҫîp û rankurt bû,zanayê zimanên erebî û farisî bû, şîrîngotin bû, jiberkirinê helbestê bû,tenê dema layiq de dikenî û henek dikir, ne mirûztirş (moraltirş)bû, bi serkeftinên gewre şanedibû, eger bûyerên giran bi ser de bihatana xemgîn nedibû, û eger bixeyidiya hêrs nedibû…., ne zikreş bû, û ji wî pê ve kesek derbas seraya wî nedibû”( ).

Ibin Xellîkan bi ser ve dike û dibêje: „Kêmtirînê xelkê ҫinokî (tumeh) bû, û pirtirî wan xwarindan bû, û gava ҫû hecê, gote xelkê: Ezê ji bo kesê, ku têra artêşê û yên pê re, li ҫûn û hatinê agir pêxist (xwarin ҫêkir) bi tundî bixeyidim, û Eraban baz dan, û ji ber ku wan dibihîstin ҫawa xwîn dirijand, kesek li wan deran nema. Û jê re hat gotin: Tu ҫawa gihîşt van serketinan? Got:  Tiştê, ku îro divê, min nehêşt bo sibeyê”( ).

Ev e bi kurtahî kesayetiya Ebû Mislim El-Xurasanî û karên wî ji bo dewleta xîlafeta Ebbasî, lê gelo ҫawa hat perûkirin (xelatkirin)? Bila bersiva vê pirsê jî babeta rûpelên, ku wê bêne be.

Dr. Ehmed  Xelîl … werger: Heyder Omer

Sema Kurd

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Di belgeyên Osmanî de Ezaz û Minbîc

Di belgeyên Osmanî yên sala 1536:an de Ezaz û Minbic û Kilîs beşek ji Lîva-î …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir