Sêşem , 24 Sermawêz 2020

Hunermend Tara Mamedova: Pêwîstiya kurdî bi hunerê re heye

Di çand,muzîk û hunera kurdî de ti çîrok tuneye ku rastî koçberîyê nehatîye. Ti malbat tuneye ku mecbûr nema ye ku ji cîh û warê xwe koçber nebûye. Hin çûyîn dibe sedem ku jîyana mirovan têk dibe lê hin çûyîn jî dibe sedem ku jîyana mirovan bi awayekî baş biguherîne. Dema mirov dixwaze jîyana hunermendên kurd raxe berçava teqez dihêt de çîroka çûyîn û koçberîyê derkeve pêşberî we, ev yek bandorê liser stranên wan jî dîyar dibe yek ji wan hunermendan Tara Mamedova ye.Hunermenda kurd xebatên xwe yê liser muzîkê digel gelek zimanan dizane lê hunera xwe bi kurdî çê dike. Heta niha xebatek ya ji 6 stranan pêk dihêt ya maket çêkirîye lê belav nekirîye,albuma duyem ya bi navê ‘’ax’’ ji 10 stranan pêk dihêt di sala 2014an de derketîye. Malbata Mamedova ji Serhedê berbi Ermenistanê ji wir jî berê xwe bi Asyaya Navîn vedikin û li Kirxizistanê bi cîh dibe piştî hilweşandina Sovyetê jî berê xwe bi Rusya vedikin rêwitîya malbatê li wir bi dawî dibe lê rêwitîya Tara Mamedova ya muzîkê bi dawî nabe. Tara Mamedova behsa rêwitîya xwe ya muzîkê ji heftenameya Basê kir.

Tu di hevpeyvînên xwe de behsa rola dîya xwe dike û dibêjî; “wê berê min da muzîkê”. Dikarî bo me behs bike. Çi tesîra dîya ye liser hunera te hebû?

Dayika min Gorçek Abdulaevna bû sedem ku hezkirina çand û hunerê di dilê min de şîn bibe. Wê hemû jîyana xwe jibo çand û hunera kurdî  da ye,di nav ewqas zor û zehmetîyê de wê hewl da ku çand û zimanê kurdî pêşbikeve ez dikarim bêjim ku wê emrê xwe bi têkoşînek wiha derbas kir.Ez keça wê dayîkê me. Ez nikarim bêjim ku ez hêşta laîqî wê me lê hewl didim kû layîqî wê bim. Di zaroktîyê de min perwerdehîya şano muzîk û dansê wergirt.Dayîka min ew ronahî di min de dît û berê min da wê rêkê.Piştî hilweşandina Sovyetê sala 1983an em mecbûr man ji warê xwe derbikevin. Berê me, vê carê bi Rûsya vebû,em şandin gundekî ku rêya wan tuneye û rê pê nakeve û wendayî ye. Di nav wan şert û mercan de êdî huner mûzîk gelekî zor bû. Lê her ku wext derbas bû dayîka min  disa bû mamoste, dîsa rêkên ku min perwerde bike dît û berê min da muzîkê. Ez jibo hertiştê ku di jîyana min de qewimîye spasîya xwe ji dayika xwe dikim ew nebûya ez jî nedibûm di her warî de. Demek dirêj min di beşa şanoyê xebat kir. Lê wek hûn jî dizanin şano karekî kollektîv jê re lazim e pêwîstîya wê ji koman heye ji ber wê pirsgirêk derketin. Mamosteyê min hertim ji min re digotin dengê te xweş e û dixwestin ez di warê muzîkê de xwe pêş bixim. Êdî evîna muzîkê bû evînek bê dawî,muzîk bû raman û xeyalên min. Xwezî di cîhanê de sînor tunebûya û her kes bi çand û zimanê xwe bi awayekî azad bijîya.

Tu dikarî  bo me behsa koça Kirxizistanê bikî? Rewşa kurdan li wir çawa ye?

Bav û kalên me ji serhedê diçin Ermenistanê piştre diçin welatê Asyaya Navîn. Kurdên Sovyetê jibo hebûna xwe bidomînin li welatên xeribîyê dûrî ax û çanda xwe weke zarokên bêkes gelek zor û zehmetî dîtine. Lêbelê di nava ewqas zor û zehmetî û xerîbîyê de kurdên li wir çand û zimanê xwe hertim parastine. Wek hûn jî dizanin gelê kurd li ku xwe bi cîh kiribe ew der ji wan hatîye standin. Axa Kirxizistanê ji bav û kalên me bibû war. Bax û bexçeyên xwe avakiribûn ku jibo ji nû ve dest bi jîyanê bikin û 40 salan darên bexçeyên xwe mezin kiribûn. Jibo ku bibin xwedîyê hin tiştan pir ked dan, mixabin piştî sala 1993an de dîsa me fêm kir ku em bêwelat in. Êşek mezin dîsa kete dilê her kesî, divê dîsa me hertişt li şûna xwe bihişta û biçûya. Xwezîya di vê cîhanê de ti sînor tunebûya û her kesek bi ziman û çanda xwe bi awayekî azad bijîyana.Xwezîya ku me wek zarok ewqas birîn di dilê xwe de his nekiriba.

Hin hunermendên kurd hene ku hunera xwe bi zimanê din pêk dihênin. Hûn gelek zimanê bîyanî jî dizanin lê sitranên we bi kurdî ne wek hunermendeke kurd hûn vê rewşê çawa dibînin?

Gelek kes ji min re pir caran dibêjin tu ewqas ziman dizanî jibo çi tu bi kurdî stranan dibejî û dibêjin tu bi zimanê din dikarî zêdetir pêşbikevî. Dibe ku her kes ligor xwe rast be dibe ku rasti jî, belkî zêdetir bihatama naskirin û li cîhên cuda bûma lêbelê ew kes dê çiqas Tara bûya ez nizanim. Ez ji hemû zimanan hezdikim hemû ziman bi wate ne û xwedî çandeke mezin in,ez dixwazim kû ew jî ji zimanê min hezbikin û bi wate bibînin. Herkes bi zimanê xwe heye ti kes bi zimanekî din kesayetîya xwe a kûr nikare avabike ligor fikra min. Zimanê kurdî zimanekî birîndar e pêwistîya wê bi hunerê re heye. Tenê huner dikare birînan baş bike. Lê mixabin rastîyek wiha jî heye di nav xwe de em piştgirîya kesên ku hunera kurdî dikin nakin û xwedî li wan dernakevin. Divê her kes zêdetir xwedî li huner û hunermendên kurd derkeve.

We perwerdehîya xwe li Parîse standîye û demek dirêj hûn li wir jîyan e,ev bajar ku bajarê çand hunerê yê cîhanê ye,çi bû sedem ku hûn hatin Stenbolê?

Dema ez hatim Parîsê ez 20 salî bûm. Raste Parîs bajarê çand û hunerê ye bîra zanebûnê ye. Li vir ez gelekî fêrî tiştên din jî bûm lê min gelek zehmetî jî dît. Min li Parîsê cîhan nas kir û bûm xwedîyê fikrên fireh. Ev der çiqas cîhekî bedew bû jî ewqas jî bajarekî bi tirs bû bo min, lê li vir min bi tirsên xwe şer kir.Min Jazz li Parîsê nas kir û li vir min dest bi beşa muzîkê kir. Bi gelek muzîkjenên hêja min kar kir. Ji alîyê din ve ez dixebitîm bo jîyana xwe bidomînim ji hêla aborîyê. Hezkirina min ya kurdî hişt ku ez berê xwe bidim welêt. Her ku ez mezin dibûm Parîs li ber dilê min biçûk dibû ev hestek pir cuda bû nikarim bînim ziman. Min bêrîya xwe kir,min bêrîya ziman û çanda xwe kir jiber wê vegerîyam welêt.

 

Qetlîam bom in pirr gran bû

Stranek we ya bi navê ‘’Jinên Şengalê’’ heye û risteyek ji gotinê stranê dibêje’’Roj li me heram kirin’’. Te xwestîyê balê bikşîne ser jenosîdê?

Stranan jinên Şengalê,hestên hemû jinên kurdan e hemû hezên qirêj êrîşên xwe ber bi jinan ve dibin. Êrîşên li hember jinan êrîşên li hember mirovatîyê ne. Her gav desthilatdar ji xwe re sedemekê dibînin bo qetilkirina jinan vê carê jî dîn hilbijartin. Jibo min êşek pir giran bû qetlîama jinên Şengalê û min xwest ku hestên xwe bi vî awayî dîyar bikim. Ti tişt êş û derdê wan nikarin bînin ziman lê divê em bi hunerê vê yekê nedin jibîrkirin ku carek din rû nede.

Di stranên we de stranê evînê li pêş in. Gelek caran hunermendên kurd hezkirina xwe ya welêt bi vî awayî derdixin pêş,ya we evîndarîyek çawa ye? 

Hunermendên kurd an jî ciwanên kurd hesretîya welat tim kişandine jiber wê evîndarîya welêt ango stranên ser evina welêt gelek in û gelekî dibêjin jî. Ev tiştekî gelekî xwezayî ye ev hest di me hemûyan da heye. Lê belê jibo min tişta heri girîng ev e ku di dilê her kesî de evîn hebe ew evîn jibo çi ye jibo kê ye ne grîng e. Mirovên xwedî hezkirin wateya her tiştekî dikare bizanibe Ez xwedî  evîn  bim dikarim ji keseki an jî ji tiştekî hez bikim ez vî tiştî di stranên xwe de bi fikr û ramanê xwe de dixwazim bidim.

Nûjîn Onen Heftenameya BAS

 

About ziman

Avatar

Check Also

Momo û Dizên Demê

Pirsgirêka  herî mezin ya mirovê modern ‘dem/wext’ e. Nikare bi wextê re serî bikişîne. Di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.