Hûn çi bikin jî ew ê kompîtura we ne di ewlehiyê de be…

Her çiqas hûn nivîsbariya xwe bi rêkûpêk rojane dikin jî, hûn pineyên ewlehiya Windowsê bêyî tarloq bikin di kompîtura xwe de saz dikin û e-mailên hûn jê ne bawer venakin jî, li gorî pisporên MIT-ê dîsa jî pergala kompîtura we ne di ewlehiyê de ye.

Li gorî pisporên Massachusetts Institute of Technology-ê di kompîtura we de ji pêlên hêzê bigirin, ta dengen guhê însên nikare bibihîse, di pergala kompîtura we de gellek qelsiyên ku zanyariyên di derbarê we de bide dest heye Laboratuara Artificial Intelligence (Hişê Sûnî) Kriptografi û Koma Ewlehiya Zanînê, saziyeke ku li ser qelsiyên ewlehiyê yên “egzotik” lêkolînan dike. Pergal û bernameyên hûn di kompîturên xwe de bikartînin, di rewşên asayî de li ser asasê “nivîsbariyên ji hev cûda nikarin xwe bigihînin daneyên hev” dixebite. Lê bele du nivîsbariyên ji hev cûda dixebitin gellek caran dikarin heman “pêş mejiyî” bikarbînin. Eran Tromer û hevalên wî  li ser “pêş mejiyê” kompîturê lêkolînê dikin û destnîşan dikin ku bernameyek dikare çiqasî şixuliyeke kriptografik bikarbîne. Her çiqas di destpêkê de ev xebata fizûlî xuya be jî, di asasê xwe de ev ji bo parastina daneyan modeleke baş dikare derxe holê.

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply