Selîm Temo: “Tu Çêtir Dizanî”

Piştî her tiştî xeritandin tu dibêjî qey tiştek neqewimiye, nebûye û dê nebe bêdengiyekê daye nav welêt. Serdest her zalim bûn, lê vê carê hestek heye ku kes newêre bi dengê bilind navê wê hilde.

Gava mirov di hinava serdemê de dimeşe, normal e ku behsa xwe jî bike. Ya/yê dimeşe tu yî. Lê çîroka asasî ne çîroka te ye. Wisa bêjim te: Duhî, ber bi êvarê ve derketim kolanan. Di serê min de çîrokeke nûzayî. Şalgerdenek li dora stû. Çav dinermijîn bi dîtina her hûrguliyê. Lê wa yek e, ji wê de tê. Taximê dirana di dev de nasitire. Qey feqîrî ye. Silav dide û dibêje: “Sala çûyî, li Çelê, kurê min şehîd kirin!”

Nivîsîn. Nizanim çi ye. Hin peyv hene, li pey hev digindirin. Tîpin hene, xwe dispêrin hev. Îca ku tu Kurdek bî, hemû tîp û peyvên çavbeloq li te diterpilin. Îca wext e em li hevdu rûnên. Ka çi bû, çi qewimî, em ê çi bikin?

Kengê bû, min gotî, ya em dijîn ne Ronesans e, Tenzîmat e. Dînamîkên Ronesansê anîn ji kûrahiya dîrokê dihatin. Dînamîkên me jî hebûn, lê me nikarîbû behsa dîrokê kiriba. A me ne dîrok, lê vebir bû.

Tê dîsa bêjî te li hev qelapt. Jixwe tu her dibêjî. Hema her pitepita te ye. Ya/yê bi her tiştî çêtir dizane tu yî. Tu em î! Heke polêsê di serê te de destûr bide, bila şêweya min ev be. Bila azadî li nav mejiyê min bigere. Heke fermandarê dest-bi-cop ê di serê te de destûr bide, ez wêjevan im. Ceribok dinivîsim; jixwe pênaseya xwe jî ev e: Tu raman û şahidiyên xwe jî daxil dikî.

Bihêle bila peyv bivezelin.

Bo te bêjim: Birîndar im, birîndarê mirin jê kêm e. Lê gava rastî tazî dibe, xwe pê neêşîne. Bibore, tu ne yê şîretan î. Tu çêtir bi her tiştî dizanî. Tu em î.

Selim Temo- vinkovar.blogspot.com

Etîket: Ceribandin, Polylang KMR, raman, selim temo

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Fîlmên Yilmaz Guney

Zorabê Hêtîm Ber bi Zorab Efendî ve

Taybetmendiyên Strukturî, Dîrokî û Estetîkî yên Muzîka Kurdî

Gelo tu optîmîst î?

Xelîfe Yusuf di “Manzum Takrîz”ê de Dibêje: “Ilim tenê bi Erebî nîne”

ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle