‘4 milyon kurd li Misrê hene’

Balyozê Aşitî û Niyetên Pak li cîhanê Kovan Ebduletîf diyar dike ku 4 milyon kurd li Misrê hene ku dîroka wan hîn vedigere dema Nefertîtî û dûre ya Selahedîn û balê dikîşîne ser hebûna wan a bibandor di civak û hunera Misrî de.

Balyozê Aşitî û Niyetên Pak li cîhanê Kovan Ebduletîf ragihand li gel Balyozê Misrê li herêma Kurdistanê Silêman Osman ji aliyê şaristanî, dîrok, jiyan û debarê ve derbarê kurdên Misirê de lêkolînek kir û li gorî wê lêkolînê derketiye holê ku 4 miliyon kurd hene.Ebduletîf teqez dike ku dîroka kurdan vedigere serdema keça kurd Nefretîtî ku bûbû hevsera Firawnê Misrê lê hejmara kurdan di serdema Selahedînê Eyûbî de zêde bûye.

Herwiha Ebduletîf  diyar dike ku Kolanek li Misirê bi navê “Kurdofan” heye ku ew jî nîşana navê “kurd” e û herwiha beşeke Zanîngeha Ezherê heye bi navê “Riwaq El-Siyade El kurdiye” (Pêşangeha Serokatiya Kurdî” ku quranxwînê navdar Ebdulbasit Ebdulsemed jî li wir xwendibû.

Balyozê Aştiyê û Niyetên Pak diyar dike ku kurdan li Misirê roleke giring di qadên hunerî de jî lîstiye ku Ehmed, Şewqî, Mihemd Emîn, Elî Bedirxan, Soad Husnî û Husnî El Baba mînakên wê ne.

Ebduletîf diyar dike ku 5 kolan li Misrê hene ku bi navên kurdî tên nasîn û herêma El piraniya niştîcihên Meaqî li Qahîreyê kurd in.

Sputnik

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply